KONYA - Endezyarê Çandiniyê Kamûran Kart diyar ki ku li navçeyên Kûlû û li Cîhanbeyliyê ji ber hişkesaliyê û qeşayê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bûye û got: “Niha rewşa giştî hem ji aliyê ekolojiyê ve û hem jî aliyê aboriyê ve elameta qeyraneke cidî ye.”
Konya ya ku di warê berhemdariya çandiniyê de yek ji cihên herî girîng a Tirkiyeyê ye, erdên wê yên dexl û danê ji ber sedemên hişkesaliyê û guherîna avhewayê di bin xetereyê de ye. Di demsala payîzê de baran kêm bariyan û berf nebariyan. Vê jî kir ku hişkesalî zêde bibe. Îsal du caran qeşa û germa ji nişkave çêbû û li navçeyên Kûlû û Cîhanbeyliyê rewşa berhemdariya ceh û gemim pir kêm e.
Kamûran Kart ku li Taxa Yenîbocayê ya navçeya Cîhanbeyliyê cotkariyê dike û endezyarê çandiniyê ye, rewşa hişkesaliyê û qeyranê nirxand.
BERHEMDARÎ JI SEDÎ 70-80 KÊM BÛ
Kart, diyar kir ku axa Konyayê axeke bi bereket e lê hişkesaliya îsal zêde bandor li berhemdariyê kiriye û wiha axivî: “Erdên çandiniyê ji ber kêmbûna dexl û dan bîçer nikarin têkevin navê.” Kart, destnîşan kir ku sedema vê kêm berhemdariyê jî hişkesalî, qeşa, ba û çinîna bê navber e. Kart, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexasim sala çûn erdên ku nehatin şûv kirin îsal bêtir bandor bûn ji qeşa û ji hişkesaliyê. Ji ber nebûna şûvê dexl û dan zû derket û li hemberî qeşayê hesas bû. Ji ber vê yekê berhemdarî kêm bû. Bi giştî berhemdariya ku li Cîhanbeylî, Kûlû û Yenîçobayê tê payîn dê ji sedî 70-80 kêm be. Li nîvê van deveran dexl û dan pir zirar dît û dê debr ne pêkan be. Li Konyayê bi giştî navçeyên herî zêde bandor bûne erdên Cîhanbeylî û Kûlûyê ne. Tê payîn ku li gorî par berhemdarî ji sedî 50 kêm be. Her çendî hinek navçe xwedî erdên bi bereket bin jî dê li piraniyan cihan berhemdarî kêm be. Di kêmbûna hilberînên wek ceh û genim de kêmbûn berçav e.”
'KÛLÛ Û CÎHANBEYLÎ NAVENDA HERÊMÊ YE'
Bi domdarî Kart bal kişand ser pirsgirêkên cotkaran û ev tişt anî ziman: "Bi piranî bi deynan ve dijîn. Ji bo lêçûnên wek tov, gubre û mazotê deyn dikin û li bendê ne ku wextê debrê deynê xwe bidin. Lê berhemdariya îsal kêm e û di asteke cidî de ye. Cotkar ji neçarî di bin deynan de ne. 15-20 salên dawî hişkesalî li herêmê zêde dibe. Herêmên pîlot ên cara ewil sîgorta hişkesaliyê lê ketibû meriyetê Cîhanbeylî û Kûlû bûn. Ev yek jî nîşan dide ku demeke dirêj e pirsgirêka avhewayê xuya dikir. Li herêmê bi veguhestina avê û çandina daristanên bîçûk ve ev pirsgirek çareser dibûn lê ev gav nehat avêtin.”
‘DIVÊ TEVDÎRÊN LEZGÎN BÊN GIRTIN’
Di berdewamê de Kart diyar kir ku ekosîstem xera bûye û dermanên ji bo erdên cot tên bikaranîn pêşî li pirsgirêkên mezin vedikin. Kart, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Sedemeke kûrbûna pirsgirêkê, ziwabûna Gola Xwê ye. Di demên berê de krîstalên xwê yên li ser golê, ewr dikişandin û baran dibariya. Lê bi ziwabûna golê ve sîstema xwezayê xera bû. Li herêmê kêmbûna daran jî dibe sedem ku baran kêm bibarin. Bêyî şinkayî zêdebûna baranê ne pêkan e. Ligel vê yêkê, bikaranîna dermanên kîmyewî ekosîstemê xera dikin. Dermanên kîmyewî ku cotkar bikar tînin ji bo demeke dirêj bandoreke neyînî li axê û li ekolojiyê dike. Bi vî awayî, peydakirina ava vexwarinê jî dê zehmet be. Divê cotkar, dar û barên kêmavê dixwazin biçînin. Niha rewşa giştî hem ji aliyê ekolojiye ve û hem jî aliyê aboriyê ve elameta qeyraneke cidî ye. Ji bo pêşeroja herêmê û cotkaran hewceye tevdîrên lezgîn bên girtin.”