RIHA - Meclisa Ciwanan a DEM Pariyê ya Rihayê dê sibe bi rojeva “Aştî û Civaka Demokratîk” komxebatê li dar bixe.
Meclisa Ciwnanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civînên xwe yên di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de didomînin. Sibê li Rihayê dê komxebata bi dirûşma “Komxebeta bi Ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” bê lidarxistin.
Komxebat dê li eywana Baroya Rihayê saet di 10.00’an de bê lidarxistin. Dê Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn, nivîskar Namik Kemal Dînç û endamên Koordînasyona Jinên Ciwanan a DEM Partiyê beşdar bibin.
Komxebatê dê ji 3 civînan pêk bê û rojeva sereke ya komxebatê dê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê û geşedanên piştî bangê bin.
MIJARÊN GOTÛBÊJÊ
Endama Meclisa Jinên Ciwan a DEM Partiyê ya Rihayê Bêrîvan Kocaoglû, hemû ciwan vexwend komxebatê. Berîvan Kocaoglû, got: “Me dema xebatên komxebatê de, ji mirovan re banga Rêber Apo û pêvajoyê rave kir. Me ji wan re qala aramanca komxebatê û girîngiya wê kir. Ji bo beşdariya komxebatê bi biryar bûn.”
Berîvan Kocaoglûyê, diyar kir ku ciwanên me bi polîtîkayên şerê taybet ku tiryak û fihûş e rû bi rû mane û wiha pê de çû: “Pirsgirêka ku ciwan dijîn hemû ji ber şerê taybet e. Em dizanin ku jehrkuj a şerê taybet rêxistinbûn e. Em wiha nêzî ciwanan jî dibin. Xebatên ku em ê di vê çarçoveyê de bikin dê ji bo çareseriya pirsgirêkan bibe gavek.”
Berîvan Kocaoglû, destnîşan kir ku dê gotûbêjên têkildarî jiyana ekolojik, azadiya jinê û avakirina civaka demokratîk jî bibin. Berîvan Kocaoglûyê, anî ziman ku pirsgirêkên jinên ciwan dijîn û berpirsiyariya jinan di avakirina civaka demokratîk dê di komxebatê de bê axaftin.
BANGA BEŞDARIYÊ
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partî ya Rihayê Seyît Ahmet Şahîn jî bi lêv kir ku ji bo komxebatê amedakariyên wan didomin û got: “Em dixwazin hemû gelê me, hevalên ciwan û jinan di komxebatê de bibînin.”