NAVENDA NÛÇEYAN - Lî herêma Darfurê ya li Sûdanê hezaz çêbû. Di hezazê de gundek tune bû û zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Tarasînê yê li herêma Darfurê ku dikeve rojavayê Sûdanê, hezazeke mezin çêbû. Hat ragihandin ku di hezazê de zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di hezazê de tenê kesek rizgar bû.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Tevgera Rizgariya Sûdanê, zêdetirî hezar kesên li gund dijiyan jiyana xwe ji dest dan û tenê kesek rizgar bûye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hezaza mezin û hilweşîner, gundê Tarasînê bi temamî tune kir. Li gorî agahiyên ewil ên ber dest, tevahiya şêniyên gund jiyana xwe ji dest dan.”
Waliyê Darfurê Minni Arko Minawi jî bûyer weke “trajedî” nirxand û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê. Minawi, got: “Ev trajedî, bi qasî gelê me nekare bi tena serê xwe ragire giran e.”