Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de

img

ÎZMÎR - Pêvajoyên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ketin, ji ber neavêtina gavan ji aliyê desthilatan ve an jî ji ber armancên wan ên "tasfiyekirinê" hatin berhwakirin. Rojnameger Amed Dîcle got: "Eger înkar û îmha raweste, dê tundî û şer jî bi dawî dibe. Heta ku feraset neyê guhertin, çareserî nayê pêşxistin."

Polîtîkayên îmha û înkarê yên ji damezrandina komarê heta niha bûne sedem ku pirsgirêka Kurd a dîrokî hîn kûrtir bibe. Çendî partiyên ku welêt bi rê ve dibin hatibin guhertin jî, lê nêzîkatiya “ewlekariyê” ya ji bo pirsgirêka Kurd tu carî neguheriye. Hikûmetên ku pirsgirêkê paşguh kirin an jî tunehesibandin ji holê rabûn, lê berxwedana li dijî îmha û înkarê qet nesekinî.
 
Piştî ku berxwedana Şêx Seîd, Agirî, Zîlan û Dêrsimê bi xwînxwarî hat tepisandin, di sala 1973'yan de bingeha rêxistinbûneke nû hat avêtin. Abdullah Ocalan bi civîneke ji 6 kesan a li Bendava Çubuk a Enqereyê di Newroza 73'yan de, bingeha PKK'ê avêt. Ocalan û hevalên wî, di 27'ê Mijdara 1978'an de, li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê PKK'ê ava kirin.
 
PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê û li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya çekdarî ya yekem pêk anî. Ji aliyê rayedarên dewletê yên wê demê ve PKK wekî “komeke talanker" hat binavkirin. Ewilî ji bo emrê PKK'ê 6 saet muhlet hat dayîn. Dû re, ev dem bû 72 û paşê hefteyek. Lê PKK ya ku 6 saet ji bo umrê wê wext hatibû dayîn, zêdetirî 46 sal in hebûna xwe didomîne.
 
Dema ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ji aliyê bi milyonan ve hat qebûlkirin, polîtîkayên "ewlehiyê" yên li ser pirsgirêka Kurd jî hîn kûrtir bûn. AKP ku di 3'yê Mijdara 2002'yan de hat ser desthilatdariyê, di rojên destpêkê de li ser demokrasî û mafên mirovan daxuyanî da. Her çendî dem bi dem der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de soz hatibin dayîn jî, asta êrişan hê bêtir hat zêdekirin. 
 
Agirbestên ku PKK’ê der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de îlan kiribûn, yan ji aliyê desthilatan ve hatin berhewakirina yan jî ji ber provokasyonan bi ser neketin.
 
PÊVAJOYÊN AGIRBESTAN
 
Yekem têkiliya PKK û dewletê di dawiya sala 1992’yan de bi hewldanên serokkomarê wê demê Turgut Ozal pêk hat. Di 20'ê Adara 1993'yan de bi navbeynkariya hin kesayetan ku di nav wan de Serokê YNK'ê Celal Talebanî jî hebû, Abdullah Ocalan li bajarokê Bar Elias ê Lubnanê di 20'ê Adara 1993'yan de civîneke çapemeniyê li dar xist. Ocalan di vê civînê de daxuyand ku di navbera 20'ê Adar û 20'ê Nîsanê de agirbesr îlan kirine. Hê hevdîtin dewam dikirin, agirbest di 15'ê Nîsana 1993'yan de du mehên din jî hat dirêjkirin. Lê du roj şûn de Serokkomar Ozal bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
 
Ev pêvajoya agirbestê wekî "hewldana pêvajoya aştiyê ya yekem" ket nava rûpelên dîrokê. Lê ji ber geşedanên herêmî û provokasyonên komên paramîlîter ên li Tirkiyeyê ev pêvajo têk çû. Li aliyekî operasyonên leşkerî zêde bûn, li aliyê din jî bi sedan gund hatin şewitandin û valakirin.
 
Suleyman Demîrel ku ji destpêkê ve li dijî pêvajoyê bû, piştî Ozal bû serokkomar. Di serdema Tansu Çîllerê de, karsazên Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran kes bûn qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan qet nesekinî.
 
Hewldana agirbestê ya duyemîn di 15'ê Kanûna 1995'an de, ya sêyemîn jî di 1'ê Îlona 1998'an de pêk hat. Abdullah Ocalan, di roja navborî de bi rêya MED TV'yê agirbestê ragihand. Piştî agirbestê demeke kin li dijî Abdullah Ocalan komplo hat destpêkirin. Ocalan ku 40 sal piştî agirbestê ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15'ê Sibata 1999'an de li Kenyayê hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê.
 
