Parêzerê girtiyê nexweş Tekîn: Em ji jiyana wî bi fikar in

  • rojane
  • 09:07 26 Gulan 2025
  • |
img
ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn (67) dema hat binçavkirin di bin çavan de diranên wî hatin rakirin, testîsên wî hatin teqandin û ji ber pirsgirêka nefes wergirtinê bi tûpa oksîjenê jiyana xwe didomîne. Parêzer Ozcan Sarioglu anî ziman ku tahliyeya muwekilê wî 11 mehan hatiye taloqkirin û bi jiyana muwekilê xwe bi fikar e. 
 
Mijara girtiyên nexweş, tedawî û serbes neberdana girtiyên nexweş di rojevê de ye. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan a der barê mirinên li girtîgehan de pirsname da Wezareta Dadê û wezaretê diyar kir ku di navbera 24'ê Tîrmeha 2023 û Kanûna 2024'an de hezar û 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Wezareta Dadê têkildarî hejmara girtiyên nexweş agahiyan parve nake lê li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 28’ê Nîsanê li girtîgehan jê 335 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. 
 
Taloqkirina înfazên girtiyên nexweş li aliyekî, serbestberdana girtiyên nexweş ên cezayên xwe qedandine, ji aliyê Rêveberî û Desteyên Çavdêriyê ve tên derengxistin. Yek ji girtiyên nexweş ku berdana wî dereng maye Îbrahîm Tekîn ê 67 salî ye. Tekîn ê ku di 11’ê Gulanê de 30 sal cezayê xwe temam kir, bi biryara Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Alîaya Şakranê ya Îzmîrê û Desteya Çavdêriyê ya ku 'baş tevnegeriyaye' 11 meh tahliye taloq kir.
 
Tekîn di sala 1995’an de dema li Antalyayê hat binçavkirin di bin çavan de bi penseyê diranên wî rakirin, testîsên wî hatin teqandin, hestiyên parxanê hatin eciqandin. Ji ber îşkenceya binçavan, şert û mercên li girtîgehê nexweşiyên apneya xewê, astim û guatrê ketiye û niha li girtîgehê bi tûpa oksîjenê jiyana xwe didomîne.
 
JI JIYANA TEKÎN BI FIKAR IN 
 
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Îzmîrê parêzer Ozcan Sarioglû diyar kir ku Tekîn ê ku serbestberdana wî hat taloqkirin, careke din 'ceza' lê hatiye birîn. Sarioglu aşkere kir ku ew ji jiyana wî bi fikar in, li dijî biryara taloqkirinê îtiraz kirine lê ti encam wernegirtine û wiha got: “Dadgehên îtirazê ku li dijî biryarên Desteyên Çavdêriyê desthilatdariya îtirazê ye, tenê diyar kir ku ev biryara der heqê şexs de tenê di rojekê de ne meşrû ye û bêyî ku hincetekê nîşan bide, bêyî ku nirxandineke hiqûqî were kirin. Dadgeha Îcrayê, girtiyên ku cezayên xwe bi şertê serbestiya bi şert qedandine, mîna ku organeke dadgeriyê ye, ji nû ve daraz dike. Em vê yekê di nirxandina têkildarî muwekîlê xwe de jî dibînin. Di vê qonaxê de pirsên hatine kirin ne mimkun e ku li midûriyeta polîsan û ne jî li dadgehê were pirsîn. Kesên ku desteya darazê nîn in, di hevdîtinên lijneyê de hewl didin ku li baweriyên siyasî yên girtiyan bipirsin. Ji bo bersivên hatine dayîn, tê nirxandin ku girtiyên 'sempatiya bendewariyê ya ji bo rêxistinê' yan jî 'hîn jî pêwendiya wan bi rêxistinê re heye' rê li ber vê biryarê vedike ku gel 'ne ji rêveçûna baş e'. Biryar xwe dispêre texmînên wekî muwekîlê me yê 67 salî ku nexweşekî giran e, 'dibe ku ji nû ve tevlî rêxistinê bibe' an jî 'dikare di entegrekirina civakê de zehmetiyan bikşînin'. Dema ku Desteyên Îdarî û Şopandinê der barê azadiya girtiyan de biryaran bidin, divê parêzer jî li wir amade bin. Di van nirxandinan de divê mirov di mijara pirsên bêhiqûqî yên ji wan re tên kirin de, xwe bigihînin alîkariya hiqûqî. Ji ber ku ti nirxandineke li ser girtiyan nayê kirin, nayê qeydkirin. Biryara der barê azadiya şexsekî de bi belgeyeke ku îmzeya girtiyê tê de nîne, bi tenê îmzeyên endamên lijneyê biryar tê dayîn.”
 
