STENBOL - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê serokkomariyê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglû ji ber şîrove, parvekirin û weşanên li ser medyaya civakî der heqê wî de hatine kirin, zêdetirî 200 gilî kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê serokkomariyê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglû ku niha girtî ye, ji ber parvekirin, şîrove û weşanên li ser medyaya dijîtal der heqê wî de hatine kirin, bi sedemên weke “li dijî qarîneya bêgunehiyê ye”, “tawanbarkirin”, “binpêkirina nepeniya lêpirsînê” û “heqaretê” zêdetirî 200 gilî kir. Îmamoglû, ji ber weşan û şîroveyên ji hêla hesabên medyaya dijîtal û dezgehên medyayê yên nêzî îktîdarê ve beriya binçavkirinê û piştre hatine kirin, ketibû nava hewldanên hiqûqî. Di vê çarçoveyê de Îmamoglû li RTÛK û Serdozgeriya Komarê zêdetirî 200 gilî kir.
Îmamoglû ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, A Haber, Akît TV û malpera wê ya înternetê, rojnameya Sabahê û malpera wê ya înternetê, TGRT TV, Ulke TV, Kanal 24 û kesên weke Cem Kuçuk, Abdulkadîr Selvî, Gurkan Hacir, Ferhat Mûrat jî di nav de bi rêya parêzerê xwe giliyê gelek kes û bikarhinêrên medyaya dijîtal kir.
Di serlêdanan de hate diyarkirin ku zimanê di weşanan de hatiye bikaranîn ne tenê binpêkirina rêgezên etîkê yên çapemeniyê, di heman demê de bi aşkerayî binpêkirina qarîneya bêgunehiyê û mafên şexsî ye. Hat xwestin ku ev kes û dezgeh bên cezakirin.