MÊRSÎN - Rêveberê TUAY-DER a Çukurovayê Lokman Şaman diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan, bi taybetî yên der barê mafê tenduristiyê de berdewam dikin û got ku divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê werin dîtin.
Tevî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" jî, binpêkirin li girtîgehan berdewam dikin. Rêveberê TUAY-DER'a Çukuroavayê Lokman Şaman, li ser binpêkirinên sîstematîk ên di dema pêvajoyê de diqewimin şîrove kir û got ku binpêkirina mafên mirovan a herî gelemperî redkirina xwegihandina tenduristiyê ye û ev yek bi awayekî sîstematîk tê meşandin.
Şaman bal kişand ser Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ku berdana girtiyan taloq dikin û biryarên ji bo hucreya yekkesî û cezayên disiplînê didin. Şaman got: "Mafê tenduristiyê li dijî girtiyan wekî çekekê tê bikaranîn. Di sewqkirina revîrê de pirsgirêkên cidî çêdibin. Destûr nayê dayîn ku girtî biçin. Ger biçin jî, daxwazên wan piştî mehek, du meh an sê mehan têne bicîhanîn. Di heman demê de, di veguhestina girtiyan bo nexweşxaneyan de jî pirsgirêkên cidî çêdibin. Veguhestina nexweşxaneyan tê betalkirin. Wekî din, rêveberî di esasê xwe de ceza li ser ceza ferz dike. Di demên dawî de, rêveberî li girtîgehên Tarsûs û Antalyayê, nemaze di mehên havînê de, bi pirsgirêkên ava germ û sar re rû bi rû dimînin. Girtîgeh ava germ û sar di demên diyarkirî de bêyî ku agahdar bikin an jî hişyar bikin qut dikin. Ji ber vê yekê, pirsgirêkên paqijiyê derketine holê. Li cihên ku girtîgehên jinan lê ne, giliyên cidî li ser vê pirsgirêkê hene."
'DIVÊ GIRTÎ DAXILÎ PÊVAJOYÊ BIBIN'
Lokman Şaman destnîşan kir ku peyamên ku piştî banga Abdullah Ocalan ji girtiyan hatine wergirtin, bangên ji bo aştî û diyalogê jî dihewîne û got: "Girtî dibêjin ku ev pêvajo, di rastiyê de, çareseriyeke nû û derfetek e ji bo demokratîkbûna ji bo Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navînê ye. Ew tekez dikin ku pêwîstiya rêxistinkirin û xebata ji bo avakirina civateke aştîxwaz û demokratîk heye. Girtî jî dixwazin bi tevahî beşdarî pêvajoyê bibin. Girtiyên siyasî, heta niha, yek ji wan komên ku herî zêde beşdarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk bûne ne. Eşkere ye ku girtiyên siyasî dikarin tevkariyên girîng bikin ji bo avakirina aştî û civateke demokratîk, civakê birêxistin bikin û bêtir agahdarî li ser rêya aştî û civateke demokratîk bidin. Ji ber vê yekê, divê ew li derî pêvajoyê neyên hiştin."
Şaman anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê, divê nasnameya kurd were naskirin, mafên çandî werin misogerkirin û mekanîzmayên çavdêriya bêalî werin damezrandin.
MA / Abdulkadîr Ayten