Di 1'ê Îlona 1999'an de agirbesta çaremîn hat îlankirin û heta dawiya sala 2002'yan de hemû endamên PKK'ê xwe vekişandin Herêma Kurdistana Federe, lê belê desthilata AKP'ê vê derfetê baş nenirxand. 
 
OSLO Û PÊVAJOYÊN 'ÇARESERIYÊ'  
 
AKP'ê, di sala 2005'an de bi awayekî qismî dest bi hevdîtinan kir bi PKK'ê re. Hat diyarkirin ku Alîkarê Musteşarê wê demê Hakan Fîdan bi talîmata Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di navbera salên 2007-2008'an de hem bi Abdullah Ocalan re hem jî bi nûnerên PKK'ê re hevdîtin pêk aniye. Fîdan, Alîkarê Musteşarê Serokwezîriyê yê wê demê û paşê bû Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT), Alîkarê Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Afet Guneş û nûnerên din ên MÎT'ê û ji KCK'ê Mustafa Karasû, Sabrî Ok û Zubeyîr Aydar beşdarî hevdîtinên li Osloyê hatin kirin bûn. Piştî Osloyê Hakan Fîdan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Pêvajo ji aliyê her du aliyan ve wekî “Pêvajoya Çareseriyê” hat binavkirin.
 
Heyeta hikûmetê û Nûnertiya HDP'ê ya Îmraliyê di 28'ê Sibata 2015'an de li avahiya Serokwezîriyê ya li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê metna hevpar a bi navê "Lihevkirina Dolmabahçeyê" eşkere kirin. Di heyeta hikûmetê de Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Alîkarê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal û Musteşarê Asayîş û Ewlekariyê Muhammed Dervîşoglû cih girtin. Lê belê di 17'ê Tîrmeha 2015'an de Serokwezîr Erdogan ji rojnamevanan re axivî û got ku ew wê peymanê nas nakin.
 
Di vê pêvajoyê de hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi hezaran siyasetmedar hatin girtin. Her wiha qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, goristan hatin xerakirin, bajar hatin kavilkirin, bi deh hezaran mirov neçar man koç bikin, rojname, ajans û komele hatin girtin.
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Germa geşedanên cîhanî û herêmî çareseriya pirsgirêka Kurd careke din anî rojevê. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku ji berê heta niha li dijî hemû pêvajoyan rawestiya bû, di 22'yê Cotmeha 2024'an de di vekirina Meclisê de bi destê endamên DEM Partiyê girt û di civîna komê ya ku yekser piştî wê de pêk anî de behsa "mafê hêviyê" yê Ocalan kir.
 
Piştî îfadeya Bahçelî destûr hat dayîn ku Abdullah Ocalan ê ku 41 meh bûn agahî jê nedihatin girtin, hevdîtin bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, biraziyê Abdullah Ocalan, re bike. Piştre endamên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
 
ENDAMÊ ŞANDEYÊ ONDER JIYANA XWE JI DEST DA
 
Di civîna sêyemîn a 27'ê Sibatê de Şandeya Îmraliyê hat berfirehkirin. Ocalan li vir bi şandeyê re daxuyanî da û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Piştî vê bangê yekser PKK'ê biryara agirbestê da. Tevî ku 2 meh di ser bangawaziyê re derbas bûne jî, ji aliyê dewlet/desthilatê ve tu gavên berbiçav nehatin avêtin. Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Nîsanê de li nexweşxaneya ku 18 rojin bûn lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Rojnameger Amed Dîcle ku li ser pêvajoya Osloyê û pêvajoyên nelihevkirinê pirtûkek amade kiriye, geşedanên ji dema borî heta niha yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandin.
 
PÊVAJOYA 28'Ê SIBATÊ
 
Dîcle bal kişand ser hevdîtinên di serdema Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan de hatin kirin û got: "Piştî ku Turgut Ozal mir an jî hat kuştin, pêvajo bi temamî xera bû û konsepta şerê kûr ket meriyetê. Tansu Çîller û Serfermandarê Giştî Dogan Guneş û Mehmet Agar, vê konseptê heya 1995'an domandin. Di 1996'an de Necmettîn Erbakan, bi rêya Alîkarê Serokê Sûriyeyê ji Abdullah Ocalan name şandin û ji bo lêgerîna çareseriyê peyam didan. Ocalan jî dibêje 'bi navê çareseriya siyasî û aştiyê hûn çi bixwazin em ê wê bikin'. Paşê derbeya 28'ê Sibatê çêbû. Her çendî derbeya 28'ê Sibatê wekî tedbîrek li dijî îrticayê bê dîtin jî, li pişt wê lêgerîna çareseriya siyasî ya têkildarî meseleya Kurd heye. Ger mesele îrtica bûna, dikaribû bi awayekî din jî bihata çareserkirin. Meseleya sereke ya ku rê li ber 28'ê Sibatê vekir, ez wiha difikirim ku nameyên Erbakan ên ji bo Ocalan bûn."
 
