Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe

  • rojane
  • 12:12 29 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku di pêvajoya nû de pirsgirêka baweriyê ya Kurdan li dijî dewletê heye û got: “Pêvajo bi gavên yekalî nameşe. Divê her du alî gavan biavêjin. Bawerî wê demê dê pêş bikeve.” 

 
PKK’ê piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 12’emîn kongreya xwe li dar xist û biryara “fesixkirinê” da. Bi ser vê biryarê re 3 hefte derbas bûn. Lê heta niha jî dewletê tu gav neavêtiye. 
 
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Duran Kalkan, têkildarî geşedanên heyî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Kalkan, diyar kir ku pêvajoya nû bi hewldanên Devlet Bahçelî dest pê kiriye û got: “Rêber Apo înîsiyatîfek afirand. Lê belê pêvajo bi Rêber Apo re destpê nekir. Bi hewldana Devlet Bahçelî destpê kir. Di Cotmeha 2024'an de bi helwest û gotina Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ev pêvajo destpê kir. Devlet Bahçelî di vir de ne tenê weke helwesteke bi nêta baş nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da. Di civîna komê de qala hatina Rêber Apo ya li meclîsê kir, got, dikare li Koma DEM Partiyê biaxive, eger PKK xwe fesix bike ev dikare bibe, mafê hêviyê dikare bê nirxandin û bangeke bi vî rengî kir. Li ser vê bangê, bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin ku 4 salan hevdîtin dihate astengkirin. Di 23'ê Cotmeha 2024'an de biraziyê wî Omer Ocalan şandin Îmraliyê. Xwestin, bersiva Rêber Apo hîn bibin. Rêber Apo pêvajo, bûyer, bang nirxand û got, 'Ez dikarim bersivê bidim vê yekê, bi wate dibînim'. Got, eger şert û merc bêne afirandin, dikare pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer û tundiyê derbasî ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqî bike û hêza wî ya teorîk û pratîkî ya vê yekê heye. Li ser vê bingehê bersiv da bangê. Piştre jî Devlet Bahçelî bangên xwe dewam kir, hinek jî tevlî bûn. Rêber Apo jî bi vê înîsiyatîfê rabû û meşand. Divê rewş bi vî rengî bê fêhmkirin.” 
 
'PKK XWE DIGUHERÎNE’ 
 
Bi domdarî Kalkan anî ziman ku PKK “rêxistin” nîne lê “Tevgereke civakî” ye û wiha pê de çû: “Beriya her tiştî PKK rêxistinek nîne. Divê welê neyê dîtin. Yên ku hewl didin hinekî fêhm bikin, vê dibêjin; tevgereke civakî ye. Yanî rêxistineke teng nîne ku tenê xwe dispêre hêza xwe ya çekdarî. Eger bi vî rengî bûya wê 52 salan nikarîbûya îdare bikira. Belê dibe ku dema rêxistinan derbas bû be, lê belê PKK bêrêxistiniyê naparêze. PKK bi fesixkirina avahiya xwe ya rêxistinî re nabêje xwe bi rêxistin nekin, rêxistinan belav bike. Lîkîdasyonekê pêk nîne, nabe tevgereke lîkîdator, tasfiyekar nîne. Tasfiyekarî înkarkarî ye. PKK rabirdûyê înkar nake. Li ber her cûre rêxistinê ranabe. Berevajî vê yekê rabirdûyê dinirxîne, ji aliyê rêxistinî ve şert û mercên rabûna PKK'ê dinirxîne, dibêje ku ev yek rewşeke ji neçarî bû, mezinahiya têkoşînê, dîrokîbûna wê û serketinên mezin ên PKK'ê datîne holê, van ji xwe re dike esas, weke mîrateyê dibîne û xwedî lê derdikeve. Lewma rabirdûyê înkar nake. Berevajî vê yekê bi xwedîderketina li rabirdûyê re li ser wê paşerojekê diafirîne.”
 
Kalkan, diyar kir ku PKK xwe diguherîne û vediguherîne û wiha got: “Çi dinirxîne? Înkarperest, lîkîdator, dogmatîk nîne. Rexnekirinê dike, rexnedayinê dike. Yanî serdema ku PKK'ê afirandiye, şert û mercên wê yên leşkerî û siyasî dinirxîne. Wê demê Kurd, cîhan û şert û mercên Rojhilata Navîn cuda bûn. her wiha avahiyên fikrî yên li ser mirovahiyê li cîhanê serwer bûn, cuda bûn. Niha di van hemûyan de guhertinên bingehîn çêbûn. Li gorî vê guhertinê dibêje divê em jî biguherin. Çi datîne holê? Ya berê, ya ku ji aliyê dîrokî ve temenê xwe tijî bûye dike malê dîrokê û ya nû diafirîne. Yanî rexnekirinê dike, rexnedayinê dike. Bi vî rengî xwe diguherîne, vediguherîne. Yanî şoreşger e. Şoreşger dikarin guherîn û veguherînê bikin. Yên dogmatîk dikarin ya heyî dubare bikin.” 
 
