MÊRDÎN - Li Kerboaranê rêyên gundên Başqil, Xirbê Kiryan û Xirbêşabik bi fermana qeymeqamê navçeyê bi hinceta ‘ewlehiyê’ li ser rêya gundan bi rijandina kevir û axê hatin girtin.
Rêyên 3 gundên navçeya Kerboran a Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatin girtin. Bi fermana Qeymeqamtiya Kerboranê rêya ku gundên Basqil, Xirbê Kiryan û Xirbêşabik bi rijandina kevir û axê hate girtin.
Di hilbijartinên 2019’an de dema AKP’ê şaredariya navçeyê bi dest xist rêya gundan hatibû vekirin, di hilbijartina 2024’an de piştî ku DEM Partiyê şaredariya navçeyê bi dest xist dîsa rêya gundan hat girtin. Ji ber ku rê tê girtin, gundî neçar dimînin li şûna rêya kîlometreyekê rêya din a ku 15 kîlometre dûr e bi kar bînin. Bi girtina rê re gundiyên ku di hatina navenda navçeyê û çûna erdên xwe de zehmetî kişandin, xwestin rê ji nû ve bê vekirin.
'EM EWLEHIYEKE BI VÎ RENGÎ NAXWAZIN'
Ji gundiyan Osman Alam da zanîn ku ev pêkanîn bi tenê li Kerborana Mêrdînê ye û wiha got: "Em li vê derê çandinî û xwedîkirina heywanan dikin. Qaymeqamtiya navçeyê destûr da me ku em heywanan xwedî bikin û li vir cotgehekê ava bikin. Lê em nikarin biçin çewlika xwe ya ku me îro ava kiriye. Normal, mesafeya di navbera axa me û heywanên me de kîlometreyekê ye, lê em dikarin li dora 15 kîlometreyan bizivirin û bi wî rengî biçin. Eger mesele ewlekarî be, bila werin ewlehiya me pêk bînin. Bi rijandina kevir, axê ewlehî pêk nayê. Em ewlekariyek wisa naxwazin, em dixwazin bi serbestî biçin û bên. Me bi çavên xwe dît, polîsan rê girtin. Eger qeymeqamê navçeyê vê rê veneke, em ê bi rêbaz û destên xwe vê rêyê vekin. Em amade ne ku cezayê wê çi be em bikişînin. Binçavkirin, girtîgeh, em ji van natirsin.Tişta ku li me dikin îşkence ye.”
Hazar Alam jî anî ziman ku nikarin bi rihetî biçîn gundê xwe û wiha axivî: “Em nikarin wek bere bi keran biçin û bên. Li gundê me kesekî xerîb nîne. Her em in. Em dixwazin rêya me bê asfaltkirin. Em rê vedikin, ew dîsa digirin. Em naxwazin êdî rêya me bê girtin, em dixwazin di zûtirîn demê de rêya me bê vekirin."
MA / Ahmet Kanbal