DANEYÊN WEZARETÊ
 
Parêzer Sarioglu anî ziman ku parazvan û rêxistinên mafên mirovan têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên xebatan dimeşînin û wiha got: “Daneyên ku Wezareta Dadê di rojên dawî de eşkere kir, gelekî daneyên ku me bi dest xistine zêdetir e. Ev dane mirov ditirsîne. Mixabin, karê rêxistinên parêzvanîya mafên mirovan bi rastî tenê beşeka pir biçûk ya wêneyî derxist holê. Daneyên Wezaretê nîşanî me didin ku rewşa heyî gelekî mezintir û tirsnak e. Bêyî ku du sal derbas bibin jî hezar û 26 kes di girtîgehan de mirin, di rastiyê de mikurhatina sûc e. Di vê wateyê de divê mirov bipirse bê ka mirov li girtîgehan tedawiya bi çi rengî dikin. Hejmara zêde nîşan dide, ku mîna me beriya niha jî behs kiribû, di mijara xwegihandina tedawiyê de mirov tên sînordarkirin. Di nav sînorên dewletê de girtîgeh cihên ku 'ewlehî' herî zêde lê ne û desthilatdarî herî berfireh in. Li cihekî ku 7/24'an tevgerên girtiyan lê tên şopandin, sazî bêguman berpirsyariyeke gelekî mezin digire ser milê xwe. Divê Wezareta Dadê di 515 rojan de têrê neke ku daneyên derbarê vê gelek kesan de jiyana xwe ji dest dane parve bike.”
 
DIKIN MIJARA BAZARA SIYASÎ
 
Sarioglu têkildarî îşkence û binpêkirinên mafan ên ku ji aliyê kesên nexweş ên girtî ve tên jiyîn jî got ku di serlêdanên Saziya Tiba Edlî (ATK) de der barê rewşa girtiyên nexweş de biryarên pir bi alîgir tên dayîn. Sarioglû bibîr xist ku serbestberdana girtiyên nexweş di rêziknameya heyî de girêdayî ATK'ê ye û wiha axivî: "Lê belê ATK ji bo girtiyên gelekî nexweş û nêzî dawiya jiyana xwe raporên 'dikare li girtîgehê bimîne' jî dike. Em dibînin ku ATK 'helwesteke sîstematîk' qebûl dike. Lazim e ev 'helwesta' ATK'ê biguhere. Dema ku nirxandineke objektîf tê kirin, divê gelek girtî di girtîgehê de nemînin, lê mixabin di dawiya rojê de dema derbas dibin piştî tên berdan fikar û rexneyên me rewa dike. Baş tê zanîn ku di salên dawî de em di bin zexteke mezin de ne, lewma biryarên ji aliyê ATK'ê ve hatine dayîn ketine bin bandora vê yekê. Di mehên dawî de hem bendewariyên girtiyan hem jî yên malbatên wan derketin pêş. Ger rêziknameyên heyî li ber çavan bên girtin dê serbest bên berdan. Pêwîst e mijara girtiyên nexweş nebe mijara bazara siyasî.”
 
 
MA / Ugurcan Boztaş

Sernavên din

28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
09:43 Îsraîlê êrişî dibistanê kir: Herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 Endamê CPT’yê Osman: Êrişên Tirkiyeyê pêvajoyê asteng dikin
09:12 Li Amedê dê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’ bê lidarxistin
09:11 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû ku ji sedî 92 astengdar e giran dibe
09:08 Abdulhakîm Daş: Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wekhev bê çareserkirin
09:07 Parêzerê girtiyê nexweş Tekîn: Em ji jiyana wî bi fikar in
09:05 Laura Castel: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan
09:02 ‘Heta ku Kurdî rizgar nebe, azadiya ramanê pêk nayê’
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2025'AN
25/05/2025
22:28 Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê bi konserekê bi dawî bû
20:03 Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû
16:13 Leyla Guven: Divê dewlet bi avêtina gavan jidiliya xwe nîşan bide
14:55 Li Dêrsimê welatî pev çûn: Serokê Cemxaneyê Yaşar Seyrek hate kuştin
14:34 Altûn ê piştî 30 salan hatibû berdan li warê xwe bi coş hat pêşwazîkirin
12:49 Tulay Hatîmogûllari: Ne tenê Kurd, pêdiviya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye
12:40 TSP’ê ji bo berdana Koç bang kir
12:35 Jin ji bo civaka demokratîk li ser rêveberiyên herêmî axivîn
12:02 Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dîsa wek Hevserokên KNK’ê hatin hilbijartin
12:00 Ji KNK’ê deklarasyona hevpar: Bi konferansa neteweyî em hêzên xwe bikin yek
11:06 Serokê Baroya Rihayê: Ji bo aştiya civakî divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:46 Nehiştin şandeya tenduristiyê ya Îtalyan biçe serdana Şengalê
10:31 Kane: Ger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, kes ne azad e
10:30 Kovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket
10:22 Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê: Dozger tiştekî zelal nabêjin