* Henan Şengalî ku ji pirsa "Ma em jî dikarin çekê hilgirin?" a ku dema şervanên jin ên ji qirkirinê direviyan lê peyda bû, got: "Ez êdî ne ew jina êzdî ya berê me. Îro, em bihêz in. Em ji xweliya xwe ji nû ve vejiyan."
* Girtiyê nexweş Seyfettin Demhat ji ber ku dermanên wî nehatin dabînkirin sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hat kirin. Hevjîna Demhat, Tuba Demhat got: "Nexweşiyeke wî heye ku heke dermanên wî nayên temînkirin, dibe ku bibe sedema mirinê."
* Dayikên Aştiyê yên Êlihê bang li komîsyona li meclisê hat avakirin kirin ku pêşî berdana girtiyên nexweş esas bigire.
* Konseya Abîde û Sîteyan a Navneteweyî, ji bo avahiyên li dora Pira Deh Derî hişyarî kir ku pir bi xetereyê re rû boi rû ye û doza plana çalakiyê ya berbiçav kir.
* Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê dê têkildarî êrişên polîsan ên li dijî bibîranîna Qetlîama Pirsûsê daxuyanî bide. (12.00)
* Çalakiya Xizmên Windayan dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidome. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê cara 1062’yemîn li Qada Galatasaray bicivin. (12.30)
* Mihrîcana Xweza û Çandê ya li navçeya Dep a Xarpêtê dê bi çalakiyên cur be cur bidome. (13.00-23.00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê dê li Navenda Çandê ya Odeya Endezyarên Makîneyê bi rêxistinên saziyên civakî re bicive. (14.00) ZINDÎ
* Li Stenbol û li Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş dê daxuyanî bê lidarxistin. (13.30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê, der heqê şewata înfaza girtiyan de dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê li dar bixe. (19.00)
* Platforma Şiyar Be, dê li dijî tiryakêşanê li Parka Yilmaz Guney a li Amedê daxuyaniyê bide. (19.00)