Dayika ku 6 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan: Me zarokên xwe yên herî baş defin kir

  • rojane
  • 09:05 25 Gulan 2025
  • |
img

RIHA - Cemîle Ocalan a 95 salî ku 6 zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku êşa wê bi hatina aştiyê re sivik dibe û got, "Ji bo em rojeke xweş bibînin me zarokên xwe yên herî baş defin kirin." 

Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de hat kirin, PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir û di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist. PKK'ê di daxuyaniya xwe ya li Kongreya 12'emîn de ragihand ku ew ê çalakiyên xwe bi dawî bikin. Gavên ku PKK'ê li hemberî banga Abdullah Ocalan avêtiye, hêviyên aştiyê di raya giştî de zêde kirine. Jinên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya Kurd de winda kirine û xizmên wan ên girtî hene, bang kirin ku dewlet gav biavêje.
 
'BILA ÊDÎ CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN'
 
Xwişka girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) ê di 18'ê Tebaxa 2022'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê jiyana xwe ji dest da Îslîm Yilmaz (82) wiha axivî: "Em aştiyê dixwazin. Divê êdî dayikên leşker û gerîlayan negirîn. Em dixwazin Serokê me (Abdullah Ocalan) ji girtîgehê bê berdan. Me gelek êş dît. Dilê dayikan nikare mirina zarokên xwe hilgire. Berî ku ew jiyana xwe ji dest bide, ez çûm serdana Bozo ya li girtîgehê, gelekî qels bûbû. Nexweş bû lê nehiştin ku ew biçe. Divê tu kes li zindanê jiyana xwe ji dest nede '
 
Xwişka Bazo Yilmaz Kamîle Şen (65) wiha got: "Em naxwazin kes bikeve girtîgehan. Em naxwazin kes bêhna xwe ya dawî bi kelepçeyê li ser sedyeyê bistîne. Bila aştî û azadî were. Bila kes di zindanê de nemîne. Divê dewlet jî aştiyê bixwaze. Ji girtîgehê tabûtek ji me re hat, bila tu malbat ji girtîgehê tabûtê nestîne. Divê girtiyên nexweş di zûtirîn demê de werin berdan."
 
BANGA LI DAYIKÊN LEŞKERAN 
 
Adile Sarıkaya (70) a ku kurê wê Farûk Sarikaya yê 9 sal berê li Kobanê di têkoşîna li dijî DAŞ'ê de jiyana xwe ji dest da axivî û wiha got: "Kurê min li Kobanê jiyana xwe ji dest da, lê nehiştin cenazeyê wî bînin û li wir hat veşartin. Dewlet ji bo ku dayik negirîn divê gavan bavêje. Divê dewlet hewl nede ku me bixapîne. Divê dayikên leşkeran jî bên û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."
 
'DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE' 
 
Emîne Yaşar (65) ku li girtîgehan gelek xizmên wê hene wiha got: "Em her tim di bin zordariyê de ne. Me tu carî ronahiya rojê nedît. Em dixwazin niha rojên xweş bibînin. Rêberê me gav avêt, niha dora gavavêtinê ya dewletê ye. PKK'ê kongreyek li dar xist, çalakiyên xwe rawestand, lê Tirkiye bi balafirên şer êrîşê didomîne. Ev tê wateya ku aştiyê naxwazin. Lê em aştiyê dixwazin. Divê girtiyan serbest berdin. Eger gav neyê avêtin, ti tişt naguhere."
 
WEKHEVÎ DIVÊ
 
Dayika Aştiyê Cemîle Ocalan (95), ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de zarokên wê Faysal, Fîkret, Faîk, Ferîdûn, Zûbeyde û Belgîn ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane jî wiha axivî:  "Dema aştiyê li vê xakê hat û çû. Her kes dikare mîna bira bijî. Ev zilm wê heta kengî bidome? Me jiyanek ji bo vê mexsedê terxan kir. Zarokên min Faysal, Fîkret, Faîk, Ferîdûn, Zûbeyde û Belgîn di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Eger aştî were wê êşa wan sivik bibe. Beriya ku bimirim rojekê jî dixwazim aştiyê bibînim. Divê dewlet gavên rast bavêje. Divê dewlet dest ji ferzkirina zextan berde. Qala biratiyê dikin, lê biratî bi wekheviyê tê, ne bi zilmê dibe. Me zarokên xwe yên bedew bi hêviya dîtina rojeke bedew defin kirin."
 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere