Laura Castel: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan

  • rojane
  • 09:05 26 Gulan 2025
  • |
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama PACE'yê Laûra Castel têkildarî pêvajoyê ev tişt anî ziman: "Weke gava destpêkê divê Birêz Ocalan azad bibe û ne li girtîgehê, divê xwedî derfet be ku van hevdîtinan di heman astê de rû bi rû bimeşîne."
 
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara feshkirina xebatên PKK'ê yên di Kongreya xwe ya 12’emîn de hat wergirtin, derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de di derdorên cuda de nîqaş didomin. Endama Meclîsa Nûneran a Spanyayê Laûra Castel ku di heman demê de endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) ye têkildarî geşedanên rojevê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ev banga Abdullah Ocalan xwedî wateyeke dîrokî ye. Laura Castel ev bang weke gaveke wêrek û rast pênase kir û wiha got: "Ez dikarim bêjim ku gaveke gelekî wêrek a Birêz Ocalan e. Lê bêguman şert û mercên girtîgehê yên li Îmraliyê jî zêde ne baş in, ji ber ku ne azad e her tiştî bêje. Tevî vê yekê, li gorî min gelekî bi wêrekî hatiye avêtin, gaveke pêş ve hatiye avêtin."
 
Laûra Castel bal kişand ser biryarên PKK’ê ku piştî banga Abdullah Ocalan hatine ragihandin û wiha axivî: “Der barê pêvajoya aştiyê û polîtîkayên civakî de peyamên PKK’ê zelal in. Ez tenê dikarim vê erênî binirxînim. Ji ber ku li gorî min gavên ku hatine avêtin gavên wêrekî ne.”
 
'NIHA DEMA GAVAVÊTINA TIRKIYEYÊ YE' 
 
Laûra Castel da zanîn ku niha dor hatiye Tirkiyeyê ku li hemberî gavên ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin bikeve nava tevgerê û wiha got: "Niha dem hatiye ku hikûmeta Tirk gav biavêje. Beriya her tiştî pêkanîna diyalogeke bi niyeteke baş û nîşandana dilgermiya hikûmeta Tirk a di vê mijarê de, dikare bibe gaveke girîng. Weke gava destpêkê divê Birêz Ocalan azad bibe û li şûna li girtîgehê karibe van nîqaşan rû bi rû di heman astê de bi rê ve bibe. Piştre, dibe ku reformeke di destûra bingehîn de bibe tiştekî baş. Çareserî çi dibe bila bibe, wê têxe nava qanûnan; qanih bike.”
 
'DIVÊ KONSEYA EWROPA JÎ PÊVAJOYÊ ERÊ BIKE'
 
 Laûra Castel anî ziman ku divê Konseya Ewropayê jî tevkariyê li pêvajoyê bike û wiha axivî: "Her kes vê gavê weke gava destpêkê erênî dibîne. Niha, divê Konseya Ewropayê bibe organîzasyoneke ku dikare weke navbeynkar li gel vê pêvajoyê cih bigirin. Dibe ku niha dema vê yekê ye. Min ev pêşniyar jî kir, di civîna Heyeta Şopandinê ya li Rigayê de qala pêvajoya aştiyê, banga Birêz Ocalan û bêçekbûna PKK'ê kir."
 
‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ BÊ AGAHDARKIRIN’
 
Castel bi lêv kir ku PKK bi salane bi retorîka 'terorê' hedef hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Etîketkirina PKK'ê weke rêxistineke terorê ji bo hemû qalibê tarî yê ku ev çend sal in li ser tevgera Kurd hatiye xetimandin bûye pirsgirêk. Divê raya giştî ya navneteweyî bizanibe ku rastî çi ye. Ji ber ku eger gel bi rastiyê zanibe, wê bersivê bide. Bi perspektîfeke din, êdî dem hatiye ku em rave bikin bê Birêz Ocalan kî ye, tevgera Kurd çi ye, PKK çi ye.”
 
 
MA / Hîvda Çelebî
 

Sernavên din

28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
09:43 Îsraîlê êrişî dibistanê kir: Herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 Endamê CPT’yê Osman: Êrişên Tirkiyeyê pêvajoyê asteng dikin
09:12 Li Amedê dê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’ bê lidarxistin
09:11 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû ku ji sedî 92 astengdar e giran dibe
09:08 Abdulhakîm Daş: Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wekhev bê çareserkirin
09:07 Parêzerê girtiyê nexweş Tekîn: Em ji jiyana wî bi fikar in
09:05 Laura Castel: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan
09:02 ‘Heta ku Kurdî rizgar nebe, azadiya ramanê pêk nayê’
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2025'AN
25/05/2025
22:28 Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê bi konserekê bi dawî bû
20:03 Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû
16:13 Leyla Guven: Divê dewlet bi avêtina gavan jidiliya xwe nîşan bide
14:55 Li Dêrsimê welatî pev çûn: Serokê Cemxaneyê Yaşar Seyrek hate kuştin
14:34 Altûn ê piştî 30 salan hatibû berdan li warê xwe bi coş hat pêşwazîkirin
12:49 Tulay Hatîmogûllari: Ne tenê Kurd, pêdiviya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye
12:40 TSP’ê ji bo berdana Koç bang kir
12:35 Jin ji bo civaka demokratîk li ser rêveberiyên herêmî axivîn
12:02 Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dîsa wek Hevserokên KNK’ê hatin hilbijartin
12:00 Ji KNK’ê deklarasyona hevpar: Bi konferansa neteweyî em hêzên xwe bikin yek
11:06 Serokê Baroya Rihayê: Ji bo aştiya civakî divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:46 Nehiştin şandeya tenduristiyê ya Îtalyan biçe serdana Şengalê
10:31 Kane: Ger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, kes ne azad e
10:30 Kovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket
10:22 Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê: Dozger tiştekî zelal nabêjin