MÊRDÎN - Ciwanê bi navê Veysî Ozturk ku hat îdiakirin întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Veysî Ozturk ê 26 salî li navçeya Qoser a Mêrdînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayê; Ozturk li kargeha xwe ya li Taxa Nû întîhar kir. Piştî bihîstina dengê çekan, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku Ozturk li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Ozturk ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.