AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ku merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk şopand, got êdî tu hincetên dewletê nemaye û divê gavan biavêje.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şikefta Casenê ya li bajarê Silêmaniyeyê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û hiqûqî jî di nav de gelek kesan merasîm şopandin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ku merasîm şopand, diyar kir ku wan şahidiya rojeke dîrokî kirine û vê rewşê berpirsyartî li ser milê wan zêde kiriye. Kuçukbalaban, destnîşan kir ku mînaka gava hatiye avêtin li cîhanê nîne û wiha pê de çû: “PKK’ê ji derveyî tecrûbeyên cîhanê, gavek cidî avêt. Divê sedemên rê li ber rakirina çekan vekirin ji holê bên rakirin. Ji bo çareseriyê hewcehî bi gavên siyasî û hiqûqî heye. Çende derenceyên ber bi çareseriyê ve PKK’ê amade kir. Divê dewlet jî derenceyên ber bi lûtkeyê ve çêbike. Da ku civak jê bawer be û di avakirina vê pêvajoyê de tu qeze çênebin.”
Kuçukbalaban, da zanîn ku envanterên çekan radestî ÎHD’ê OHD û TÎHEV’ê hatine kirin û wiha domand: “Em dixwazin di navbera aliyan de bi roleke çêker rabin. Ev rewş, encama îradeya aliyan e. Her çend ev rê hêj fermî nebûye jî, rola teşwîqkirina rêyên qanehkirinê dikeve ser milê me. Di pêvajoya pêş de dikare bêhtir derfeta çavdêriyê bidin rêxistinên civaka sivîl.”
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
Kuçukbalaban, anî ziman ku ji bo çek bi temamî ji dewrê derkevin divê dewlet gavên şênber û demokratîk biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo dewlet van gavan biavêje divê em teşwîq bikin û rexneyên erênî bikin. Divê dewlet girtiyên nexweş berde, mercên Abdullah Ocalan baş bike, divê bikare bi rêxistinên civaka sivîl, malbat û parêzeran re birêkûpêk hevdîtinan bike. Her wiha divê girtiyên siyasî bên berdan. Hewceye TMK tavilê bê rakirin. Bêguman pirsgirêka Kurd tenê ji van pêk nayê. Divê ziman, çand û nasnameya Kurdî di Destûra Bingehîn de bê misogerkirin.
Di mijara heqîqetê de pêdivî bi hevrûbûnê heye. Divê mekanîzmayên vê bên avakirin, komîsyon bên avakirin û STO bên tevlikirin. Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê bi avên avêtî re bawerî daye civakê. Gotin; ‘Em ne evîndarên çekan e lê meseleyek heye. Çek jî encama vê meseleyê ne. Em çekan ji dewrê derdixin.’ Êdî tu hincetên tu kesekî nemane. Êdî hinceta dewletê jî nemaye.”
MA / Mujdat Can