SÊRT - Welatiyên Sêrtê destnîşan kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Abdullah Ocalan azad be.
Bi pêvajoya ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, dest pê kir, komeke gerîla ya ji 30 kesan pêkhatî, ku Hevseroka KCK'ê Besê Hozat jî di nav de bû, di 11'ê Tîrmehê de bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.
Piştî vê gava dîrokî ya PKK'ê, hemû çav çûn gavên berbiçav ên ku dewlet û desthilat dê bıavêjin. Welatiyên ku em li Sêrtê bi wan re axivîn, nirxandinên xwe yên li ser pêvajoyê û gavên ku divê dewlet û desthilat biavêjin anîn ziman.
Welatiyan îşaret bi girîngiya pêvajoya ber bi aştiyê ve kirin û destnîşan kirin ku kurdan her cure gav avêtiye û gotin: "Divê girtiyên nexweş werin berdan. Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê were dayîn. Ji bo ku pêvajo bi awayekî tekûz bimeşe, divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were dayîn."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Ozan Bayindir