Endamê CPT’yê Osman: Êrişên Tirkiyeyê pêvajoyê asteng dikin

  • rojane
  • 09:26 26 Gulan 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê CPT'ê Kameran Osman agahî ragihand ku di roja ku PKK'ê kongreya xwe li dar xistî Tirkiyeyê 61 êriş pêk anîne û got: “Berdewamkirina êrişan aştiyê dereng dixe û pêvajoya aştiyê asteng dike.”

 
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, PKK'ê jî agirbest îlan kir. PKK'ê ku di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist, di 12’ê Gulanê de jî ji raya giştî re ragihand ku hemû xebatên xwe bi dawî kirine. Piştî biryara kongreya PKK'ê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê dewam kirin. Êrişên li ser herêmê hê jî didomin. Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê  (CPT) ragihand ku Tirkiyeyê di meha Nîsanê de 210 bombebaran û cureyên din ên êrişan pêk anîne ku 92 ji wan li ser bajarê Dihokê ne. Di rapora hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku êriş li gorî meha Adarê ji sedî 78 zêde bûne. Êrişên li ser herêmê bênavber berdewam dikin. 
 
Endamê CPT’yê Kameran Osman têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
‘DI ROJÊN KONGREYÊ DE 94 ÊRIŞ HATIN KIRIN’  
 
Osman, anî ziman ku roja ku PKK’ê kongreya xwe li dar xistî jî êriş berdewam kirine û got: “Di sê rojên kongreye 12 emîn a PKK de di rojê 5, 6 û 7'ê Gulanê de dewleta Tirk bi balafirên şer û çekên giran 61 caran Çiyayê Garê yê li sînorê navceya Amêdiyê ya girêdayi bajarê Dihokê êriş bir ser. Di roja ragihandina Kongreya 12’emîn a PKK anku di roja 12 Gulanê de dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê 94 eriş pek anî. Piştî kongreyê heta niha nêziki 200 eriş li ser herêma Kurdistanê pêk hatine û zêdetirî êriş û bombebaranan li sinorê navçeya Amêdiyê li Çiyayê Gare û Metînayê pêk hatine. Anku hemû êriş li sînorê Dihokê pek hatin.”
 
‘ÊRIŞ AŞTIYÊ DERENG DIHÊLE’
 
Osman, bi lêv kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin ji bo ku weke “pêvajoya aştiyê” bê binavkirin divê Tirkiye êriş û operasyonên xwe yên li ser herêmê bide sekinandin û wiha domand: “Niha zemîna pêvajoya aştiyê hatiye avakirin. Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo avakirina vê zemînê xwe fesix kir. Hemû çalakiyên partiyê rawestandiye. Divê dewleta Tirk jî bi awayek pratîkî bersivê bide vê zemîna aştiyê. Divê hemû êrişên xwe yên li herêma Kurdistanê rawestîne. Berdewamiya van êrişan paşxistina pêvajoya aştiyê ye, berdewamiya van êrişan rêya pêvajoya aştiyê digire. Pêwiste dewleta Tirk dawî li helwesta xweya dibêje ‘ez ê dawî li terorê bînim’ bîne.  Pêwîste dewleta Tirk were pêş û zemîna aştiyê ava bike. Ji ber ku navê vê pêvajoyê, pêvajoya aştiyê ye, navê pêvajoyê ne pêvajoya dawîanîna terorê ye. Ew ziman xizmeta pêvajoya aştiyê nake. Berdewambûn û zêdekirina êrişan li hêma Kurdistanê ji xizmeta pêvajoya aştiyê nake.”
 
‘DIVÊ KU HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN’
 
Kameran Osman, bal kişand li ser rol û mîsyona hêzên navnetewî jî û got:” Ji bo ev pêvajoya aştiyê bigehe serkeftinê divê qada navnetewî di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de navbeynkariyê bike. Pêwîste çavdêya pêvajoyê bikin, di navbera herdu aliyande rolê xwe bi başî pêk bînin. Kijan alî nekarin gavê pratikî bavêjin berpirsyar werin girtin. Ji ber ku pêvajoyek mezine nêzîkî 42 salin şer û pevçon berdewame, xwestine pirsgirêka kurd li bakurê kurdustanê û Tirkiyê bi rêya çekdarî çareser bike. Heta niha tiştek bı dest beketiye. Niha dibe Amerika, welatên awropa û qada navnetewî divê derkevin holê û çavdêriya pêvajoya bikin, ji bo bicihanina pêvajoyê herdu aliyan berpirsyar bigirin.”
 
‘WEKE CPT’Î ME HEMÛ ÊRIŞ QEYD KIRINE’
 
Osman, da zanîn ku wan êrişên Tirkiyeyê yê li ser herêmê kirine rapor û pêşkeşî welatên navneteweyî kirine û got: “Em weke tîma CPT’yê ya li başûrê Kurdistanê çavdêriya operasyon, êriş û bomebaranên dewleta Tirk, binpêkirina mafan li cotkaran, sivîlan û şêniyê gund tê kirin, dikin. Têkildarî êriş û binpêkirinên mafam em zanyarî û bîlançoyê bi dewletên navnetewî re parve dikin. Em nîşan didin ku pêvajoya wiha pêk nayê. Divê hem dewleta Tirk gavên pratîkî biavêje hem jî PKK li ser gotina xwe be û hemû çalakiyên xwe rawestîne. Ji bo pêvajoya aştiyê were bi cih anîn. Me weke CPT hemû binpêkirinên mafan qeyd kirine û belav kirine.”
 
‘HEKE KU DILSOZ BIN DÊ DAWÎ LI ÊRIŞAN BÎNIN’
 
Osman, got heke Tirkiye di pêvajoya hatiye destpêkirin de dilsoz be dê mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de saz bike û wiha got: “Banga me ji dewleta Tirk re ew e ku ev 42 sale bi êrişan nekariye dawî li PKK'ê bîne. PKK'ê jî nekariya pirsgirêka Kurd li Bakur bi temamî çareser bike. Banga me ew e ku herdu alî werin ser maseyê goftûgo û pirsgirêka Kurd çareser bikin. Îro nebe jî divê pirsgirêka Kurd her were çareserkirin. Ji bo pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdustanê bê çareserkirin, hemû mafên Kurdan were dayîn û dawî li şer û pevçûnan bê. Niha ji bo herdu aliyan jî derfeteke gelek mezin bi destketiye. Banga me ji Tirkiyê re heye; ger pêdiviya wan bı aştiyê heye, ger ew ji aştiyê hes dikin divê dawî li êrişên xwe bînin. Ger PKK ji bi temamî li gel aştiyê ye divê li ser gotina xwe be û çalakiyên xwe yên çekdarî bisekinîne. Her wiha divê dewlet hemû girtiyên siyasî berde, hemû binkeyên xwe yên li başûrê Kurdistane vekişîne, zagonên xwe biguhere û mafên Kurdan bi rêya zagonan werin dayin. Bangawaziya me ev e.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

15/07/2025
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e