Di berdewamê de Kalkan bal kişand ser nirxandinên Vladimir Ilyic Lenin û got: “Di salên şoreşê de gotineke gelekî bedew a Lenîn hebû. Di pêvajoyên şoreşê de dema ku tifaqên nû, şêweyên nû yên çalakiyê destpê dikirin, koma berê ya Bolşevîkan digotin, me filan tişt kir, hinek radibin dibêjin bila ya berê dubare bibe. Lenîn ji wan re digot, 'Ew kes ew dogmatîk in ku gotinên di ciwantiyê de hîn bûn û ji ber kirin heta mirinê dubare dikin'. Lewma destnîşan kir ku ev yek bi vî rengî nabe, şoreşger divê li gorî rewşa nû xwe bi pêş ve bibin, biguherînin, ev yek jî pêwîstiya şoreşgeriyê ye. Ev yek fikrê Lenîn bi xwe bû. Lê belê bi navê Lenînîzmê li cîhanê nêzîkatî, fikir û tevgerên herî dogmatîk afirîn. Hinek radibin li ser vê bingehê nêzî PKK'ê dibin.” 
 
'MA DÊ EMRÊ KURDAN BI ŞER DERBAS BIBE?’ 
 
Kalkan, da zanîn ku PKK xwe li gorî pêwîstiyên pêvajoyê diguherîne û vediguherîne û hewldanên Abdullah Ocalan tên têkildarî “guherîna” heyî bi bîr xist. Kalkan, got: “Rêber Apo di agirbesta 1'ê Îlona 1998'an de bi şênberî got, 'Çi dibe bila bibe em ê vê guhertinê pêk bînin'. Bi êrîşa komploya navneteweyî re ev guhertin hate astengkirin. Zext li PKK'ê kirin ku bixin nava şerekî bi vî rengî ku hinek vî şerî li gorî berjrewendiyê xwe bi kar bînin. PKK nekarî xwe ji vê yekê rizgar bike. Niha xwe jê rizgar dike. Lewma nêzîkatiyên bi wî cûreyî hemû şaş in. Vê yekê bibêjim; PKK 48 sal in berxwedana çekdarî dimeşîne, 41 sal in, li ser bingeha 15'ê Tebaxê şerê gerîla dike. Ev şer şerekî bênavber e. Lê belê berxwedana çekdarî ya esasî di Gulana 1977'an de ji bo hilanîna tola hevrê Hakî Karer destpê kir. Ji hingî ve 48 sal in berxwedana çekdarî tê meşandin. Ev yek li ser stratejiya rizgariya neteweyî rûnişt û li ser vê bingehê şerê gerîla hate meşandin. Niha dibêjin, piştî ewqas şerî çima dest ji şer tê berdan? Baş e, gelo ev gel wê timî şer bike? Yanî Kurd wê temenê xwe bi temamî bi şer derbas bike? Hinek xwe gelekî bi aqil dibîne. Eger ewqasî dilxwazê şer in bila bi xwe şer bikin. Eger ewqasî aşiqê şer in, bila nesekinin, şer bikin. Kê bi destê wan girtiye?” 
 
'PÎVANA ŞOREŞGERTIYÊ ASTA ÎDEOLOJÎKBÛNÊ EY’ 
 
