ÎZMÎR - Nivîskar Yûsûf Karataş bal kişand ser bertekên ji ber rexneya PKK’ê ya têkildarî Lozanê û got: “Bi taybet jî dixwazin yekitiya têkoşînê ya fiîlî ku li Saraçhane û Newrozan di navera CHP û gelê Kurd û DEM Partî û hêzên demokrasiyê de derketiye holê tune bikin.”
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê kongreya xwe ya 12’mîn lidarxist. Di encamnameya kongreye de wiha hate gotin: “Partiya me PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dikê dîrokê. ” Van gotinan ji hêla nîjadperest-netewperestên ku li hemberî çareseriyê ne ji bo bertekên li dijî vê pêvajoyê zêde be hate bikaranîn.
Bi salan tê destnîşankirin ku komar ji aliye Kurdan ve hatiye damezrandin û bi makezagona 24’ê Tîrmeha 1923'an ve hatiye îmzekirin lê bi Hevpeymana Lozanê ve statuya Kurdan hatiye înkarkirin û digel vê yeke ev hevpeyman bûye metnek fermî ji bo înkarkirin û tunekirinê. Bi peymanê re sînorên hatin xêzkirin û Kurdistan bûye 4 parçe û netewe-dewletên ku bûne serdestên van parçeyan hemû mafên Kurdan ên neteweyî înkar kirin. Komara Turkiyeyê bi damezirandinê re bi mebesta avakirina neteweyekî dest bi bişaftina Kurdan, koçberkirina Rûman, Xiristiyanan û neteweyên kemin e kir. Di vê çarçovê de di 1923’an de bi pêveka tevî Peymana Lozanê di peymana ku di navbera Komara Tirkiyeyê û Qraltiya Yewnanistanê hate îmzekirin de Orrtodoksên Rûm ên ku li Ege, Trakya, Anatoliya dijiyan hatin koçberkirin ji bo Yewnanistanê û bi vê yeke ve pêdiviyên dawîn ên netewe-dewletê cîbicî bû. Di Magezagona 1924’an de pênaseya “hemwelatiyê” bi nasnameya “Tirkbûnê” ve hate sînordarkirin û ev pênase bû belgeya fermî ji bo dewleta ku bingeha wê li Lozanê hatibû avêtin. Di dîroka piştî wê de Kurdan serhildana xwe ya 29’mîn pêkanî, deshilatên ku bi zorê ev serhildan tepisandin ji aliye de dîtir jî gelek pogrom pêkanî ji bo mafê Elewî û Xiristiyanan.
‘DU METNÊN BINGEHA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ’
Nivîskar Yûsûf Karadaş, der heqê kongreya PKK’ê ku hêj di nava raya gel de tê nîqaşkiirn, Peymana Lozanê û Makezagona 1924’an de axivî. Karadaş, diyar kir ku Peymana Lozanê, Makezagona 1924’an li Tirkiyeyê bûne du metnên sereke ji bo kûrkirina pirsgirêka Kurd û bibîr xist ku piştî Şerê Rizgariyê Mustefa Kemal Ataturk di gelek cihan de qala dayîna mafên Kurdan kiriye. Karadaş, diyar kir ku bi pênaseya hemwelatiya Peymana Lozanê û Makezagona 1924’an ve sîyaseta înkar û imhaya Kurdan şêwegirtî û Karadaş wiha got: “Di biryarên kongreya PKK’ê de ji bo van îşaret hene. Rêxistinên beriya PKK’ê hatibûn damezrandin û rêxistinên yên 1924’an şûnde hatina damezrandin qala van du metnên siyaseta îmha û înkarê kirina. Ji ber vê yeke PKK, encama pirsgirêka Kurd deketî holê. Lê mijar tenê bi van herdu metnan ve negirêdayî ye. Heta niha ev siyaset, ji hêla desthilat û magezagonên dîtir de bi şêwazên cuda bûye înkara siyaseta bîngehîn ji bo înkara mafên demokratîk û yên neteweyî yê Kurdan."
‘NÎQAŞ BI KÊRÎ DESTHILATÊ TÊ’
Karadaş diyar kir ku bi rêya demokratîk ve çareserkirina pirsgirêka Kurdan re dê hinek encamên dîtir jî derên holê û divê netewperest û nîjadperest jî vê rastiyê bibînin, divê van kesana ji xwe bipirsin bi berdewamkirina nîqaşên li ser Lozanê û Makezagona 1924’an kêrî kê tên û Karadaş wiha got: “A yekemin ev nîqaş tê wateya valakirina CHP’ê. Di rewşa asayî de dê ji MHP’ê bertekên cuda bihatina. Lê bereksa wê van nîqaşan wek firsendek dibîne û dibêjin ‘kûrkirina nîqaşa di nava CHP’ê de dê kêrî me bê."
'EM DIKARIN PÊVAJOYÊ DI LEHA XWE DE BIRÊVE BIBIN’
Karadaş destnîşan kir, di biryara kongreya PKK’ê piştî banga Ocalan a di 27’ê Sibatê hate diyarkirin ku PKK di encama pirsgirêka Kurdan derketiye holê. Kardaş di axaftina xwe de got ku dêleva şaşiyên sedsal bere dê bi siyaseta demokratîk ve ev pirsgirêk çareser bibe û heta sûcên di dîrokê de li hemberî gele Kurd hatiye kirin re hevrûbûnek pêkneyê dê aştî neye avakirin û divê berpisiyarên van sûcan jî bên darizandin. Karadaş, di berdewamiyê de wiha got: “Bi hezaran kes hatine qetilkirin û windakirin. Di şerê di nava bajaran de em bûn şahid ku bi rojan laşên zarokên bê can di sarincan de hate veşartin. Rastiya desthilatek wiha heye. Berpirsiyar nehatin darizandin û hemû hatin xelatkirin. Ji bo van şaşiyan telafî bibe pêşerojek li gel baweriya gelan bê avakirin hevrûbûn şert e. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo cerdevanan gotinek kir mijar bi cihekî din ve girêdan. Li vî welatî cerdevantî yek ji sûcê şer e. Li rastê gelek rapor hene derbarê sûcên cerdevanan de. Niha em li vana nebînin em ê çawa bi hevre jiyanek hevpar avabikin.”
‘DIVÊ CHP SERERASTKIRINAN BÎNE’
Kardaş diyar kir ku divê firsend û xetereyên pêvajoyê baş bên tehlîlkirin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bahçelî di axaftina xwe de qala xetereyên herêmê û xetereyên ji bo Tirkiyeyê kir. Ger firsendên ji bo aştî û demokrasiye neye nirxandin û bisernekeve dê ji bo Tirkiyyeê rojên tarî bên. Dê Erdogan rejîma seroktiyê meyinda bike û rejîma faşîst ava bike, jixwe vê daxwaza xwe her tim nişan dide. CHP di gotinê de pêşverû ye. CHP ji bo dûrûtiya polîtîkayên desthilatê teşhir bike divê pêşniyara sererastkirinên demokratîk ji bo çareseriya Kurd pêşniyara, damezrandina komîsyonên hevrûbûna bi heqîqetê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, rakirina polîtîkayên qeyyûm bîne Meclisê.”
MA / Ugurcan Boztaş