Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim

  • rojane
  • 10:47 6 Tîrmeh 2025
  • |
img

STENBOL -  Seroka Tevgera Sekûler Kolektîfê Djemîla Behhabîb ku ji Ewropayê hatibû Stenbolê, got: “Dixwazim bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikim, nîqaş bikim û pê re biaxivim.”

 
Rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqas jî di nav de 39 kesên ji welatên cuda yên Ewropayê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çendek roj berê hatibûn Stenbolê. Şandeya ku çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Rêxistina DEM Partiyê ya bajar, piştre jî civîna “Maseya Gilover” li dar xist. Di civînê de têkildarî xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin kirin. 
 
 
Ji endamên şandeyê Seroka Tevgera Kolektîfa Sekuler Djemîla Benhabîb, têkildarî serdanê axivî. Djemîla Benhabîb ku ji Brukselê tev li şandeyê bû, diyar kir ku li Navenda Laîk a Aksiyonê li ser mijarên mafên mirovan û têkoşîna jinan dixebite. Djemîla Benhabîb, destnîşan kir ku di demên berê de rojnamegerî dikir û bavê wê ji Cezayîrê û dayika wê jî Yewnanî ye. 
 
'GELeK TIŞTÊN EM JI KURDAN HÎN BIBIN HENE’ 
 
Djemîla Benhabîb, diyar kir ku sedema daxwaza wê ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, têkoşîna Ocalan a ji bo civaka demokratîk e û wiha bal kişand ser fikrên Abdullah Ocalan: “Bi taybet jî di mijara sazkirina demokrasiyê de cihekî girîng dide jinan û ev mijar min eleqedar dike. Ev ne tenê ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo civakên Rojhilata Navîn jî girîng e. Heta mirov dikare bibêje mifteya têkoşîna jinan e. Lewma dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikim, pê re nîqaşan bikim û biaxivim.” 
 
Bi domdarî Djemîla Benhabîb bi lêv kir ku vîzyon û têkoşîna Abdullah Ocalan bandorê li wê dike û wiha pê de çû: “Ya herî girîng ew e ku tu caran dev jê bernade û tu caran hêviya xwe winda nake. Ev gelek girîng e. Ji ber ku îro li dinyaya me krîzeke giran a avhewayê heye û hilweşîneke mezin heye. Gelek tiştên em ji gelê Kurd hîn bibin hene. Weke mînak, di mijara cisaret û berxwedanê de me ji wan ders girt. Bi taybet jî ‘Jin, jiyan, azadî’ ku li Îranê dest pê kir, veguherî dirûşmeke navneteweyî. Lewma jî êdî xwedî wateyeke kûrewî ye. Di vê mijarê de spasiya gelê Kurd dikim ku ev hêmaya cisaretê nîşanî me da.” 
 
'EM DI SERDEMEKÎ DÎROKÎ DE NE’
 
Di berdewamê de Djemîla Benhabîb bi lêv kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebat girîng in lê mesele ne tenê xebatên tebeqeya jêr e, divê gelek tebeqe bixebitin. Hatina gel hev a bi civakê re girîng e lê divê tebeqeya jor a civakê; wekîl û aktîvîst jî çalak tev li xebatan bibin. Heke wiha bibe em dikarin zîhniyetê biguherînin. Têkoşîn, bênsaname nabe. Ji ber ku tişta têkoşîn û ruhî xweyî dike, bawerî û nasname ye.” 
 
Djemîla Benhabîb, daxuyand ku ew di serdemeke dîrokî de ne û got: “Ji ber ku PKK çekan ber dide. Ez vê weke têkçûn an jî bêzarbûn nabînim. Ev, veguherîneke. Lê di mijara demokrasiyê de veguherîneke çawa tê jiyîn divê em baş vê fêm bikin. Ji ber ku em qala nifûseke 40 milyonî dikin. Li Rojhilata Navîn ev reqemeke zêde ye. Ji bo avakirina demokrasiyê, girîngiya tevgera Kurd pir e.” 
 
'DIVÊ EM PÊVAJOYÊ BIPÎVIN Û WISA PÊŞ BIKEVIN’ 
 
Djemîla Benhabîb, destnîşan kir ku divê pêvajo bi avêtina gavên pêbawer pêş bikeve û ev tişt anî ziman: “Têkildarî berteka dewletê zêde agahiyên min nînin. Lê vê dizanim; Erdogan dixwaze di vê pêvajoya veguherîna Rojhilata Navîn de dixwaze bibe kesê pirsgirêkan çareser dike. Ji bo gelê Kurd em di serdemeke dîrokî de ne lê dewletê heta niha tenê soz daye. Di serdema DAIŞ’ê de me dît ka çi bû, di nîvrê de hiştin. Divê em dersan ji mijara sozên nehatine bicihanîn bigirin. Bawerî, têgeheke polîtîk e. Ne baweriyeke bi temamî lê li gorî min di wateya polîtîk de divê baweriyek were avakirin û bi pîvandina wan mirov pêş bikeve. Divê ez bibêjim ku baweriya min bi Erdogan nayê.” 
 
‘HEWCEYE OCALAN WERE BERDAN’
 
Djemîla Benhabîb, got ku daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê birêz Ocalan, divê girtiyên din ên PKK’î jî bên berdan. Nexwe dê çawa aliyek dest û lingên wan girêdayî bên ser maseyê? Beriya her tiştekî divê ew bên berdan. Em ê derbasî qonaxeke zor û dirêj bibin. Li pêşiya me rageşî û paşketin dê hebin. Divê em baş bişopînin û pêş bikevin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 
 
 

Sernavên din

16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin