Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin

  • jin
  • 13:34 4 Îlon 2025
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, têkildarî geşedanên di rojevê de axivî û got: “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û aştiyeke birûmet bi pêşengtiya jinan ava bikin.” 

 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû tekildarî rojeva jinan li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Halîde Turkoglûyê, bi boneya 32’yemîn qetilkirina DEP’ê Mehmet Sîncar bi bîr anî û got: “Kuştina Sîncar, êrişeke li dijî daxwaza aştî, wekhevî û azadiyê bû. Faîlên rast qet nehatin darizandin. Dîroka nêz a welêt, dîroka kuştinên nediyar û parastina hêzên tarî ye.”
 
‘BANGA OCALAN BANGA AŞTIYÊ YE’
 
Bi domdarî Halîde Turkoglûyê bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Banga Ocalan banga aştiyê ye. Ev bang, ji bo hevrûbûna dîrokê û dayîna hêviyê ji Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û hemû kesan bû. Em jin ji bo mezinkirina vê hêviyê û avakirina aştiyeke birûmet dixebitin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rûbirûbûna heqîqetan re pêkan e.”
 
‘ŞOREŞA ROJEVA JI BO TIRKIYEYÊ GEF NÎNE’
 
Di berdewamê de Halîde Turkoglûyê gefên rêyedarên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Komîsyona li Meclisê divê Dayikên Aştî û Şemiyê bibihîze û gavên pêwîst zû bavêje. Aştî ne tenê ya di navbera mêran de ye; ev banga aştiyê ya bi hemû Kurdan, jinan û jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye. Divê êrişên li ser maf û destkeftiyên Kurdan rawestin, zimanê dayikê bê parastin, siyaseta qeyûman bi dawî bibe û demokrasiya herêmî bê xurtkirin. Şoreşa Rojava gef nîne. Şerên li Rojhilata Navîn jiyana jinan tarî dikin. Êrişên li ser jinên Efxan, Îranî, Filistînî, Siwêda û Laziqiyê nayên qebûlkirin. Em Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan diparêzin. Ev şoreş ji bo Tirkiyeyê ne gef e; gefa rastî çeteyên ku jinên Elewî û Dûrzî dikujin in. Divê îradeya gelên Sûriyeyê bê naskirin.”
 
KOMKUJIYÊN LI DIJÎ JINAN 
 
Halîde Turkoglûyê, diyar kir ku li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de 23 jin hatinê kuştin û 44 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Halîde Turkoglûyê, wiha dom kir: “Di bingeha van kuştinan de polîtîkayên piştgiriya desthilatiya zilaman dike hene. 36 milyon çekên bêrûxset hatinê tespîtkirin. 36 milyon çekên bêrûxst jiyana jinan dixin metirsiyê. Siyasetên ku çekan belav dikin û çetebûnê teşwîq dikin, jinan dikin armanc. Doza edaletê ya Rabîa Naz 7 sal in bêbersiv e. Em ê destûr nedin ku dosyeyên jinên kuştî bên girtin.”
 
‘EM Ê AŞTIYÊ BI PÊŞENGTIYA JINAN AVA BIKIN’ 
 
Halîde Turkoglûyê bertek nîşanî fetwayên Serokatiya Karên Diyanetê ya ku jinan hedef digire da û axaftina xwe wiha qedand: “Diyanet jinan hedef digire. Diyanet bi xutbeyên xwe ve dijminatiya jinan gur dike û mafên jinan binpê dike. Ev sazî, baweriyê, ji bo hedefnîşandana jinan bikar tîne. Mafên jinan ne mijara xutbeyan e. Armanca wan ew e ku jinan bêdeng bikin û di malê de bigirin. Em ê li hemberî van polîtîkayan têbikoşin. Mafên tenduristiyê yên jinan tên astengkirin. Li Nexweşxaneya Meramê, bijîşkekê ji ber cilên keçekê wê muayene nekir. Ev yek, nîşaneya rizîbûna polîtîkayên tenduristiyê ye. Em ê vê yekê bişopînin. Em ê teşhîr bikin. Ji bo çareseriyên mayînde, divê ÎLO 190 bê îmzekirin û li dijî tundiyê têkoşîn bê mezinkirin. Em ê aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin. Jin, ji bo aştiyeke birûmet, li dijî xizanî, bêkarî û polîtîkayên zayendperest têdikoşin. Em ê li her derê têkoşîna xwe bilind bikin û aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin.”
 
 
 

Sernavên din

16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû