NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, têkildarî komîsyona ku li meclisê bê avakirin got: "Serokê meclisê daxwazên me qebûl kir, dê di komîsyonê de piraniya wesfdar çêbibe. Em ê jî sibê 10 evalên xwe ji bo komîsyonê peywirdar bikin."
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Ekrem Îmamoglûyê ku ji peywira Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat dûrxistin, li Girtîgeha Marmarayê ziyaret kir. Ozel ku piştî serdanê axivî, got ku ew ê di komisyona ku dê li meclisê bê avakirin de cih bigirin. Ozel got: "
Ozel got: "Yê ku minetê ji vê rejîmê re bike Xwedê bela xwe bide wan. Em bi serbilindî li ser pêyan e. Cûnta diqilqile. Di TRT'yê de du şevan axivî, di A Haberê de bi darikê di destê xwe vegot, di CNN'ê de nizam çi kir, hadê li ser kaxezekê binivîse, bi îspateke berbiçav. Em ê jî di ser vê îdianameyê re AK Torosan bidarizînin. Moralê wan xirab e, darbekarên 19'ê Adarê li qulekê digerin ku têkevinê. Çeteyên AK Torosan bi hev ketine, çêran dikin, şer dikin.
Moralê hevalên me yên di hundir de pir baş e, di ser hefte qatê erdê re ye. Ên li Qesrê rûdinên, ên li Qesra Çaglayanê rûdinên, qaşo li Qesra Edaletê ne. Helbet di nava wan de dadger û dozgerên binamûs hene û gotina min li derî wan e. Ez behsa çeteyên AK Torosan dikim. Moralê kesên li Qesra Qaçax rûdinên jî heft qat di binî erdê de ye. Em ê bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin.
Serokê meclisê daxwazên me qebûl kir, dê di komîsyonê de piraniya wesfdar çêbibe. Em ê jî sibê 10 evalên xwe ji bo komîsyonê peywirdar bikin."