Kalkan, bal kişand ser bertekên li dijî biryarên PKK’ê û ev tişt anî ziman: “Niha hinek rabûye hewl dide ji PKK'ê re qala şer bike, dersa şer bide. Dixwazin dersa gerîla bidin, qala girîngiya şer, wateya şer dikin. Vê PKK'ê 48 salan têkoşîna çekdarî meşand, 41 sal in bê navber şerê gerîla dike. Bila her kes li rastiya xwe binere û li gorî vê yekê biaxivin. Niha dema ku em dixwazin dawî li berxwedana çekdarî bînin, dibêjin ji şoreşgeriyê dûr ketine. Astat undiyê nikare şoreşgeriya rêbazeke têkoşînê diyar bike. Yên ku dibêjin, 'Rêbaza bi tundiya çekdarî şoreşgerî ye, ya ku dûrî tundiya çekdarî şoreşgerî nîne, reformîzm e' şaş in. Pîvana şoreşgeriyê asta wê ya îdeolojîk e. Têkoşînek çiqasî ji aliyê îdeolojîk ve kûr be, xwedî dijberan be, çiqasî karibe guhertinên îdeolojîk bike ewqasî şoreşger e. Çiqasî kêm dike, nikaribe guhertinên îdeolojîk bike, ew reformîzm e, pasîfîzm e, lewma şoreşger nîne. Yanî pîvana şoreşgeriyê ti carî tundiya çekdarî nîne. Yên ku wê ji xwe re dikin pîvan tenê hêzên desthilatdar û dewletê yên serdest in. Lewma ew gotin hemû pûç in. Weke tevger di guherîna stratejîk de ji bo bikaranîna amûr ûr êbazên têkoşînê yên vê serdemê em di nava hewldan, têkoşîna guherîn û veguherînê de ne. Ev yek ji bo avahiya me ya rêxistinî jî derbasdar e.”
 
DI PÊVAJOYA NÛ DE DÊ MODÊLA RÊXISTINKIRINÊ ÇAWA BE? 
 
Kalkan, pirsa “Di pêvajoya nû de modêla rêxistinkirinê dê çawa be?” jî wiha bersivand: “Nîqaş li ser rê û rêbazên pêvajoya nû tê kirin. Lewma zehmet e ku mirov yekser bibêje wê bi vî rengî be, ji xwe gotineke bi vî rengî jî rast nîne. Ev yek wê bi nîqaşan, têkoşînê, lêgerînê diyar bibe. Lê belê ev nayê wê wateyê ku PKK nizane çi dike. Nayê wê wateyê ku PKK di nava rewşeke nediyar û xumamî de ye. Na, welê nîne. PKK ji destpêka salên 2000'î ve, eger demeke diyar bê dayin ji sala 2004'an û vir ve di nava guhertina paradîgmayê de ye. Dawî li paradîgmaya desthilatdarîperest û dewletperestiyê anî. Şaristaniya demokratîk, yan jî paradîgmaya modernîteya demokratîk ji xwe re kir esas. Yanî paradîgmaya civaka demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîst ji xwe re kir esas. kete nava pêvajoyeke guherîn û veguherîna bingehîn a paradîgmayê. Bûyerên ku niha diqewimin ji hingî ve destpê kirine. Nû neketine rojevê. Teorî, nîqaşa vê, hewldanên wê yên pratîkî nû destpê nekiriye. Yên ku dibêjin nû destpê kiriye, haya wan ji rabirdûyê nîne. Lewma di nava pêvajoyeke ji 20-25 salan de gav di vê çarçoveyê de hatin avêtin. Lê belê hin gav nekarîn bêne avêtin. Bi kongreya 12'emîn re yên ku nekarîn bêne avêtin têne kirin, îrade û biryardariyeke bicihanîna guherîna paradîgmayê ya bi temamî hate destnîşankirin.
 
PÊVAJOYA NÛ YA RÊXISTINBÛYÎNÊ
 
Ya ku niha tê kirin pêkanîna bi temamî ya guherîn û veguherîna li gorî paradîgmaya nû ye. Ev çi ye? Avahiya teorîk, bername, stratejîk û taktîkî ya ku di dema avabûna PKK'ê de bû esas, tê guhertin. Bêguman avaniya wê ya rêxistinî jî wê biguhere. Rêxistin li gorî rêbaza têkoşînê ava dibe. Rêxistinên kêrhatî û şoreşger bi vî rengî ava dibin. Bi avakirina rêxistinê û piştre diyarkirina stratejîk ût aktîka wê nabe. Destpêkê stratejî û taktîk diyar dibe. Yanî tê tespîtkirin bê çi wê bi çi rengî bê kirin, piştre jî rêxistiniya wê tê avakirin. Dema ku ew wezîfe diqede hingî rola wê rêxistinê jî bi dawî dibe. Ji ber vê yekê divê avahiya wê ya rêxistinî bê guhertin. Lewma em dibêjin rola PKK'ê ji zûdeyî qediya ye. Teorî, bername, stratejî û taktîkên xwe yên bingehîn diguherîne. Baş e dema ev hatin guertin wê avaniya xwe ya rêxistinî neguhere? Bêguman li gorî wezîfeyên nû şêweyên nû yên rêxistinê, rêbazên nû yên rêxistinê wê bêne afirandin. Ya rast ev e, ya şoreşger ev e, ya rasteqîn ev e. Li ser vê bingehê rêxistiniya berê tê fesixkirin û pêvajoya rêxistiniya nû hate destpêkirin.
 
