WAN - Li bajarên Serhedê mîhrîcanên havînê dest pê dikin û dê gelek çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.
Li herêma Serhedê dê li gelek bajaran mîhrîcan bên lidarxistin. Mîhrîcanên ku dê ji aliyê şaredariyên di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bên lidarxistin, dê di 27’ê Hezîranê de dest pê bikin.
LI ERDÎŞÊ: ŞAHIYA BIHARÊ YA ZÎLANÊ
Li navçeya Erdîşê ya Wanê dê Şahiya Biharê ya Zîlanê bê lidarxistin. Şahî dê di 27, 28 û 29’ê Hezîranê de li Sahîl Yolûyê bê lidarxistin. Dê hemû çalakî bêpere bin. Di roja yekemîn a şahiyê de hunermend Mûrad Demîr û Xecê; di roja duyemîn de Koma Sorjiyan û Xêro Abbas; di roja sêyemîn de Rojda Şenses û Kadîr Çad dê derkevin ser dikê. Dê di şahiyê de gelek çalakiyên çand û hunerê bên lidarxistin.
TETWAN: EM RÊYA AŞTIYÊ BI HUNERÊ DIHÛNIN
Li Tetwan a Bedlîsê dê îsal 57’mîn Mîhrîcana Çand û Hunerê bê lidarxistin. Şîara mîhrîcanê wek “Em rêya aştiyê bi hunerê dihûnin” hate diyarkirin. Dê mîhrîcan di 27’ê Hezîranê de bê lidarxistin û di 12’ê Tîrmehê de bi dawî bibe. Dê çalakiyên konsert, şano, pêşangeh, gotûbêj, ahenga dengbêjan û çalakiyên jinan û ji bo zarokan bên lidarxistin.
Hunermendên ku dê konsert bidin: Sûavî, Rojda, Beser Şahîn, Mîkaîl Aslan, Sorjiyan, Hemîd Karadenîz, Pinar Aydinlar, Babetna, Seyîtxan Sevînç, Kadîr Çat, Arhat, Kasim Taşdogan, Kollektîfa rîtmên Azad, KasedJin, Xecê û Bajar.
Di mîhrîcanê de çalakiyên ji bo aştiya civakî jî tê payîn.
GIMGIM: MÎHRÎCANA JIN Û XWEZAYÊ
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê dê di 29-30’ê Hezîranê de bi şîara “Jina azad, bi xweza û çandê ve ber bi civaka demokratîk” Mîhrîcana Jin, Xweza û Çandê bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de dê gelek çalakiyên bi sernavên xweza, çand, jîneolojî û ekolojîyê bên lidarxistin.
Dê konên çand, jîneolojî, ekolojî, ciwan û yê zarokan bên vekirin. Dê navên jinên ku di dîrokên cihê de jiyana xwe ji dest dane bên lêkirin. Dê pirtûkên jinên girtî bên danasîn û berhemên herêmî yên ku ji aliyê jinan ve hatiye amadekirin bê pêşandan.
MEŞA BO BIBÎRANÎNA EKÎN WAN'Ê
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de dê jin ji bo Ekîn Wanê ku di 10’ê Tîrmeha 2015’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û laşê wê hatibû teşhîrkirin û ji bo jînên hatine qetilkirin, li dar bixin. Dê xebatên agahdarkirinê der barê ekolojî û qirkirina jinan bên kirin. Dê di saetên êvarê de fîlmên li ser jinan bên nîşandan û lîstikên gelêrî bên lîstin.
ROJA DUYEMÎN
Di roja duyemîn a mîhrîcanê, di dane sibê de dê meşa jinan a xwezayê pêk bê. Piştî sporê, dê kargeha jîneolojiyê bê lidarxistin. Dê alakiyên wek tûrnûva voleyvolê û performansa koma govendê ya jinan pêk bên. Di danê êvarê de dê hunermend Beşer Şahîn û Xecê konsert li dar bixin.