AMED - Rojnameger-nivîskar Kakşar Oremar êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê nirxand û got ku ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde ev êriş hatine kirin.
Îsraîlê îro di danê sibehê de bi îdiaya “Pêşîlêgirtina hilberandina çekên nukleerî” bi navê “Operasyona Şêrê Bilind Dibe” êriş da destpêkirin. Di êrişê de tesîsa dewlemendkirina uranyumê ya Natanzê jî di nav de gelek tesîsên nukleerî û leşkerî hedef hatin girtin. Di êrişê de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî jî di nav de gelek rayedarên payebilind hatin kuştin. Îranê jî bi bi balafirên biçek û bêmirov bersiv da Îsraîlê. Êrişên Îsraîlê berdewam in.
Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar têkildarî geşedanan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Oremar, diyar kir ku li Rojhilata Navîn dewleta ku îstîxbarat û hêza wê ya leşkerî herî mezin Îsraîl e û got: “Piştî ku Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ragihand ku îspat kirine Îran atomê hildiberînê, eriş dest pê kirin. Her wiha bi sala ye Îran gefan li Îsraîlê dixwe û vê jî bandor kir.” Oremar, bal kişand ser hevdîtinên “nukleerê” yên di navbera Îran û DYA’yê de û got ku hewldan heye ku bikaranîna nukleerê ya li Îranê bi temamî ji holê were rakirin.
Oremar, destnîşan kir ku ji ber van sedeman ji bo êrişê firsend ji Îsraîlê re çêbûye û got: “Di roja yekşemê de dê di navbera DYA û Îranê de li ser nukleerê hevdîtin bihata kirin û dixwazin bi van êrişan hemû daxwazên xwe bidin qebûlkirin. Hewl didin pêşî li ber Îranê bigirin ku ‘bombeya atomê’ û çekên ‘nukleerî’ hilberîne. Êriş, 225 km’an li başûrê Tehranê hatin kirin. Di van êrişan de 4 zanyar û 3 rayedarên leşkerî hatin kuştin.”
LI KURDISTANÊ AMADEKARIYA OHAL’Ê
Bi domdarî Oremar anî ziman ku li herêmê serdemeke nû dest pê dike û bi bîr xist ku Iraqê qada hewayî girtî ye û Îsraîlê jî Rewşa Awarte ragihandiye. Oremar, da zanîn ku di encama êrişên Îsraîlê de li Tehranê nêzî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û Tehranê jî bi îdiaya “agahiyên îstîxbaratî dane”, gelek kes binçav kiriye. Oremar, destnîşan kir ku li bajarên Sine, Kirmaşan û Îlamê jî liv û tevgera leşkerî zêde bûye, li her taxê leşker hatine bicihkirin û rejîm hewl dide mercên Rewşa Awarte ava bike.
BANDORA IAEA’YÊ
Oremar, bi bîr xist ku biryara şermezarkirinê ya IAE’’yê li Viyanayê li dijî Îranê amade kirî, li dijî 3 dengan bi 19 dengan hatiye erêkirin û di biryarê de hatiye gotipn ku Îran zêdetirî 20 sal in berpirsyartiyên xwe yên têkildarî bernameya nukleerî bicih nayîne. Oremar, got: “19 endaman Îran mehkûm kirin. 3 endaman jî red kirin. Jiholêrakirina Îranê zehmet e ji ber ku welatên weke Rûsya û Çîn piştgiriyê didin wê. Jixwe di vê civînê de dengê ‘na’ bi kar anîn. Hamas û Hîzbullah ku piştgirî didan Îranê jî êdî zeîf bûne. Li Yemenê çendek hêz hene.”
Oremar, daxuyand ku dê Îran nekare bersiveke mezin bide Îsraîlê û ev nirxandin kir: “Ev hêza Îranê nîne. Îxtîmaleke mezin dê Îran daxwazên DYA’yê qebûl bike. DYA ji Îranê re dibêje, divê tu bikaranîna nukleerê ji holê rakî.”
GEF Û FIRSENDÊN JI BO KURDAN
Oremar, anî ziman ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de hişyar be û axaftina xw wiha qedand: “Hem firsend hem jî gef di vê serdemê de zêde bûne. Ev êriş dê deriyeke nû ji bo Kurdan vekin. Têkçûna dîktatoran her tim bi kêrî Kurdan hatiye. Bi zeîfbûna dîktatoran re dikare encamên mezin bên bidestxistin. Ev rewş dê ji bo Kurdên Rojhilat rê li ber serdemeke nû veke. Ev jî ji bo Tirkiyeyê tirsekî mezin e. Heke Kurdên Rojhilat jî statûyekê bi dest bixin, ev yek dê Tirkiyeyê bixe rewşeke zehmet. Tirkiye jî ji vê rewşê ditirse.”
MA / Mujdat Can