NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê bi pileya 4.8 erdhêj pêk hat.
Li herêma Gokçeada ya Çanakkaleyê bi pileya 4.8 erdhejek pêk hat. Rasathaneya Kandîllî ya girêdayî Zanîngeha Bogaziçiyê ragihand ku navenda erdhejê deryaya Egeyê ye. Li gorî daneyên Rasatxaneyê pileya erdhejê 4,8 e û kûrahiya wê jî 27,5 kîlometre ye.
Li gorî daneyên AFAD'ê erdhej bi pileya 4.6 pêk hat. Daîreya Erdhejê ya AFAD'ê ragihand ku kûrahiya erdhejê 12,61 kîlometre ye.