WAN – Hunermend Mûrad Demîr û Xecê ku di Şahiya Biharê ya Erdîşê de konsert dan, li dijî bişaftinê banga “Em xwedî li çanda xwe derkevin” kirin.
Şahiya Biharê ya ku ji aliyê Şaredariya Erdîş a Wanê ya ku di destê Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate li dar xistin, duh dest pê kir. Hunermend Mûrad Demîr û Xecê, duh di şahiyê de konsert dan. Dê şahî heta 29’ê Hezîranê de bi çalakiyên cihê ve bidome.
‘EM XWEDÎ LI HUNERMENDAN DERKEVIN’
Mûrad Demîr ê ku beşdarî çalakiyê bûbû, diyar kir ku di qada çand û hunerê de bişaftineke cidî heye. Demîr, destnîşan kir ku dixwazin hunera xwe di mercên azad de pêk bînin û ev tişt got: “Hunermendan, her tim kedeke mezin dane. Em hêvîdar in ku ciwan jî ji bo pêşerojê hunereke baş derxin holê. Herwiha em bi hêvî ne ku gel jî xwedî li huner û li hunermendan derkevin. Şaredariyên me di demên dawî de ji bo xebatên wiha kedeke mezin didin. Li Erdîşê hevşaredaran û saziyan çalakiyeke baş li dar xist. Mîhrîcaneke pir xweş bû. Ji bo xwedî derketina gel û ya şaredariyê ez spasdar im.”
‘DIVÊ HEMÛ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ XWEDÎ LI HUNERÊ DERKEVIN’
Hunermend Xecê, diyar kir ku di demên dawî de rastî gelek astengiyan tên û ev tişt got: “Di dîrokê de heta niha astengî hêj didomin. Li dijî vê yekê em jî hewl didin da ku çanda xwe bi gelê xwe re parve bikin. Sala bihurî çend çalakiyên min hatin astengkirin. Hêvîdar im, pêvajoya aştiyê, pêşiyê li van pirsgirêkan bigire.”
Xecê, bal kişand ku ev demeke dirêj e mîhrîcan nehatine lidarxistin û got: “Bi destxistina şaredariyên gel ve dîsa çalakiyên wiha dest pê kir. Hêvîdar im hemû rêveberiyên herêmî wiha xwedî li çand û zimanê Kurdî derkevin, divê ciwan li dijî bişaftinê xwedî li çanda xwe derkevin.”