ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan biryarên PKK’ê nirxand û got: “Divê Meclis bikeve dewrê. Erk û berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.”
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan têkildarî biryara PKK’ê ya “Em xebatên xwe bi dawî dikin”, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Pervîn Buldanê got ku PKK li dijî înkarkirina Kurdan derketiye holê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinan de ev yek gelek caran vegotiye. Pervîn Buldan, bi domdarî got: “Birêz Ocalan her tim got ku ew dixwaze pêvajoya şer a 52 salan bi dawî bike, aştî bikeve dewrê û êdî siyaset biaxive. Di daxuyaniya îro de jî bal kişandin ser vê rewşê. PKK’ê ragihand ku ew pevçûnan bi dawî dikin û xwe fesix dikin. Ev, geşedaneke dîrokî ye. Bidawîna şerê li Tirkiyeyê di heman demê de tê wê wateyê ku demokratîkbûn bikeve dewrê.”
'BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
Pervîn Buldan, bi domdarî anî ziman ku êdî derbasî qonaxeke nû bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi ye ev qonaxa nû? Helbet, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ev têkoşîna ku gelê Kurd bi sala ye didomîne, êdî divê demildest Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve bibe û bi aştiyê tacîdar bibe. Hewceye astengiyên li pêşiya vê bên rakirin. Niha tekane tişta divê em bikin jî têkoşîna ji bo vê ye. Ji ber ku her du aliyan jî biryara xwe daye. PKK’ê biryara xwe daye û derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxê de erk û berpirsyartî dikevin ser milê her kesî. Hewceye her kes van erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin.”
‘OCALAN DÊ BI ROLEKE MEZIN RABE’
Di berdewamê de Pervîn Buldanê bal kişand ser gotina “Ji bo pratîkbûna biryaran, divê Abdullah Ocalan pêvajoyê birêve bibe û hewcehî bi zemîna siyasî û hiqûqî heye” û ev tişt anî ziman: “Bêguman divê birêz Ocalan di dewrê de be. Ji ber ku di mijara dîzaynkirina siyaseta demokratîk de birêz Ocalan dê bi roleke mezin rabe. Lewma jî divê hevdîtin bidomin, mercên birêz Ocalan bên başkirin, derdorên cuda bikarin biçin Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re li ser aştiyê were axaftin. Ji bo birêz Ocalan bikare bi rol û mîsyona xwe rabe, ev yek firsendeke.”
‘DIVÊ MECLIS BIKEVE DEWRÊ’
Pervîn Buldanê bal kişand ser rola Meclisê û wiha got: “Bêguman divê Meclis bikeve dewrê. Di vê mijarê de berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê Meclisê. Divê hinek qanûn û yasa derkevin û di hinek qanûnan de guhertin bên kirin. Ez ji bo aliyê demokratîkbûnê dibêjim. Ji ber ku li Tirkiyeyê bêhiqûqtiyeke mezin heye. Bêedaletiyên mezin hatin kirin. Divê ev tevek bên başkirin. Ji bo vê jî divê Meclis têkeve dewrê. Di vê mijarê de ez bêhêvî nînim lê pêdiviya me hinek bi demê heye. Li gorî min divê her kes di demekî herî nêz de berpirsyartiya xwe bicih bîne.”
‘PÊDIVÎ BI TEVAHIYA CIVAKÊ HEYE’
Pervîn Buldanê daxuyand ku divê tevahiya civakê bikare aştiyê ragire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê civak ji bo pêvajoya demokratîkbûnê alîkar be. Divê her kes bi rola xwe rabe. Divê her kes di pêvajoyê de cih bigire. Ji ber ku ev meseleye ne tenê meseleya Kurdan e. Tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike.”
'XEYALÊN ONDER BICIH TÊN’
Pervîn Buldan, bi domdarî Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got: “Kedeke wî ya mezin heye. Xwezî ev roj bidîta. Ruhê wî bila şad be, xeyalên wî pêk tên.”
PERVÎN BULDAN DÊ BIÇE SERDANA DEMÎRTAŞ
Pervîn Buldan, da zanîn ku dê di çarçoveya biryara PKK’ê û geşedanên dawî de biçe serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û piştre li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal agahiyan bide.
MA / Mehmet Aslan