ŞIRNEX/RIHA - Jinên ku li dijî tundiya mêr û komkujiyên jinan meş li dar xistin, gotin: “Xwebirêxistinkirin, piştevanî û têkoşîn parastina herî xurt e.”
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li dijî kuştina jinan meş li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş û Newroz Ûysal Aslan jî di nav de gelek jin li ber avahiya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Şirnexê kom bûn. Jin, bi pankarta “Jinên hatine qetilkirin sedema raperîna me ne” meşiyan. Girse, heta Qada Cumhuriyetê meşiya. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayin.
Berdevka Jinan a DEM Partiya Şirnexê Esma Erentaş daxuyanî xwend. Esma Erentaşê bal kişand ser hejmara jinên di meha Tîrmehê de hatine kuştin û got: “Di Tîrmehê de 31 jin hatine kuştin û zêdetirî 30 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di qetilkirina van jinan de para dewletê jî heye. Ji ber ku dewlet bi qanûnên xwe kujeran diparêze.”
‘EM Ê LI DIJÎ QETILKIRINA JINAN LI BER XWE BIDIN’
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê jî bi lêv kir ku kuştina jinan polîk e û ev tişt anî ziman: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Ev qetilkirin ji ber qanûnên dewletê yên mêrperest in. Em weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê heya dawiyê dê li hemberî qetilkirinan jinan li ber xwe bidin û xwe birêxistin bikin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan û tililiyan bi dawî bû.
RIHA
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Rihayê û TJA’yê jî li pêşiya Parka Novadayê ya li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rêxistinbûn, xweparastina me ye” hate hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucuyê di daxuyaniyê de got ku her roj du jin tên qetilirin û wiha domand: “Yasayên heyî jinan naparêzin û terkî mirinê dikin. Li bakurê Kurdistanê jin bi polîtîkayên şerê taybet hedef tên girtin. Faîlên biunîforma bi polîtîkayên necezakirinê tên parastin. Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan, em ê li her derê têbikoşin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.