RIHA – Li Rihayê welatiyên Tirkmen, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin, diyar kirin ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan tam e û ji bo jiyaneke bi hevre divê dewlet gav biavêje.
Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê didome. Piştî bangê, PKK’ê di 7-9’ê Gulanê de Kongreya 12’emîn li dar xist û xwe fesix kir. Gavneavêtina dewletê dibe sedema bertekan. Tirkmenên ku li gundê Ereh ê girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê, pêvajo nirxandin û diyar kirin ku bang ji bo hemû gelan hatiye kirin.
TIRKMENAN PIŞTGIRÎ DIDIN BANGÊ
Gundê Erehê, ji despêka avakirinê heta niha wek gundê şoreşkeran tê nasîn û li kolanên wê wêneyên şoreşgerên pêşeng Mazlûm Dogan, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Che Guevara û Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku di bûyerên Geziyê de katibû qetilkirin, lê hatiye xêzkirin. Ev gund, di heman demê de gundê dayika Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan e.
Ferîde Saglamcî (70) ya ji gund Erehê, diyar kirku aştiyê dixwazin û got: “Divê em aştiyê ji bo dayikan pêk bînin. Kezeba dayikan êdî êşê ranake. Em tenê aştiyek bi rûmet dixwazin. Dewlet, divê demildes pêşiya aştiyê vebike. Her kes dibêje tiştek lê em gotina naxwazin li benda gavan in.”
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE’
Nahîde Saglamci diyar kir ku bang jii bo hemû gelan hatiye kirin û wiha axivî: “Em wek Tirkmen, di nava vê têkoşînê de ne, em ê piştgirî bidin pêvajoyê û çi ji destê me bê em ê bikin. Gundê me her tim jiyaneke şoreşgerî, sosyalîst jiya û dijî. Tu carî me li dijî zextan serî netewandî. Ji bo aştiyeke bi rûmet, divê Rêbertî azad be. Heta Rêberê me azad nebe em ê têbikoşin. Bendewariye me ya mezin, ji bo xebata Rêbertiyê avakirina mercên azad e.”
Ahmet Vûral (50), der barê bendewariyên Tirkmenan got: “Gelê Kurd gavên pêwîst avêtin, niha dora gavê ya dewletê ye. Ji bo Komara Demokratîk, divê destûreke bingehîn a demokratîk çêbibe. Ji bo vê divê Meclis têkeve nava tevgerê.”
‘EM BI RÊZDAR OCALAN BAWER IN’
Şukru Çolak (55), diyar kir ku Ereh ji destpêkê de heta niha şoreşger bû ye û got: “Li vir hemû fraksiyon hene. Gund her tim ji bo şoreşgeran bû war. Tirkmen û Kurd bi hevre dijîn. Divê ev model li hemû cîhanê belav bibe. Berê qeyûm, hevşaredarên DEM Partiyê yek jê Tirkmen bû. Heta niha tu nakokiyên me bi Kurdan re tune. Divê dewlet jî gav biavêje. Berê jî pêvajoyek wiha çêbû. Gel rêzdar e. Em bi rêzdar Ocalan bawer in. Gel gel bi biryar be dewlet nikare pêvajoyê xera bike.”
‘DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE’
Recep Saglama (52) ev tişt got: “Bi Kurdan re têkiliyên me kûr in.Erdnigariya me yek e. Banga ji Îmraliyê hat me kelecan kir. Ji bo aştiya civakî divê dewlet bersiva bangê bide. PKK’ê berpirsiyariya xwe bi cih anî, lê dewlet hêj bit irs e. Heta dewlet gav neavêje ev pêvajo bi rêve naçe.”
Sidika Çolak (80) a hevala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a zaroktiyê bû, qala bîranên xwe yên zaroktiyê kir. Sıdıka Çolak, diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku li gund hevalê xwe yê zaroktiyê Abdullah Ocalan bibîne û got: “Em bi hevre mezin bûn. Heman wextê de em çûn dibistanê. Xwezî derfeta dîtina min a Abdullah Ocalan hebûya. Aştî hêviya me hemûyan e.”
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’
Mehmet Yildirim (48) wiha axivî: “Banga rêzdar Ocalan, banga rêxistinkirina jiyana hevpar a Tirkmen û Kurdan e. Heta ev pirsgirêk çareser nebe em xwe wek Tirkmen nabînin. Ger gelek bê înkarkirin û bişaftin û tunekirin em li dijî vê yekê nikarin bê xem bin. Me ev tişt qebûl nekir. Heta ku Kurd azad bibin em ê bi hevre têbikoşin. Divê dewlet, demildest gavên siyasî û hiqûqî biavêje.”
MA / Emrullah Acar