AMED - Firat Nebîoglû li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin. Rapora Nebîoglû ya “Ji sedî 92 astengdar e” û nexweşiya wî ya gurçikan hene û rewşa wî her ku diçe girantir dibe.
Firat Nebîoglû ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, ji sedî 92 astengdar e. Hat zanîn ku rewşa Nebîoglû her ku diçe girantir dibe. Nebîoglû ku di 3 salan de 3 caran çû diyalîzê, gelek zeîf bû û daket 49 kîloyan. Hat zanîn ku pora Nebîoglû zêde weşiyaye, xwarinên jê re tên dayin ji bo nexweşiya wî guncav nînin, xwarin şor in û birûn in û ev jî ji bo nexweşiya wî baş nînin. Parêzerên Nebîoglû dan zanîn ku di betlaneyên fermî û bi taybet jî di betlaneyên cejnê de dermanên Nebîoglû nayên dayin.
Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, di 15’ê Nîsanê de ji bo Nebîoglû rapor amade kir û got; “Gurçikên wî êdî têr nakin.” Di heman raporê de hate gotin ku Nebîoglû ji pozê xwe bi zehmetî bêhnê digire û divê emeliyat bibe. Parêzerên Nebîoglû bi daxwaza taloqkirina înfaza cezayê miwekîlê xwe, di 22’yê Gulanê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.
SERLÊDAN BÊENCAM MAN
Nebîoglû, di sala 2015’an de li Êlihê hate darizandin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 14 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Dema Nebîoglû li girtîgehê bû, felcê lê da û ji sedî 92 astengdar bû. Di heman demê de nexweşiya wî ya gurçikan heye, baş nabihîse û hefteyê 3 rojan diçe diyalîzê. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ji ber nexweşiya gurçikan, ji bo Nebîoglû rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” da. Saziya Tipa Edlî (ATK) jî di 14’ê Adara 2022’yan de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da. Ji bo neqilkirina gurçikê 7 caran serlêdan hate kirin lê tu caran bersiveke erênî nehat dayin. Daxwazên tehliyeyê yên malbatê jî her tim hatin redkirin. Ji serlêdanên bo Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Girtiyan a Meclisê hatine kirin jî tu encamek derneket.
MA / Mujdat Can