Ji aliyê stratejîk ve stratejiya Şerê Rizgariya Neteweyî hate guhertin. Li şûna wê Stratejiya Siyaseta Demokratîk bi cih dibe. Siyaseta demokratîk ji xwe re dike esas. Şerê gerîla tê guhertin ku şêweyê şerê bingehîn ê stratejiya şerê rizgariya neteweyî ye. Yanî PKK li hemû qadan guhertineke bingehîn 25 sal in dijî. Dixwaze êdî vê yekê bibe serî. Têkoşîna xwe, rêxistina xwe li gorî vê yekê wê ava bike, li ser vê bingehê çi pêwîst bike wê, wê bike.
 
Rêber Apo sala 1994'an ev yek gotibû: 'Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê'. Li gorî pêwîstiyên paradîgmaya netewe dewletê, bi şerê rizgariya neteweyî re diviyabû rizgariya neteweyî pêk bihata. Wê demê temamiya paradîgmayê ew bû. Niha bi guhertina paradîgmayê re gotina 'Vejîn temam bû, dor hatiye azadiyê' dikeve şûna gotina 'Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê'. Azadî jî bi civaka demokratîk pêk tê.
 
Ev yek dikare bê pirsîn; pêşketina pêvajoya nû wê çawa be? Zehmet e ku niha bê gotin, wê bi vî rengî be, partiyek bi vî navî bê avakirin, li filan cihî wê ev gav bê avêtin û hwd. Lê belê çarçove û armanca guherîn û veguherînê weke min gotiye. Ev yek pêvajoyeke ku sala 2004'an bi guherîna paradîgmayê destpê kir. Niha bi kûrbûnê dewam dike. Pêvajo li ser bingeha guherîn û veguherînê wê bi pêş ve biçe.”
 
'ASTENGÎ PIR IN’ 
 
Kalkan, da zanîn ku gelek astengî li pêşiya pêvajoyê hene û wiha domand: “Di rewşa heyî de astengî gelekî zêde ne. Li şûna ku bê gotin, astengî hene divê mirov bipirse bê çiqasî pêşiya pêkanîna vê vekiriye. Divê ji bo vê pirsê jî bersiva 'pêşiya xwe gelekî vekirî ye' bê dayin. Em nikarin bibêjin, 'Pêşî vekirî ye, siyaseta demokratîk dikare bi hêsanî bê meşandin, em di atmosfereke welê de ne ku siyaseta demokratîk serwer e, lewma daxwazên xwe dikarin bi hêsanî pêk bînin'. Atmosfereke bi vî rengî ya hêsan nîne. Em têkoşîna wê yekê dimeşînin ku astengiyan ji holê rakin, pêşî li pêvajoyê vekin, pêvajoyê bi pêş ve bibin û şert û mercên siyaseta demokratîk biafirînin. Yanî rewşeke welê amade nîne.” 
 
'HELWESTA RÊVEBERIYA CHP'Ê GIRÎNG E, LÊ BELÊ...'
 
Kalkan, anî ziman ku AKP ne di asteke dema berê derbas bike de ye û wiha pê de çû: “Mînak; AKP dibêje 'Tirkiye dewleta hiqûqê ye, demokrasî heye, -mebest PKK- tenê belayekî terorê heye, piştî ku em jê rizgar bûn wê pirsgirêk biqede'. Hîn jî nêzîkatiya xwe bi vî rengî ye. Nekariye xwe ji vê rizgar bike. Rêveberiya CHP'ê ya heyî di asteke welê de ye ku ji ya berê bêhtir li pêş e. Ew jî dibêjin, 'Eger welatiyên me yên Kurd dibêjin pirsgirêk heye, wê demê heye û kengî bibêje çareser bû, hingî ew pirsgirêk çareser dibe'. Me ev yek gelekî girîng û bi wate dît. Lê belê di vê çarçoveyê de bernameyek nehat avakirin, proje nehat afirandin, têkoşîneke li ser vê biryardariyê nehat meşandin û gavên pratîkî nehatin avêtin. Kadroyên payebilind ên CHP'ê ev yek gotin. Rêveberiyên din û derdora wan berevajî vê yekê nêzîkatiya neteweperestiya deng a ku Kurdan înkar dike, dewam dike û herî zêde ew li ber vê pêvajoya guherînê radibin. 
 
