* Dêra Kepenekê ya li gundê Arakê yê Mûşê ku xwedî dîrokeke bi sedan sala ye, ji ber terkexemiyê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ev avahiya dîrokî, ji hêla gundiyan ve weke depo, axur û êzingdankê tê bikaranîn.
* Goristana Xerzanê ku yek ji wêneyên herî biêş ên êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd e, bi salan piştre cara ewil dîmenên wê hatin kişandin. Hatin û çûna herêmê hêj qedexe ye û kavilên goristanê hêj li şûna xwe disekinin.
* Bêrîvanên ku li Zozanên Feraşînê bi sewalkariyê ve debara xwe dikin, diyar kirin ku di salên berê de pereyê ku şaredariyê ji bo rê dida hatiye birîn û bertekên xwe wiha nîşan dan: “Pere tê lê nagihije ber destê me.”
* Kemal Ozelmali ji ber nexweşiya Wernicke Korsakoffê, pirsgirêka jibîrkirinê dijiya û bi vê sedemê hatibû berdan. Ozelmali ku ji ber vê pirsgirêka xwe ji bîr kir îmzeyê biavêje, dîsa hatibû girtin. Tevî vê nexweşiyê jî înfaza Ozelmali tê şewitandin û bi hinceta lêgerîna nava dev red dike, nayê berdan.
* Antropolog Felix Padel banga dîrokî ya Abdullah Ocalan weke bangekî pir girîng nirxand û got: "Ji bo şaristaniyeke nû divê her ks bi modêla Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan bizane."
* Rojnameger Nîhat Kaya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de nirxand û got: "Armanc ne hilweşandina rejîmê ye, armanc ew e ku bikişînin nava pergalê."
* ATK'ê der heqê Mehmet Emîn Çam ku xetere li ser jiyana wî heye û yek ji girtiyên nexweş e, rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" da.
* Danişîna 15'emîn a danişîna doza Mehmet Sîncar dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-15.00)
* Danişîna 2'yemîn a doza xebatkara Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-15.00)
* Denîz Poyraz dê di sala 4'emîn a qetilkirina xwe de li gelek bajaran bê bibîranîn. (11.00-19.30)
* Danişîna ewil a doza Ayşe Gokkan ku bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" tê darizandin, dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.00-15.00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