COLEMÊRG - Qeşayiyên Cîloyê ku di bin gefa guherîna avhewayê de ne, niha jî bi texrîbata geştiyaran û qirêjîkirina hawirdorê re rû bi rû ne.
Pîşesaziyê bi xwe re hilberîneke zêde û bêkontrol anî û vê jî rê li ber qirêjîbûna hewayî û guherîna avhewayê vekir. Bi van sedeman, xetereyeke mezin li ser qeşayiyên li cemserê çêbû. Bi heman sedeman, li ser qeşayiyên li herêmên cuda ku mîrateya serdemên qeşayiyê ne jî xetereyeke mezin çêbû. Ji ber encamên germbûna kûrewî, qeşayiyên li Çiyayên Hîmalayayê û Çiyayê Everestê dihelin. Heman xetere li ser Qeşayiyên Cîloyê yên Colemêrgê jî didome.
Quntarê Çiyayê Cîloyê yê bi bilindahiya 4 hezar û 135 metreyan, malovaniya bermahiyên serdema qeşayiyê dike. Qeşayiyên xwedî dîrokeke 20 hezar salan ên li gundê Spîxanê yê Gever a Colemêrgê, ji ber germbûna avhewayê, qirêjiya geştiyar li pey xwe dihêlin, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Qeşayiyên ku weke “bihûşta veşarî” ya Kurdistanê tên zanîn, bi xweşikiya xwe bala geştiyaran dikişîne. Ji ber ku li devereke 4 demsal lê tin jiyîn e, gelek beşên sporê lê tên kirin û ev jî dike ku her roj bi sedan kes biçin serdana wê. Ziyaretvan, gelek caran zirarê didin qeşayiyan.
Ji ber têketin û derketinên bêkontrol, ziyaretvan li pey xwe gilêş, beravêtiyên xwarinan, poşetên plastîk û hwd. diavêjin derdorê û ev jî hem zirarê didin qeşayiyan hem jî dibin serdema qirêjiya hawirdorê. Tê gotin ku qeşayiyên bi germahiya kûrewî re hebûna wan di bin xetereyê de de ne, heke texrîbatên ziyaretvanan wiha bidome dibe ku di nava 20 salên pêş de tune bibin.
MA / Mazlum Engîndenîz