'GELEK DEWLET KETINE NAVA TIRSÊ’ 
 
Kalkan, da zanîn ku piştî biryara PKK’ê gelek dedor şaş mane û hewldane vê pêşiya vê rewşê bigirin. Kalkan, ev derdorên behsa xeberê weke “yên xwe ji şer xwedî dikin, rantxwir” pênase kir. Kalkan, wiha domand: “Gelek derdor ketin nava tirs û fikaran. Çima? Ji ber ku wê berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî yên ji şer bi dest dixistin winda bikin. Lewma di nava tirs û fikaran de ne. Bi rengekî veşartî gelekî hewl didin. Mirov bi rastî jî matmayî dimînin. Divê mirov bipirsin, hûn heta niha li ku bûn. PKK 48 sal in şer dike, 41 sal in bê navber şerê gerîla dike. Eger hûn ewqasî alîgirê vî şerî bûn, hûn li ku bûn, çima we piştgirî nedan PKK'ê? Gelo we piştgirî dan PKK'ê yan jî piştgirî dan dijberên PKK'ê ji bo PKK bê îmhakirin? Me ev yek dît, bi temamî şer sor dikin. Rêber Apo gotibû 'Xefika kurd'. Kurd di nava xefikeke bi vî rengî de hatibûn bicihkirin; li ber xwe nedabûna wê asîmîle bibûna û tine bibûna, şer bikira wê xizmet ji hinekî din re bikirabûna. Eger wan yek qezenç bikira, xelkê wê pênc qezenç bikira. Her kesî hewl dida bikevin nava vê û li gorî berjewendiyên xwe vî şerî dewam bikin.
 
Xefikekeke bi vî rengî. Niha kes naxwaze vê bibîne û fêhm bike: Kurd jî gelek e, civakek e, rastiyeke wan jî ya hebûn û azadiyê heye. Dixwazin bi azad hebin û bijîn. Ji bo vê têdikoşin. Heta niha 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê ye, hîn jî gelek şefên dewleta Tirk digotin 'maşikê hêzên derve'. Piştî ku helwesteke bi vî rengî nîşan da jî hin hêzên ji derve dibêjin, 'teslîm bû'. Ez ji we re tiştekî bibêjim; eger weke kedkarekî çapemeniyê hûn ê tiştekî lêkolîn bikin, pêvajoya darizandina Îmraliyê lêkolîn bikin. Darizandinên ku sala 1999'an li Îmraliyê hatin kirin, di mehên Gulan û Hezîranê de hatin kirin. Çend sal di ser re derbas bûn û niha em di salvegera wê de ne. Me wê demê bi şênberî dît; ji gelek deverên cîhanê, qaşo yên ku weke dostên dewleta Tirkiyeyê xwe nîşan didan, dewletên xwe weke dewletên mezin nîşan didan, me dît ku dema Rêber Apo helwestek ji bo çareseriyê û aştiyê nîşan da, gelek gotin jê re kirin. Gotin, 'Teslîm dibe'. Daxuyaniyên welê dan ku sor bikin. Ya destpêkê jî Elmanya bû. Rastgir jî çepgirên Elmanyayê jî heman tişt kirin. Bila ji arşîvên çapemeniyê bêne lêkolînkirin bê çi gotin. Niha jî em di nava rewşeke bi heman rengî de ne.”
 
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ LOZAN Û SEWRÊ 
 
Kalkan, têkildarî nîqaşên ser Lozan û Sewrê jî ev nirxandin kir: “Divê mirov pêvajoyê ji hev qut nekin. Di 16'ê Gulana 1916'an de Peymana Sykes-Picot hate îmzekirin. Ev peymanek bû ku di navbera Îngiliz û Fransiyan de hate îmzekirin. Piştre jî Rûs tevlî bûn. Piştî Şoreşa Cotmehê rêveberiya bi serokatiya Lenîn ev peyman kifş kir. Cîhan hîn bû ku xaka Osmanî di navbera Îngilistan, Fransa û Rûsyayê de hatiye parvekirin. Ev hemû di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de qewimîn. Piştî şer li dû Mutakereya Mûdanyayê Sevr kete rojevê, ji aliyê heman hêzan ve kete rojevê. Sevr dewama wê bû. Plana wê yekê kirin ku ya di Peymana 16'ê Gulana 1916'an de hate kirin, piştî Şoreşa Cotmehê yanî piştî ku Rûsya derket derveyî lîstikê, wê çawa bixin meriyetê. Sykes-Picot nû kirin. Yanî li gorî şert û mercên nû hinekî guhertin, lê belê vê carê Îngilistan û Fransayê xwestin heman tiştî bikin. Ya ku li ber vê rabû jî tevgera Kemalîst bû. Tevgera Kemalîst ji aliyekî ve hêz ji Şoreşa Cotmehê wergirt, li aliyê din piştgirî ji Kurdan wergirt. Bi vî rengî veguherî tevgerekê û li hemberî dagirkeriya Yewnan a bi rêberxistina Îngilistan û Fransayê şer kirin. Her wiha li hemberî dagirkeriya Fransa û Îngilistanê ya ji başûr ve Kurdan li ber xwe dan. Îngilistan û Fransayê piştî ku nikare tevgera Kemalîst bê bandor bike, dagirkeriya Yewnan wê nikaribe pêk were, xwe spartin tevgera Kemalîst û bi vî rengî dîtk u hem dikare li ber Yekîtiya Sowyetan rabe, hem jî li Rojhilata Navîn modela netewe dewletê bixe meriyetê û di encamê de hêzeke baş bi dest bixe. Bi vê têgihiştinê di Tîrmeha 1923'an de bi tevgera Kemalîst re ji nişka ve peymana Lozanê îmze kirin.
 
