STENBOL - Ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Rihtimê ya Kadikoyê were lidarxistin, girse li du noqteyan kom dibin. Kedkaran, dirûşma “Ked, aştî û demokrasî” berz kirin û li benda saeta meşê ne.
Ji lidarxistina mitînga 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya li Qada Rihtimê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê, ji niha ve welatî kom dibin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TBB) pêşengtiya mitîngê dikin. Dirûşma îsal a mitîngê jî weke “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” hate diyarkirin.
LI DU NOQTEYAN KOM DIBIN
Mitîng dê saet di 11.00’ê de dest pê bike û biryar hatibû dayin ku kedkar li noqteyên Rawestgeha Sogutluçeşmeyê û pêşiya Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê kom bibin.
Sendîkayên girêdayî KESK’ê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye li Rawestgeha Sogutluçeşmeyê kom bûn. Bi sedan kes di saetên zû yên serê sibehê de li van noqteyan kom bûn. Rêxistinên pîşeyî, jin û ciwanan gelek dovîz û pankartên bi daxwazên cur bi cur hilgirtin.
TJA’yê jî pankarta “Israra di sosyalîzmê de, israra di azadiya kedê jinê de ye. Bijî 1’ê Gulanê” hilgirt. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî pankarta “Em ê rê nedin şer” hilgirtin. Her wiha pankartên “Heke em nekarin malên xwe germ bikin, em ê kolanan germ bikin”, “Em ê îktîdara heramiyan hilweşînin”, “Em ê bi keda komunal re sosyalîzmê ava bikin” û “Ked aştî demokrasî” hatin hilgirtin.
Girseyê gelek caran dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Bi tena serê xwe xelasî tune ye, yan bi hev re yan tu kes ji me” hatin berzkirin. Coşa li qadê her ku diçe zêdetir dibe.
DÎSK, TTB, TMMOB, Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Kedê (EMEP) jî li pêşiya Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê kom bûn. Girseyê pankartên “Ji bo ked, pêşeroj û demokrasiya xwe em li ser pêya ne”, “Li dijî xizanî, bêkarî û bêedaletiya di bacê de ber bi têkoşîna rêxistinkirî ve”, “Bijî 1’ê Gulanê” û “Bi destê me bigire û xwe birêxistin bike” hatin hilgirtin.
Li her du noqteyan jî girse her ku diçe zêdetir dibe.