AMED - DBP'ê ji bo kesên ku di komkujiya 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek da û got, "Em ê teqez aştî, edalet û wekheviyê bînin vê axê."
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) (MYK), kesên di mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê de di êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Di daxuyaniya 10'emîn salvegera komkujiyê de wiha hat gotin: "Di ser êrîşa li hemberî daxwaza aştî û demokrasiyê ya gel a di mîtînga HDP'ê ya di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin re 10 sal derbas bûn. Du bombeyên ku bi hevdemî hatin teqandin 5 canên me bûn qurbanî û bi sedan mirovên me birîndar bûn. Wê rojê ne tenê beden, di heman demê de hêviya jiyana bi hev re û biratiya gelan bû hedef."
'EM Ê TEQEZ AŞTIYÊ BÎNIN VÊ AXÊ'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîşkar Orhan Çevîr piştî darizandina bi salan hatiye cezakirin û ev agahî hat dayîn: "Lê belê tevî raporên raya giştî, qeydên otelan û agahiyên îstîxbaratî yên gihaştine ber destê wan, li hemberî wezîfedarên cemaweriyê yên pêşî li vê êrîşê negirtine û wezîfeya xwe îhmal kirine, ev êrîş bi tenê jî nehatiye kirin. Edalet careke din ji daxwazan re hatiye hiştin; dadgeriyê careke din biryar daye ku rastiyan ji nedîtî ve bê. Em şahidên vê êrîşê ne. Di serdemeke ku bêalîbûna dadgeriyê winda kiriye û bêcezahiştin bûye norm jî, em vê komkujiyê ji bîr nakin; em nahêlin bê jibîrkirin. Her êrîş ji bo ku me bitirsîne, me biçewisîne û me neçar bihêle ku em paşve gav bavêjin, hatibû plankirin. Lê bi her êrîşê re me yekitiya xwe, hevgirtina xwe û biryardariya xwe xurt kir. Em canên di 5 'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane bi hezkirin û hesretê bi bîr tînin û soza ku me daye wan careke din dubare dikin: em ê teqez aştî, edalet û wekheviyê bînin vê axê."