Ji Mîsakî Mîllî tevgera Kemalîst tawîz da. Mîsakî Mîllî pênaseya welatekî ye. Mîsakî Mîllî welêt bi vî rengî pênase dike: Herêmên ku Kurd û Tirk lê dijîn. Yanî cografya ku Mîsakî Mîllî destnîşan kiriye qala ku Kurd û Tirk lê dijîn e. Di sala 1921'ê de tawîz ji vê yekê dan. Di sala 1921'ê de bi Fransayê re Peymana Enqereyê mohr kirin. Sînorê Sûriyeyê bi vê peymanê hate xêzkirin. Beriya Lozanê bi Fransayê re ev peyman îmze kirin. Ya din jî li Lozanê bû. Mesele pirsgirêka Mûsil û Kerkûkê bû. Ew jî ji Îngilizan re hiştin. Di sala 1921'ê de Rojavayê Kurdistanê ji Fransayê re hiştin, di sala 1923'an de Başûrê Kurdistanê ji Îngilizan re hiştin. Wê demê tevahiya Başûrê Kurdistanê weke wîlayeta Mûsilê dihate pênasekirin. Kerkûk jî bi ser Mûsilê ve bû. Nifûsa wîlayeta Mûsilê ji sedî 60 Kurd bû.
 
DI MÎSAKÎ MÎLÎ DE XAKA KU KURD LÊ DIMAN WELAT BÛ
 
Em bala xwe bidin ser; Peymana 1916, Peymana Sevr a 1920 û Peymana Lozanê ya 1923 hemû weke dewama hev hatin kirin. Sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê destpêkê bi parvekirina tevahiya Osmanî destpê kir. Tevgera Kemalîst bi Tamîma Amasyayê û Kongreyên Sêwas û Erzîromê re Mîsakî Mîllî pênase kir û Kurd tevlî pêvajoyê kir. Piştî ku dor hat lihevkirina bi Îngilistan û Frsansayê re, wan wergirtina Mûsil û Helebê ferz kirin. Heleb ji Fransiyan re, Mûsil jî ji Îngilistan re hate hiştin û bi vî rengî bi Kemalîstan re li hev kirin. Li ser vê bingehê kapîtalîzma global destûr da ku Komara Tirkiyeyê ava bibe. Di 29'ê Cotmeha 1923'an de dewlet li ser vê bingehê ava bû. Di pênasekirina Mîsakî Mîllî de xaka ku Kurd lê dijîn weke welat tê pênasekirin. Dewleta Tirk dest ji Mûsil û Helebê ya vê xakê berda.
 
