WAN - Ji bo bîranîna rojnameger - nivîskar Huseyîn Denîz ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, dê bi dirûşma “Em bîra xwe diparêzin” pêşangeha seramîkan were vekirin.
Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Huseyîn Denîz, di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama êrişa çekdarî ya JÎTEM’ê de hate qetilkirin. Denîz, dê di salvegera 33’yan a qetilkirina xwe de bê bibîranîn.
Malbata Denîz û Nûnertiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya Wanê dê ji bo bîranîna Denîz, bi dirûşma “Em bîra xwe diparêzin” pêşangeha seramîkê li dar bixe.
Pêşangeh dê di 9’ê Tebaxê de li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê bê vekirin.