Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin

  • rojane
  • 07:39 4 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku şandibû Kongreya 12'emîn a PKK'ê û belgeyên kongreyê hemû weşand. Serxwebûnê ragihand ku dawî li weşana xwe ya bênavber a 44 salan aniye û got, "Her tişt ji bo destpêkeke nû û hîn xurt e."

Belgeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê hemû di hejmara Gulanê (521) a rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin. Perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê şand kongreyê, cara yekemîn li rojnameya Serxwebûnê hate weşandin. Li gel perspektîfa ji peyamên dîrokî, metna giştî ya axaftinên destpêk û girtinê yên Kongreyê, biryarên hatin wergirtin û nêrînên delegeyan jî hatin weşandin.
 
Di hejmara Gulanê de her wiha nivîsên li ser jiyana têkoşînê ya rêveber û kadroyên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî hene. Wekî din têkildarî Pelîn Zozan (Pelîn Yilmaz) a ku meha derbasbûyî şehadeta wê hate ragihandin, Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) û şoreşgerên Tirkiyeyî 'Sê Şitil' nivîs hatin weşandin.
 
JI BO SERDEMA NÛ 7 XAL
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi perspektîfa ji 20 rûpelî û nameya ji 4 xalan beşdarî Kongreya 12'emîn a PKK'ê bû. Abdullah Ocalan di perspektîfa xwe de got, "Ev civînên me bi xwe jî dibe ku nîvê çareseriyê bin. Ji niha û pê ve jî wê pêwîstî bi hewldaneke cewherî û hêja hebe. Hêvî û baweriya min a ji bo serketinê mezin e." Abdullah Ocalan sernavên têkildarî serdema nû jî bi 7 xalan vedibêje. Sernavên xalên navborî bi vî rengî ne:
 
1- Xweza û wate
 
2- Xwezaya civakî û pirsgirêk
 
3- Di nava civaka dîrokî de dubendiya dewlet û komunîstbûyînê
 
4- Modernîte
 
5- Rastiya Kurd û Kurdistanê
 
6- PKK û fesixkirin
 
7- Perspektîfên dema nû
 
‘FESÎXKIRIN MESELEYEKE NÛ NÎN E'
 
Abdullah Ocalan dema ku perspektîfa dema nû pêşkêş dike, dibêje 'Meseleya fesixkirinê ji bo me rojeveke nû nîne'. Destnîşan dike ku têkildarî fesixkirina PKK'ê; pirsgirêk bi tena serê xwe fesixkirin nîne, bi aliyên xwe yên erênî û neyînî bi mehan dibe ku pêwîstî bi nîqaşkirinê hebe û li ser sedema wê jî dibêje: 'Ji ber ku em qala avaniyeke bi tenê nakin. Em qala guhertina mejî û kesayetiyê ya bingehîn dikin. Jinûve avabûn herî zêde bi vî rengî dibe. Ji bo pêvajo bi rengekî çêker bi rê ve biçe û bigihêje encamê divê mirov ecele neke."
 
BERPIRSYARIYA AFIRANDINA ÇARÇOVEYA TÊGÎNÎ Û TEORÎK
 
Abdullah Ocalan bi van gotinan, wezîfeyan bi bîr dixîne: 'Perspektîfa me ya serdema nû li ser bingeha neteweya demokratîk, eko-aborî û komunalîzmê jinûve avakirina civakê ye. Ji bo bingeha felsefî ya vê avakirinê bê danîn, aliyên wê yên îdeolojîk û bi civaka berfireh bibe xwedî beden, berpirsyariya me heye ku em çarçoveya teorîk û têgînî biafirînin'. Her wiha rêgeha ku meş lê bê kirin jî bi vî rengî vedibêje:
 
"Bêguman nêta aliyan dibe ku cuda bin. Lê belê gava tê avêtin, yan jî banga hate kirin ji aliyê cewherî ve rast e... Em hêmanên îdeolojîk, bernameya pratîkî û aliyên taktîk stratejîk ên paşerojê ava dikin. Civaka demokratîk bernameya siyasî ya vê demê ye. Dewletê ji xwe re nake armanc. Siyaseta civaka demokratîk siyaseta demokratîk e. Komun bi xwe jî komuna demokratîk e. Rast nîne ku ji hev cuda bin. Civaka komun demokratîk e. Ji civaka rojane re divê mirov civaka demokratîk bibêje. Sosyalîzma demokratîk jî tê wateya civakîbûna demokratîk. Dîrokeke çawa ya dewletê hebe dîrokeke komunê jî heye... Jiyana azad a gelan bi komunê dibe. Çawa ku netewe dewlet çeka kapîtalîzmê be çek û pîvana damezrîner a gelan jî komun e. Ev civaka komun li ser şaredariyan dikare bê birêxistinkirin. Ji aliyê teorîk û pratîkî ve dikare bê kirin. Lê belê bi hesasiyet û têkoşîneke antî kapîtalîst a rasteqîn ev yek dikare pêk were."
 