Dîcle da zanîn ku di demên pêş de bi nûnerên PKK'ê yên li Ewropayê re bi Sabrî Ok û Muzaffer Ayata yên li Girtîgeha Bûrsayê dihatin girtin re hevdîtin pêk hatine û Ok bi telefona ku ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn bi Abdullah Ocalan re axiviye. Dîcle bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de komploya navneteweyî jî hatiye plankirin û 40 roj piştî agirbestê Ocalan ji Sûriyeyê hatiye derxistin.
 
PÊVAJOYA 2013-2015'AN
 
Dîcle bal kişand ser vê yekê ku piştî AKP bûye desthilat, pêvajoyên berê hatine redkirin û got: "Heta ku AKP bû desthilatdar, Ocalan di hefteyê de 2-3 caran bi parêzer û malbata xwe re bi rêkûpêk hevdîtinan dikir. Lê Abdullah Gul piştî bû serokwezîr, tecrîdeke 6 mehan pêk anî. Di wê demê de plansaziyeke zelal a PKK'ê û pirsgirêkên navxweyî yên PKK'ê hatin çêkirin. Di encamê de tevger bi perspektîfa Ocalan ji nû ve kom bû. Di 1'ê Hezîrana 2004'an de dewra şer a nû dest pê kir. Di wê demê de rola li AKP'ê hatibû fesilandin, li şûna tundiyê, pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike bû û di sala 2005'an de piştî rewşenbîr ketin dewrê hin peyam hatin dayîn. Li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtin kirin û Erdogan jî di ser rewşanebîran re peyam şandin. Hevdîtinên di salên 2013-2015’an de dewam kirin, têkildarî rewşa herêmê pêş ketin." 
 
Dîcle anî ziman ku armanca desthilatê di van pêvajoyan de "tasfiye"bûye û got: "Ji ber ku aliyê Kurd ev yek dizanibû, bi hişyarî nêzî pêvajoyê bû. Ji ber vê yekê bal kişand ser birêxistinkirina li Rojava û têkoşîna siyasî ya li Tirkiyeyê. Aliyê Kurd fêkiyên têkoşîna siyasî bi hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an re hilda. Di heman demê de li Rojavayê, bi berxwedana Kobanê re şoreş pêk nehat. wekî ku hatibû plankirin pêvajo bi rê neçû û paşê hat xerakirin. Heta Cotmeha 2024’an em di pêvajoyeke pir tund re derbas bûn.”
 
'VEGERA VÊ PÊVAJOYÊ TUNE YE'
 
Dîcle da zanîn ku geşedanên li herêmê çareseriyê li ser her du aliyan ferz kiriye û got: "Bi salan e aliyek êriş dike, aliyê din jî li ber xwe dide." 
 
Dîcle bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a "ger şert û merc guncav bin ez dikarim pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxim zemîneke hiqûqî û siyasî" û got: "Ocalan dixwaze Kurd bibin aktorekî ku bi înkarê nayên tunekirin. Nexşerê ya nû dide Kurdan ku têkoşîna xwe li ser zemîneke siyasî û hiqûqî bidomînin. Di heman demê de ji bo Kurdan stratejiyeke nû ya têkoşîna pêş dixe. Ji dewletê re jî dibêje dest hi stratejiya şer berde û ger mesele PKK û çek be, ew dikare wan betal bike. Tevgereke birûmet berpêşî dewletê dike." 
 
Dîcle da zanîn ku Ocalan dixwaze mafên Kurdan di bin banê Meclisê de bên nîqaşkirin û got: "Ji ber vê yekê ev bang hem ji bo dewletê gavek e ku paradîgmaya xwe biguherîne, hem jî ji bo Kurdan gavek stratejîk û kûr e ku paradîgmaya xwe biguherîne. Encama vê pêvajoyê çi dibe bila bibe, tundî an çareserî be, wê ne wekî berê be. Ev pêvajoyeke ku vegera wê tune ye. Em hêvî dikin ku ber bi aşştiyê û çareseriyeke siyasî ve biçe. Lê ger ev pêk neyê, wê pêvajoyeke tundiyê ya ku xweziya xwe bi ya berê bîne wê çêbibe." 
 
Dîcle anî ziman ku Hakan Fîdan li dijî pêvajoyê ye û got ku Erdogan hem nexşerêyên Fîdan û hem jî yên Devlet Bahçelî bi hev re dixebitîne. Dîcle bilêv kir ku di pêvajoya pêş de kîjan hewce be wê Erdogan li gor wê tevbigere û ya ku niha dewlet di hevdîtinan de ferz dike ew e ku Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu. 
 
