Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê

  • rojane
  • 09:07 17 Hezîran 2025
  • |

BEDLÎS - Goristana Xerzanê ku yek ji wêneyên herî biêş ên êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd e, bi salan piştre cara ewil dîmenên wê hatin kişandin. Hatin û çûna herêmê hêj qedexe ye û kavilên goristanê hêj li şûna xwe disekinin. 

 
Goristana Xerzanê, weke wêneyekî herî biêş ê êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd di hafizeya civakê de cih girt. Goristana Xerzanê ku li herêma di navbera Oleka Jor û Oleka Jêr a Bedlîsê ye û 267 cenaze lê hatine veşartin, di 8-17’ê Kanûna 2017’an de rasetî êrişeke giran a leşkeran hat. Leşkeran, ji ewil di 8-13’ê Kanûnê de kêlên tevahiya goran şikandin û tabelaya goristanê hate daxistin. Piştî haya raya giştî ji dîmenan bûy, Walîtiya Bedlîsê hatin û çûna gund li gel qedexe kir. Di navbera 14-17’ê Kanûnê de jî tevahiya goran hatin vekirin û cenaze birin cihên nediyar. Di Tebaxa sala 2013’an de jî mizgeft û akademiya li goristanê hatibû çêkirin jî hatin hilweşandin. Heta kevirên goristanê ku bi makîneyên kar hate hilweşandin jî li kamyonan hatin barkirin û birin cihekî nediyar. 
 
TENÊ 30 CENAZE DAN MALBATAN
 
Di 15 rojên ewil de tu agahî ji malbatan re nehatin parvekirin ka cenaze bi ku de birine. Di 2’yê Çileya 2018’an de jî Walîtiya Bedlisê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenaze ji bo tespîtkirina nasnameyan birine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Demek piştre derket holê ku cenazeyên heta demekî li ATK’ê hatin sekinandin, piştre li payerêya Goristana Kîlyosê hatine definkirin. Li ser vê yekê, gelek malbat ji bo mînakên xwînê bidin çûn Stenbolê. Hinek malbatên ku gelek caran çûn Stenbolê û daxwaza dayina cenazeyên zarokên xwe kirin, cenaze jê re hatin dayin. Heta niha derdora 30 cenazeyan hatine teslîmkirin û aqûbeta 230 cenazeyan jî nayê zanîn. 
 
PIŞTÎ 8 SALAN CARA EWIL DÎMENÊN GORISTANÊ HATIN KIŞANDIN 
 
Hatin û çûna Goristana Xerzanê ku di hafizeya gelê Kurd şopeke mezin a êşê li pey xwe hiştiye, ji 17’ê Kanûna 2017’an heta niha qedexe ye. Ji wê dîrokê heta niha cara ewil Ajansa Mezopotamyayê  (MA) çû herêmê û hem rewşa gundan hem jî rewşa goristanê kişand. Quleya çavdêriyê ya leşkerî ya li kêleka goristanê balê dikişîne û kevirên goristanê jî hatine hûr hûrkirin. Qada goristanê bi temamî bi giha hatiye girtin û kavilên gorên hatine xerakirin jî hêj li şûna xwe ne. Heta kavilên avahiya akademiyê û mizgeftê jî bi temamî ji holê hatine rakirin. Dîwarê li dora goristanê hatibû avakirin jî hema hema bi temamî hilweşiya ye. Rêya ku makîneyên kar heta têketina goristanê çêkirin û texrîbata rê li ber vekirin jî xuya dike. Gundiyan, diyar kirin ku hêj niha jî qedexeye ku wesayît û welatî nêzî goristanê bibin. 
 
KOTAYA JI BO XUREKÊ, QEDEXE, ZEXT Û OPERASYON   
 
Gundên goristan li wir hêj niha jî welatî piştî nîşandana nasnameyê dikarin biçin. Destûr nayê dayin tu kesên ne ji wir têkevin gundan. Li gorî agahiyên gundiyan, di sala 2023’yan de leşkeran destûr nedane hevjîna welatiyekî ya ne mehra fermî jî negirtine gund. Di vê pêvajoyê de gelek qedexe ji bo gundiyan hatine derxistin ku di serî de jî bisînorkirina xurekê ye. Şêniyên gund dan zanîn ku mixadarê xurekê li gorî hejmara endamên malbatê ji hêla leşkeran ve tê diyarkirin û her tim operasyon tên kirin. Di navbera salên 2018 û 2024’an de gelek caran bi ser gundan de hate girtin û bi sedan welatî hatin binçavkirin û piraniya wan hatin girtin. Di sala 2023’yan de tenê li gundên herêma Xerzanê zêdetirî 400 welatî hatin binçavkirin û piraniya wan hêj girtî ne. 
 
GUND 24 SAETAN BI KAMERAYAN TÊN KIŞANDIN
 
Niha hema hema tevahiya zozanên Geliyê Şêx Cûma ku gundên behsa xeberê li wê herêmê ne, qedexe ne. Hema hema li hemû giran, li hemû çiya û heta li nava gundan jî quleyên çavdêriyê hatine avakirin û gund 24 saetan hem ji hêla van quleyan ve hem jî bi fotokapanan tên şopandin. Balkêş e ku stûnên ceyranê jî li nava goristanê hatine danîn. 
 
Li herêmê ambargo û qedexeyeke mezin heye û zextekî giran li ser gel heye. Welatî li bendê ne ku bi pêvajoya nû re ev qedexe bên rakirin. 
 
MA / Adnan Bîlen 

Sernavên din

01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye