PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin

  • rojane
  • 14:40 23 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK’ê di mijara hewldana derxistina şer a di navbera Kurd û Azeriyan de daxuyanî da û banga “em mil bidin milên hev” û “avadaniyên hevpar” kir. 

Şerê Îsraîl-Îranê di roja 11’emîn de berdewam dike. Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo gelê Tirk ê Azerî û hewldanên ku dixwazin fitneyê bixin navbera Kurdan û Tirk ên Azerî daxuyaniyek da.
 
PJAK'ê diyar kir ku di rojên dawî de bi destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, nakokî û gengeşeyên li Rojhilata Navîn gihîştine astek nû û got: “Bêguman, şerekî bi rehendin ewqas mezin wê bandorek dîrokî û demdirêj li ser çarenûs û paşeroja neteweyên Îranî bike. Ev yek ji bo herdu neteweyê Kurd û Tirkê Azerî derbas dibe. Ji ber nêzîkbûna erdnîgarî ya Kurd û Tirkên Azerî û hebûna wan a hevbeş li deverên wekî Ûrmiyeyê, ev şer û bûyerên pê re têkildar wê ji bo herdu neteweyan encamên cidî bi xwe re bîne."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di her qonaxên dîrokê de Kurd û Azerî mil bi mil li ber zor û zehmetiyan rabûne, encamên hêja û berçav bi dest xistine û wiha domand: “Her gava ku xêrnexwaz û destên biyanî ketine jiyana siyasî ya van her du neteweyan û agirê nakokiyan gur kirine, her du netewe jî di bûyerên nexweş û tal de asê mane. Hem bîranîna rojên dijwar ên ku bi hev re ku bi dostî û xebata hevbeş a her du neteweyan re derbas bûne, hem jî bîranîna rojên tal ên dabeşbûn û aloziyê yên ku ji hêla xêrnexwaz û dijminan ve hatine çêkirin, di bîra dîrokî ya Kurd û Tirkên Azerî de hatine tomarkirin. Di vê demê de ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de siya xwe avêtiye ser jiyana herdu neteweyan, guncaw e ku em li ser ezmûnên xwe yên dîrokî binêrin da ku em bikaribin mil bi mil di vê qonaxa dîrokî ya xeternak de bimeşin û bi ewlehî jê derbas bibin."
 
‘JI BO XURTKIRINA GIRÊDANA KURD Û AZERIYAN EM Ê HÊZA XWE HETA DAWIYÊ BI KAR BÎNIN'
 
Daxuyanî wiha dom kir: “Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di qonaxên cûda de, hem ji hêla raman û projeyan ve ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkan û hem jî di warê pratîkî de, hewl dane ku hevpariyên dîrokî yên di navbera Kurd û Tirkên Azerî de veguherînin derfetek hêja ji bo bilindkirin a têkoşînên azadîxwaz û avakirina pergalek demokratîk. Niha em ji her demê bêtir bi vê yekê re eleqedar in. Ji ber ku di germahiya vî şerê ku tevahiya Îranê girtiye nav xwe, hem saziyên ewlehiyê yên hikûmetê û hem jî xêrnexwazên ku ji bo afirandina aloziyê di navbera Kurd û Tirkên Azerî de kemîn kirine, hewl didin ku di navbera van her du neteweyên bira û hevçarenus de atmosferek Tirkofobiyê û Kurdofobiyê biafirînin. Em bi eşkereyî radigihînin ku PJAK hemî hêza xwe bi kar bîne da ku girêdana hêja ya di navbera her du neteweyan de ji her demê xurttir bike û bi vî rengî, zirara ku ji ber şerê heyî çêdibe bigihîje asta herî kêm. Em xwe ji her du neteweyan re berpirsiyar dibînin û wê hemî kapasiteyê xwe bikar bînin da ku planên xerab ên hikûmeta Îranê û xêrnexwazên din ên li herêmê pûç bikin."
 
BANGA SAZIYÊN HEVBAŞ ÊN KURD Û AZERIYAN 
 
PJAK'ê di vê çarçoveyê de pêşniyar kir ku rêxistin û saziyên civaki û sivîl ên Kurd û Tirkên Azerî saziyên hevbeş ava bikin da, karibin mil bi mil bixebitin da ku li bajar û herêmên ku wekî welatê hevpar ê her du neteweyan têne hesibandin, li dijî xetere û zirarên muhtemel ên vî şerî re, têkoşîn bikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, amade ne ku bi hemû sazî û rêxistinên azadîxwaz û demokratîk ên Azerî re hevkariyê bikin da ku ruhê hevgirtina demokratîk di navbera her du neteweyan de pêş bixin. Bi vî rengî, em dikarin erkê xwe yê dîrokî bi cîh bînin da ku bi bandorên wêranker ên şer li ser jiyana gelên me re têkoşîn bikin û rejîm û hikûmetên din ên firsendperest ên li herêmê ji derfeta çandina nakokî û dabeşbûnê di navbera Kurdan û Tirkên Azerî de bêpar bikin.
 
BANGA JO BO HIKÛMETA TIRK Û KOMARA AZERBAYCANÊ
 
Em bawer dikin ku neteweya Kurd û neteweya Tirk a Azerî xwedî hêza birêvebirina karûbarên xwe ne û bêyî hewcedariya destwerdana derve piştgirî û alîkariya hev dikin. Di vî warî de, peyama me ji bo hikûmeta Tirkiyeyê û Komara Azerbaycanê ev e ku heke ew bi rastî li berjewendiyên Tirkên Azerî dinêrin, divê ew ji her siyasetek ku Kurdan wekî gefek li ser Tirkên Azerî nîşan dide dûr bisekinin. Ji ber ku her hewldanek ji bo afirandina atmosferek ji Kurdfobiyê û xternak nîşandana Kurdan, rêya têkoşînên demokrasixwazi ên neteweya Tirk a Azerî li Îranê şaş bike û wan ji armancên wan ên rastîn dûr bixe, û ev kar tenê dê sûdê bide rejîma Komara Îslamî."
 
‘JI ALIYÊ ME VE TU XETERE JI BO AZERIYAN NÎNIN’
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, ji Tirkên Azerî re radigihînin ku hûn xwişk û birayên Kurdan in, piştrast bin ku tu xetereyek ji aliyê me ve tehdîtek nake, her wiha di vê serdema xeternak de ku agirê şer li her derê belav bûye, em ê bi hemû hêza xwe erkê xwe yê şoreşgerî bicîh bînin da ku ti zerarek negihe we. Ji ber ku bi raya me, bidestxistina azadî û mafên gelê Kurd û tirkê Azerî bi awayekî kûr bi têkiliya her du neteweyan re hatiye girêdan. Bi destxistina azadî û mafên ku hatine tepeserkirin, ku di heman demê bi dehsalan xwestek û daxwaza siyasî ya her du gelên Kurd û Tirk ê Azerî ye, tenê bi destdayîna bi dostaniyê û hevkariya pir ali ji bo derbaskirina serdema aloz a heyî û avakirina pêşeroja me ya azad û demokratîk a hevpar mimkun e. Di vî warî de çi berpirsiyar be, em ê bi hesasiyet û hişyariyê de pêk bînin û li hember wê jî, em hêvî dikin ku rêxistin û saziyên din ên siyasî û sivîl jî di vê rêyê de bi me re bibin û hevkariyê bikin."
 
 
 

Sernavên din

02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in