NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê CPT'ê Kameran Osman agahî ragihand ku di roja ku PKK'ê kongreya xwe li dar xistî Tirkiyeyê 61 êriş pêk anîne û got: “Berdewamkirina êrişan aştiyê dereng dixe û pêvajoya aştiyê asteng dike.”
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, PKK'ê jî agirbest îlan kir. PKK'ê ku di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist, di 12’ê Gulanê de jî ji raya giştî re ragihand ku hemû xebatên xwe bi dawî kirine. Piştî biryara kongreya PKK'ê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê dewam kirin. Êrişên li ser herêmê hê jî didomin. Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) ragihand ku Tirkiyeyê di meha Nîsanê de 210 bombebaran û cureyên din ên êrişan pêk anîne ku 92 ji wan li ser bajarê Dihokê ne. Di rapora hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku êriş li gorî meha Adarê ji sedî 78 zêde bûne. Êrişên li ser herêmê bênavber berdewam dikin.
Endamê CPT’yê Kameran Osman têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
‘DI ROJÊN KONGREYÊ DE 94 ÊRIŞ HATIN KIRIN’
Osman, anî ziman ku roja ku PKK’ê kongreya xwe li dar xistî jî êriş berdewam kirine û got: “Di sê rojên kongreye 12 emîn a PKK de di rojê 5, 6 û 7'ê Gulanê de dewleta Tirk bi balafirên şer û çekên giran 61 caran Çiyayê Garê yê li sînorê navceya Amêdiyê ya girêdayi bajarê Dihokê êriş bir ser. Di roja ragihandina Kongreya 12’emîn a PKK anku di roja 12 Gulanê de dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê 94 eriş pek anî. Piştî kongreyê heta niha nêziki 200 eriş li ser herêma Kurdistanê pêk hatine û zêdetirî êriş û bombebaranan li sinorê navçeya Amêdiyê li Çiyayê Gare û Metînayê pêk hatine. Anku hemû êriş li sînorê Dihokê pek hatin.”
‘ÊRIŞ AŞTIYÊ DERENG DIHÊLE’
Osman, bi lêv kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin ji bo ku weke “pêvajoya aştiyê” bê binavkirin divê Tirkiye êriş û operasyonên xwe yên li ser herêmê bide sekinandin û wiha domand: “Niha zemîna pêvajoya aştiyê hatiye avakirin. Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo avakirina vê zemînê xwe fesix kir. Hemû çalakiyên partiyê rawestandiye. Divê dewleta Tirk jî bi awayek pratîkî bersivê bide vê zemîna aştiyê. Divê hemû êrişên xwe yên li herêma Kurdistanê rawestîne. Berdewamiya van êrişan paşxistina pêvajoya aştiyê ye, berdewamiya van êrişan rêya pêvajoya aştiyê digire. Pêwiste dewleta Tirk dawî li helwesta xweya dibêje ‘ez ê dawî li terorê bînim’ bîne. Pêwîste dewleta Tirk were pêş û zemîna aştiyê ava bike. Ji ber ku navê vê pêvajoyê, pêvajoya aştiyê ye, navê pêvajoyê ne pêvajoya dawîanîna terorê ye. Ew ziman xizmeta pêvajoya aştiyê nake. Berdewambûn û zêdekirina êrişan li hêma Kurdistanê ji xizmeta pêvajoya aştiyê nake.”
‘DIVÊ KU HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN’
Kameran Osman, bal kişand li ser rol û mîsyona hêzên navnetewî jî û got:” Ji bo ev pêvajoya aştiyê bigehe serkeftinê divê qada navnetewî di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de navbeynkariyê bike. Pêwîste çavdêya pêvajoyê bikin, di navbera herdu aliyande rolê xwe bi başî pêk bînin. Kijan alî nekarin gavê pratikî bavêjin berpirsyar werin girtin. Ji ber ku pêvajoyek mezine nêzîkî 42 salin şer û pevçon berdewame, xwestine pirsgirêka kurd li bakurê kurdustanê û Tirkiyê bi rêya çekdarî çareser bike. Heta niha tiştek bı dest beketiye. Niha dibe Amerika, welatên awropa û qada navnetewî divê derkevin holê û çavdêriya pêvajoya bikin, ji bo bicihanina pêvajoyê herdu aliyan berpirsyar bigirin.”
‘WEKE CPT’Î ME HEMÛ ÊRIŞ QEYD KIRINE’
Osman, da zanîn ku wan êrişên Tirkiyeyê yê li ser herêmê kirine rapor û pêşkeşî welatên navneteweyî kirine û got: “Em weke tîma CPT’yê ya li başûrê Kurdistanê çavdêriya operasyon, êriş û bomebaranên dewleta Tirk, binpêkirina mafan li cotkaran, sivîlan û şêniyê gund tê kirin, dikin. Têkildarî êriş û binpêkirinên mafam em zanyarî û bîlançoyê bi dewletên navnetewî re parve dikin. Em nîşan didin ku pêvajoya wiha pêk nayê. Divê hem dewleta Tirk gavên pratîkî biavêje hem jî PKK li ser gotina xwe be û hemû çalakiyên xwe rawestîne. Ji bo pêvajoya aştiyê were bi cih anîn. Me weke CPT hemû binpêkirinên mafan qeyd kirine û belav kirine.”
‘HEKE KU DILSOZ BIN DÊ DAWÎ LI ÊRIŞAN BÎNIN’
Osman, got heke Tirkiye di pêvajoya hatiye destpêkirin de dilsoz be dê mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de saz bike û wiha got: “Banga me ji dewleta Tirk re ew e ku ev 42 sale bi êrişan nekariye dawî li PKK'ê bîne. PKK'ê jî nekariya pirsgirêka Kurd li Bakur bi temamî çareser bike. Banga me ew e ku herdu alî werin ser maseyê goftûgo û pirsgirêka Kurd çareser bikin. Îro nebe jî divê pirsgirêka Kurd her were çareserkirin. Ji bo pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdustanê bê çareserkirin, hemû mafên Kurdan were dayîn û dawî li şer û pevçûnan bê. Niha ji bo herdu aliyan jî derfeteke gelek mezin bi destketiye. Banga me ji Tirkiyê re heye; ger pêdiviya wan bı aştiyê heye, ger ew ji aştiyê hes dikin divê dawî li êrişên xwe bînin. Ger PKK ji bi temamî li gel aştiyê ye divê li ser gotina xwe be û çalakiyên xwe yên çekdarî bisekinîne. Her wiha divê dewlet hemû girtiyên siyasî berde, hemû binkeyên xwe yên li başûrê Kurdistane vekişîne, zagonên xwe biguhere û mafên Kurdan bi rêya zagonan werin dayin. Bangawaziya me ev e.”
MA / Zeynep Durgut