Di sala 1920'î de dema ku Cemiyetî Akvam a ku rêxistiniya beriya Neteweyên Yekbûyî ye ava bû, li vê qadê ji bo bicihanîna pratîkî komîsyonek bi rêxistin kirin. Ji ber ku pirsgirêk ji Cemiyetî Akvam re hate hiştin. Wan jî komîsyonek bi rêxistin kirin. Li gorî rapora ku ji aliyê vê komîsyonê ve bê amadekirin xwestin dengdana gel pêk bînin. Di nava vê komîsyonê de Îngiliz hebûn, Fransî hebûn. Tirk jî hebûn. Nûnerên Kemalîstan jî di nava vê komîsyonê de hebûn. Dema ku ev komîsyon hat Mûsilê, Kurdên ku leşkerên Tirk dîtin xwepêşandana piştgiriyê kirin û gotin, 'Em Osmaniyan, Tirkan li vê derê dixwazin'. Şandeya Îngiliz û Fransî ya ku ev yek dît, lêkolîn sekinand. Karên vê komîsyonê asteng kirin. Şandeya Îngiliz raporeke taybet amade kir û ew rapor pêşkêşî Cemiyetî Akvam hate kirin, ew rapor hate qebûlkirin. Kurdên ku ji deh parên nifûsê 6 par bûn, weke mirovên bê îrade, cahil û paşverû hate pênasekirin ku nikarin çarenûsa xwe diyar bikin û xwe spart nifûsa Ereb (û hindikahiya Xiristiyan) a ku sê ji 10 parên nifûsa herêmê bû ku dibe ku Îngiliz bixwasta, bi vî rengî raporek amade kirin û îdîa kirin ku xelkê Mûsilê rêveberiya Îngilistanê dixwaze. Kurdên ku ji 10 parên nifûsê 6 parên tevahiya nifûsa Mûsilê bûn bi vî rengî ji aliyê Îngilizan ve tine hatin hesibandin û Mûsil bi vî rengî kete bin serweriya Îngilizan.
 
Yanî yên ku li Tirkiyeyê dibêjin, 'Kurdan ev xwestin', derewan dikin. Berevajî vê yekê Kurdan dixwestin bi Tirkan re bibin yek. Mînak, Şêx Mehmûd Berzenî bi M. Kemal re gelekî nivîs nivîsî. Kurdan dixwestin bi vî rengî parçe bibin. Daxuyaniyên M. Kemal bi xwe hene, ji bo tifaq û têkiliya bi Kurdan re digot, 'Bi rengekî din me nedikarî dewletê ava bikin'. Yanî ji bo karibe bi Îngilistanê û Fransayê re li hev bike, beşeke Kurdistanê firot. Yê ku Mîsakî Mîllî red dike û xwedî li Kurdan dernakeve ew bi xwe ne. Vê yekê hêvî û armancên Kurdan şikand. Raperîna ku sala 1925'an li dora Şêx Seîd destpê kir, bi temamî ji ber vê yekê bû. Gotin, 'Hûn li ser soza xwe nesekinîn, hûn xweseriya me nas nakin'. Her wiha raperîna bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî jî ji ber vê yekê ye. Bi gotina, 'Li gel Mîsakî Mîllî jî em hatin xapandin' li hemberî Kemalîstan bi hêrs bûn. Li ber rêveberiya Îngiliz rabûn. Berxwedan û raperînan bi vî rengî destpê kirin.
 
HETA KU RABIRDÛ NEYÊ NIRXANDIN, PAŞEROJ NIKARE BÊ AVAKIRIN
 
Hin derdor dibêjin 'Çi hewce ye li ser van bê axaftin'. Heta ku rabirdû neyê nirxandin paşeroj nikare bê avakirin. Bi taybetî yên ku xwe weke CHP'yî nîşan didin, yan jî hin derdorên çapemeniyê hene ku xwe li dora CHP'ê dibîne, dibêjin 'Çima Lozanê tevlî dikin, çima bi komarê re mijûl dibin, ev hemû rast bûn'. Eger rast bin, çima gihîşt vê astê? Tirkiye ji ezmanan neket nava vê rewşa xwe ya heyî. Komara ku piştî Lozanê ava bû dawiya dawî gihîşt wê astê ku bi pirsgirêka mayindebûnê re rû bi rû ma.
 
Eger wê ji vê rewşê bê rizgarkirin, rû bi rû bûn bi rabirdûyê re bê kirin, ders ji rabirdûyê bê wergirtin, divê dest ji wan polîtîka û mejî bê berdan ku rewş gihandiye vê astê. Ev yek jî bi esasî siyaset û mejiyê tekperest ê Tirkperest e ku Mîsakî Mîllî xera kir, li ser Kurdan înkar û îmha ferz kir. Heta ku ev mejî ji holê neyê rakirin, ev siyaset ji holê neyê rakirin, rexnedayina vê yekê neyê kirin, encamên wê ji holê neyên rakirin -ku bi lêborînê deyndarê kUrdan e, bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin ji ber vê siyaset û vî mejiyî- nikare xwe ji vê rewşê rizgar bikin. 29 raperînên Kurd ji ber vê yekê rû dan. Madem ew rast bû, çima ev siyaset gihîşt vê astê? Eger pirsgirêkeke mayindebûnê heye, wê demê ji ber şaşitiyên berê hatin kirin rû da û divê ew şaşitî bêne dîtin û sererastkirin. Ew şaşitî jî ew mejî û siyaset e ku Kurdan tine dihesibîne û dixwaze tine bike.
 