Dîcle bilêv kir ku berê pêvajo ji be rnegavavêtina desthilatê xitimîne û got ku meseleya sereke, meseleya ferasetê ye. Dîcle destnîşan kir ku heya feraset neguhere wê çareserî pêş nekeve û got ku wê feraseta êrişa li ser Kurdan bidome. 
 
MA / Tolga Guney
 
 

Sernavên din

16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan
11:41 Li Bursayê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
11:40 Şewata li Bedlîsê hate vemirandin
11:16 Li Xezeyê 2 jê zarok 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
11:15 Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin
10:51 Civaka Elewî hemwelatiya wekhev dixwaze
09:55 Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin
09:36 '7 şibakeyên tecrîdê' bi 3 zimanan hat wergerkirin
09:29 Xwebûn bi manşeta ‘Ziman xeta sor e’ derket
09:28 Mafên girtiyan ên sihbet, pirtûk û werzîşê tên astengkirin
09:19 Sekreterê Partiya Sor: Divê Ocalan di şert û mercên azad de biaxive
09:00 Alîgirên Amedsporê li dijî cezayan bi tîma xwe re ne
09:00 ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025’AN
24/08/2025
17:23 Mihrîcana baweriyê ya li Gimgimê bi dawî bû
17:15 ‘Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne: Divê bêdudilî piştgiriyê bidin aştiyê’
17:12 Bakirhan: Dengbêjan bîra gelê Kurd parastin
15:50 NADA’yê ji bo Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî kir
15:49 DYA’yê biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê derbixe
14:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike
13:42 Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin
12:58 Şewata li Licê hate vemirandin
12:57 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike
11:36 MSD: Komxebata şêwirê hate taloqkirin
11:35 Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin
11:22 Jinan ji bo destûra bingehîn a nû bang kir: Werin em gotina xwe bikin yek
11:22 Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da
11:20 Hunermendên Elewî ji pêvajoyê bihêvî ne
10:07 Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin’ derket
10:00 30 sal in li Licikê bêrîvaniyê dike. Jeotermal dê xwezaya me tune bike
09:59 Ji ber lêgerîna petrolê ya li Gabarê zêdetirî 3 hezar kes bêav hatine hiştin
09:23 Serokê ÎHD’a Yilmaz: Divê li Ocalan guhdarî bikin
09:00 Karkerên qeyûm ji kar derxistî 25 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN
07:30 Li Mereşê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
23/08/2025
17:10 Avakirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê hate protestokirin
15:48 Li Stenbolê bi jinan re çalakiya ‘xeleka aştiyê’ hate lidarxistin
15:36 Çalakiya 700'emîn a Rûniştina F: Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş
15:20 Rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:12 Dayikên Şemiyê: Aştî bi axaftina heqîqetê ve pêk tê
15:02 Li Sindirgiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
14:23 Li Derînceyê şewat li nava bereqe û konteyneran belav bû
13:53 Xizmên windayan bang li komisyonê kirin: Dema pratîkê ye
11:29 Wan ji bo mîtîngê amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
10:49 Ji bo mirina biguman a du xwişkan dozgerê taybet hat peywirdarkirin
10:21 Bati yê ku di Komîsyonê de axivî: Ger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin dê pêvajo bi leztir pêş ve biçe
09:57 ‘Ewlehiya jinan bingeha aştiyê ye’
09:53 Efserê ku çawîşê pispor ew birîndar kiribû mir
09:50 Li Mîlasê jinek hat qetilkirin
09:33 Geçmez: Divê her kes bê guhdarkirin, pêvajo li ser esasê hiqûqî bê rûniştandin
09:07 Li bajarê ku nifûsa wî 550 hezar e tenê onkologek heye
09:06 'Em ji bo şikandina xeleka polîtîkaya şerê taybet têdikoşin'
09:04 Qeydên Dibistana Egîdê Cimo didomin
09:03 Xebatkarên rêbejahiyê ku bi dînamîtan xwezayê texrîb dikin: Me serobino kir!
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2025'AN
22/08/2025
16:32 Kanala Zoom TV a Lahûr Şêx Cengî hat girtin
16:10 Li Mûşê civîna ‘yekitiyê’: Divê her kes dev ji berjewendiyan ber de
15:41 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
15:40 Ozel: Em ê ji ber xelaya li Xezeyê banga civîna awarte li Meclisê bikin
15:38 Dîroknasê sosyalîst Laikos piştgirî da banga Ocalan
15:00 Karmendên ku xwestin ber bi qesrê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin