AMED - Di axaftinên di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de bang li dewletê hate kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, 18’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê li dar xist. Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedar tev li bûn. Li eywana lijneya giştî wêneyên kesên di bin çavan de û di cînayetên kiryarnediyar de jiyana xwe ji dest dane hatin hilayîstin. Her wiha pankartên ku balê dikişînin ser polîtîkayên necezakirinê û rewşa girtiyên nexweş jî hatin daliqandin.
ÇARAN Û KAYPAKKAYA BI BÎR ANÎ
Eren Keskîn ji bo serokatiya dîwana lijneya giştî hate hilbijartin. Eren Keskîn, bal kişand ser geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Heta axaftina li ser aştiyê jî dilê mirov aram dike.” Eren Keskîn, bi domdarî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku weke “Çaran” tên zanîn û di 17’ê Gulana 1982’yan de li Zindana Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandin û şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ku di 18’ê Gulana 1973’yan de li Zindana Amedê hate qetilkirin, bi bîr anî. Eren Keskîn, got: “Me kesên bi têkoşîna xwe rê nîşanî me dayin ji bîr nekirine. Tevek jî li dijî îşkenceyê têkoşiyan.”
'DIVÊ MAFÊN KURDAN BÊN MISOGERKIRIN’
Serokê Şaa ÎHD’a Amedeê Ercan Yilmaz jî bal kişand ser polîtîkayên yekperestiyê û ev tişt anî ziman: “Hewceye mafên Kurdan ên qanûnî û makezagonî bên naskirin. Ev meseleya ku sedsal e û yekser bandorê li jiyana milyonan kesan dike, divê were çareserkirin. Ji bo çareseriya mayinde jî divê nasnameya Kurdan, ziman û çanda wan di destûra bingehîn de bê misogerkirin. Aştî, ne tenê bidawîkirina şer e. Her wiha hevrûbûna bi heqîqetê re, cîbicîkirina edaletê û jinûveavakirina baweriya di navbera gelan de ye.”
'EM ÇARESERIYEKE AŞTIYANE DIXWAZIN’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got: “ÎHD dixwaze ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Dibêjin ‘her tiştê Kurdan heye.’ Pirsgirêka Kurd Lozan e, komara nedemokratîk e. Komkujiyên Dêrsim, Koçgirî û Zîlanê ne. Pirsgirêka Kurd zindana Amedê ye. Pirsgirêka Kurd ‘Bi Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye. Qedexekirina zimanê Kurdî ye, tayînkirina qeyûman e. Pirsgirêka Kurd gelek e û li benda çareseriyê ye.”
‘TECRÎD DIDOME’
Kuçukbalaban, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Cezayê îdamê rakirin lê cezayê îdamê yê bi demê re hatiye vehêlandin didome. Tecrîda li ser birêz Ocalan hêj didome. Birêz Ocalan xwe da ber barekî giran. Peyam da dewleta demokrasî ji holê rakiriye. Em di mijara aştiyê de biisrar in. Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin, di cînayetên kiryarnediyar de polîtîkaya necezakirinê bê bidawîkirin û mafên Kurdan di qanûn de bên misogerkirin.”
‘HEWCEYE FIKARÊN GEL JI HOLÊ RAKIN’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî got: “Em di rojên dîrokî de ne. Ev rojên dîrokî teqez dê bên nivîsandin. Hevrêyên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane dê neyên jibîrkirin. Divê mafên tu mirovan neyên jibîkirin. Hewceye dewlet di vê mijarê de gavan biavêje. Hin derdorên dixwazin bi rêya şer xwe mezin bikin hene. Êdî ji xwînê têr bibin. Êdî ji kesên dixwazin berê gel bidin hev re jî bes e.”