Piştî Lozanê Destûra Bingehîn a 1924'an jî li gorî esasê Tirkperestiya bi vî mejî hate amadekirin. Welê kirin ku yên ji bilî Tirkan qala gotineke din bikira weke xayin hatin dîtin, hatin kuştin, hatin sirgûnkirin, hatin girtin, zext û zilm lê hate kirin. Eger sedsala bihurî bê nirxandin wê ev hemû bêne dîtin. Divê ev bê kirin. Rexnedayin bê kirin. Divê rabirdû bi rengekî rast bê nirxandin. Siyaset û mejiyê ku bû sedema vê pirsgirêkê divê biguhere. Eger her tişt weke xwe bimîne wê çareserî pêk neyê.”
 
'DIVÊ ZÎHNIYET BIGUHERE’ 
 
Têkildarî nîqaşên ser Destûra Bingehîn a nû jî Kalkan ev nirxandin kir: “Beriya her tiştî mejî û siyaseta ku bû sedema vê rewşê divê bê guhertin. Heta ku ev mejî û siyaset neyê guhertin pêşketineke mayinde û nû pêk nayê. Guherîn pêk nayê. Mirov dikare vê bi şênberî bibêje. Ji ber ku rewşa ku li ser dewletê û hemû saziyên wê hatiye serwerkirin ev e. Li Destûra Bingehîn jî hatiye bicihkirin. Nayê guhertin, ji bo guhertinê nikare bê pêşniyarikrin. Yanî axaftin li ser nikare bê kirin. Kî biaxive xayinê welêt e. Ev tê wê wateyê ku Tirkbûnê li ser her kesên li Tirkiyeyê ferz dike û yên vê nake jî weke xayinê welêt radigihîne.
 
Ev rewş bi darbeyan hate kirin. Hemû sazî vê yekê ji xwe re dikin esas. Çapemenî, siyaset, wêje, huner, sazî û partî hemû bi vî rengî ne. Hikumet bi vî rengî ye. Kes li derveyî vê nikare tiştekî bibêje. Her kes ditirse. Bibêje jî nediyar e bê wê çi bê serî. Ji ber ku mirov hatin darvekirin. Cihê gorên wan jî nediyar e. Dewleteke welê ye ku Serokkomarê xwe qetil kiriye, serokwezîrê xwe darve kiriye. her kesên di nava van sînoran de Tirk nîne, binihêrin yên ku gotin ez Kurd im hatin darvekirin, cihê gorên wan jî nediyar e. Dîrokeke bi vî rengî ya ji zilmê heye. Rewşeke ku ev yek afirandiye, ew rewşa bêbaweriyê ye ku we qalê kir.
 
Xwedî li vê derdikeve, xwedî li wî mejiyê şoven û nijadperest derdikeve. Ji vê re dibêje welatparêzî. Vî mejî Tirkiye xistiye vî halî. Pirsgirêka mayindebûnê ji aliyê vî mejî ve hate afirandin. Ya ku hiqûqa xwişk û biratiyê ya navbera Tirk û Kurdan xera kir, ya ku tifaq ji holê rakir ew mejî û siyaset e ku Tirkbûnê li Kurdan ferz dike, serweriya Tirkbûnê ferz dike. Vaye Tirkiyeya bi vî mejî di nava pirsgirêka mayindebûnê de ye. Bû sedem ku Devlet Bahçelî gaveke bi vî rengî biavêje.
 
DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN
 
Lewma ji bo dawî li bêbaweriyê bê anîn û gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin divê ev mejî û siyaset bê şikandin. Ji ber ku ev mejî û siyaset faşîst e, nijadperest e, şoven e, qirker e. Dewlet xistiye vê rewşê; Tirk e, Sûnî ye, mêr e û hwd. Gelekî din qebûl nake, ol û mezhebeke din qebûl nake, zayendeke din qebûl nake. Ewqasî bûye yek. Ev yek asta herî bilind a faşîzmê ye. Ev yek asta herî bilind a siyaset û mejiyê qirker e. Beriya her tiştî divê têkoşîn li hemberî vê bê meşandin û bê şikandin. Bawerî divê destpêkê di nava civakan de bê afirandin. Divê bawerî li nava civakê belav bibe. Mînak zimanê ku niha di çapemeniyê de tê bikaranîn zimanê jehrkirinê ye. Gotinên bela ye, teror e, divê bê çikandin, bi van gotinan rojane jehr ji devê wan diherike.”
 

Sernavên din

11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike