NAVENDA NÛÇEYAN - Lêgerîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê, çêkirina kalekolan û bi qirkirina daristanan re qadên jiyanê yên Xezal û Pezkoviyan tune dikin.
Zêdetirî 5 sal in xwezaya Şirnexê bênavber tê tunekirin. Bi taybet jî Çiyayê Gabarê di hedefê de ye. Ji destpêka salên 90’î heta niha gelek qadên wê di bin navê “herêma leşkerî” de tên qedexekirin û ev qad di bin navê lêgerîna petrolê, çêkirina kalekolê û qirkirina daristanan tên tunekirin. Di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan bi hezaran dar tên birîn.
DÎMENÊN XEZALAN HATIN KIŞANDIN
Ji ber talankirina xwezayê, qadên jiyanê yên Xezal û Pezkoviyan ku bi tunebûnê rû bi rû ne jî tune dibin. Dîmenên li herêmê hatine kişandin, rewşa behsa xeberê radixe ber çavan. Dema Xezalên li herêmê digeriyan dîmenên wan hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku li cihê Xezal lê hatine kişandin, tevahiya daran hatine birîn û texrîbateke mezin gihiştiye xwezayê.
JI SALÊN 90'Î HETA NIHA QEDEXE YE
Çiyayê Gabarê yê bi bilindahiya 2 hezar û 144 metreyan e, xwedî ekosîstemeke dewlemend e. Ji darên zeytûnê heta yên çam û berûyê, gelek cureyên daran lê şîn dibin. Li quntarê çiyê jî gihayên endemîk hene. Li hêla din zindiyên weke Pezkovî, Rûvî, Çeqel, Xezal û gelek cureyên çûkan jî li vir dijîn.
Gundên Zivinga Hecî Elî, Xurs, Hirareş, Basret, Miştexan, Dêrşew, Spîvyan, Deştalala, Meydîn, Aşilmê, Berêmîrê, Şerefiyê, Zivîng, Germê, Dêra Jor, Dêra jêr, Awen û Bênat, Bertûl, Bunisra, Hezara û Biyadê yên li quntarê Çiyayê Gabarê jî ji salên 90’î heta niha her tim bi hinceta “Herêma ewlehiya taybet” li sivîlan hate qedexekirin. Dem bi dem welatî bi destûra taybet a Walîtiya Şirnexê dikarin biçin gundên xwe.
MA / Dilgeş Ruvanas