AMED – DBP'ê bi boneya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyanî da û Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji ber salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên xwe yên di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Amedê hatin darvekirin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi hesreta wî bibîr tînin" û hat destnîşankirin ku têkoşînên Şêx Seîd û hevalên wî yên di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Meydana Şêx Seîd (Dagkapi) ya Amedê hatin qetilkirin, mohreke girîng li dîroka Kurdistanê daye.
Di 29’ê Hezîrana sala 1925’an de Şêx Seîd û hevalên xwe hatin darvekirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya sala 100’emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
BANGA JI BO KOMARA DEMOKRATÎK
Di daxuyaniyê de Şêx Seîd û 47 hevalên wî hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Şêx Seîd û rêhevalên wî yên ku 29’ê Hezîrana 1925’an de li qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin qetilkirin, bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîroka Kurdistanê dan. Em car din li hemberî berxedana wan a bi rûmet û bîranînên wan rêz digrin.
Berxwedana Şêx Seîd a ku li hemberî polîtîkayên bişavtin, înkar û îmhayê yên feraseta netew-dewletê pêk hat, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevî gel û baweriyên vê erdnîgariyê hêvî û bawerî bû. Di bingeha berxwedana wan de daxwaza jiyana azad û wekhev hebû. Lê, li hemberî daxwazê rêveberiya Enqereyê ya yekperest û otorîter bi qetlîam û êrişan bersiv da. Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî jî di encama vê yekê de hatin qetilkirin. Ev qetlîam nîşaneya herî zelal a paradîgmaya netew-dewletiyê bû ku berjewendiyên nasnameya dagirkeriyê esas digre.
Feraseta yekperest û navendî ya ku daxwaza azadî û edaletê ya gelê Kurd hedef digre, li gel sedsala borî helwesta xwe ya înkarê bi her awayî didomîne. Li hember vê rastiyê, di vê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de em hêvî dikin ku feraseta înkarê bi dawî bibe û jiyan û li ser nirxên wekheviyê civakeke azad ava bibe. Li ser vê esasê em banga xwe ya wekhevî û azadiya gelan û baweriyan, esasgirtina nirxên mafê mirovahiyê û demokrasiyê û banga xwe ya komareke demokratîk dubare dikin.”