SÊ LINGÊN MODERNÎTEYÊ
 
Abdullah Ocalan rexnekirina kapîtalîzmê û alternatîfa wê jî bi vî rengî kurteber dike: "Ji bo derbasbûna ji modernîteyê û sosyalîzma reel a ku xizmetê jê re dike, me hewl dan analîzeke nû, teoriyeke sosyalîst a alternatîf biafirînin. Navê wê jî kir Modernîteya Demokratîk. Neteweya demokratîk xist şûna netewe dewletê, komun-komunalîste xist şûna kapîtalîzmê û eko-aborî xist şûna endustralîzmê û analîzên vê yekê afirand. Me pergala xwe ya civaka azadîparêz a li ser têkiliya bi hev re ya van analîzên li ser sê hêmanan weke Modernîteya Demokratîk pênase kir, kir nivîs û me dît ku di asteke girîng de ji civakê bersivê werdigire.
 
Bêguman sernavên jêrîn ên van sê qadan hene. Mînak, parçeyekî girîng ê komunalîteyê azadiya jinê ye. Her wiha polîtîka, exlaq û hwd. dikarin bêne vegotin. Em ê van hemûyan bi berfirehî binirxînin. Têrker e ku temamiya vê pergalê weke Modernîteya Demokratîk bê pênasekirin. Pênaseyên mehşerê yên di ol de tê kirin, ne tenê ji bo cîhana din, her wiha ji bo vê cîhanê jî derbasdar e. Xeteriya ku pirtûkên pîroz balê dikişînin ser, dibe ku ev be. Modernîteya kapîtalîst mehşerê li mirovahiyê ferz dike."
 
KONFEDERALÎZMA HERÊMÊ
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku eger armancên serdema nû bi ser bikevin wê "Ne tenê ji bo Kurdan û Kurdistanê, her wiha ji bo herêmê jî serketinên girîng bi xwe re bîne. Serketina di vir de wê bandorê li Sûriye, Îran û Iraqê jî bike. Komara Tirkiyeyê wê bibe xwedî wê şensê ku hem xwe nû bike, bi demokrasiyê tacîdar bike hem jî pêşengiyê ji herêmê re bike." Rêber Apo her wiha balê dikişîne ser wezîfeya dijber û aliyên pêvajoyê:
 
"Dikarim bibêjim ku ti qîmeta dijberên pêvajoyê nîne. Wê têk biçin. Lê belê ji bo pêkhatina vê jî berpirsyarî dikeve ser milê aliyan. Li gel encamên herêmî yên vê pêvajoyê, wê encamên xwe yên enternasyonal jî hebin. Konfederalîzma Herêmê weke pêwîstiyeke mutleq xwe dide pêş... Lê belê ev çareserî di heman demê de enternasyonaleke nû jî ferz dik..."
 
SOSYALÎZMA CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Abdullah Ocalan bi vî rengî dest bi nameya xwe ya dîrokî ya 27'ê Nîsanê dike:
 
"Hevrêyên Hêja!
 
Piştî 52 sal, mehek û hefteyek ji dîroka me ya têkoşînê, em bi rengekî fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyeke din a şênber, em dixwazin ji sosyalîzma bi armanca netewe dewletê derbasî serdemeke dîrokî ya ji sosyalîzma civaka demokratîk bibin. Çawa ku dawî û destpêka her tiştî heye." Di dewama nameyê de çar xalên bingehîn ên divê li paş bêne hiştin û hincetên wê vedibêje.
 
'JI BO DESTPÊKEKE NÛ'
 
Rojnameya Serxwebûnê ragihand ku hejmara wê ya Gulanê hejmara dawî ya weşana wê ya bê navber a 44 salan e. Serxwebûnê di hejmara dawî de ku bi manşeta 'Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye' hate weşandin, bi sernavê 'Ji bo destpêkeke nû' xatir ji xwendevanên xwe xwest:
 
"Serxwebûn ku bû dengê Berxwedana Kurdan a Hemdem, leheng û qehremanên Kurdan, Kurd ên azad, Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Jinê ku mohra xwe li sedsala 21'ê xist, bi vê hejmarê re dawî li weşana xwe tîne. Eşkere ye ku bidawîkirina weşana Serxwebûnê bidawîbûnek nîne, lê belê hewldanek ji bo avakirina zemîna destpêkên nû ye. Ji bo organên nû yên weşanê ku li gorî rastiya îdeolojîk û teorîk a şaristaniya demokratîk weşanê bikin, ev hewldan pêşîvekirin e. Lewma mîrtaya Serxwebûnê ku mohra xwe li demeke dîrokî xist, wê di dema nû de di nava organên nû yên weşanê de bi rola xwe rabe. Bû dengê bilind ê berxwedana dema lehengiyê ya gelê Kurd. Bû dibistana rasteqîn ku şoreşger û welatparêzên Rêber Apo perwerde kir.
 
Her tişt ji bo destpêkên nû û hîn xurt!..
 
Ruh û hişmendiya Serxwebûnê wê her hebe!.."

Sernavên din

21/07/2025
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin