STENBOL - 3 ciwanên sosyalist ku ji me Çileyê ve girtî bûn, di danişîna ewil a dozê de hatin berdan.
3 kesên ku di operasyona 21'ê Çileyê de ya li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de li Stenbolê hatibûn binçavkirin û di 24'ê Çileyê de hatibûn girtin, hatin berdan.
Danişîna ew a doza bi "endamtiya rêxistinê" der barê Berdevka SKM'ê ya Stenbolê Leyla Can, endamê MYK'a ESP'ê Okan Danaci û endamê MYK'a ESP'ê Ûgûr Ok de hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî, Berdevka Giştî ya SKM'ê Tanya Kara, Hevseroka SGDF'ê Berfîn Polat, Parlamanetera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) a Stenbolê Çiçek Otlû û gelek kes beşdarî danişînê bûn.
Piştî tespîtkirina agahiyên nasnameyê, kesên girtî parastin kirin. Piştî parastinê dozger xwest ji girtiyan girtîbûna Danaci bidome. Piştî mutalaayê heyeta dadgehê der barê her sê kesan de biryara berdanê da.