* Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn têkildarî hevdîtinên li Meclisê axivî û got: “Hinek derdor li bendê ne ku rêxistin di demekî nêz de çekan berde. Baş e lê dema çek berdan dê çi bibe? Dê temînatekê bidin van? Dê di qanûnan de sererastkirin bên kirin?”
* Rûken Nexede ya KJAR'î ku got jinên li Îranê bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" xwe ji bo têkoşîna azadiyê amade dikin, got ku ji ber ku ew Îranek azad û demokratîk diparêzin û ji bo wê têdikoşin, ew ji aliyê rejîmê ve tên hedefgirtin.
* Endama Meclisa Partiyê ya CHP'ê Emîne Ûçak Erdoganê diyar kir ku ji bo pêvajo mayînde be divê sererastkirinên qanûnî werin çêkirin û got: "Divê em bi hev re pêvajoyek civakî birêxistin bikin."
* Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosun diyarê kir ku divê ji bo berdana girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin û got: "Girtiyên nexweş nikarin heta Îlon û Cotmehê li bendê bimînin. Jiyana wan di xetereyê de ye."
* Zaroka E.A. piştî rastî tecawizê hatî neçarî întîharê hatibû kirin. Danişîna dozê dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê bê lidarxistin. (10.00)
* Mihrîcana çandê ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê dê di roja 7’emîn de bidome. (17.00)
* “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên li Agiriyê dê bidomin. (19.00)