STENBOL - Rêveberên Baroya Stenbolê hincet nîşan dan û tev li danişîna ku di roja duyemîn de didome, nebûn.
Danişîna sêyemîn a doza bi daxwaza bidawîkirina peywira Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveberiya baroyê û jinûvehilbijartina rêveberiyê hatiye vekirin, di roja 2’yemîn de li eywana Hejmar 1 a li Girtîgeha Marmarayê hat lidarxistin. Kaboglû û endamên lijneya rêveber a baroyê, ji ber daxuyaniya têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “bi rêya çapemeniyê yekser agahiyên xelet parve kirine” tên darizandin.
Kesên tên darizandin û parêzerên wan, hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn. Danişîn, piştî hatine şandina 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê dest pê kir. Şandeya dadgehê, ji bo wergirtina parastina parêzerên kesên tên darizandin, danişîn taloqî 9 û 10’ê Îlonê kir.