ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yamanê diyar kir ku ambargoya li ser Kampa Mexmûrê gav bi gav kûrtir dibe û got: "Derî bi tevahî nehatine girtin, lê tê dayîn ku kampa ji jiyanê bê xalîkirin."
Piştî çalakiya 17'ê Tîrmeha 2019'an a li dijî konsulxaneya Tirkiyeyê û karmendên MÎTê li xwaringehekê li Hewlêrê, Kampa Mexmûrê ya li navçeya Mexmûrê ya bajarê Mûsilê yê Iraqê ji ketin û derketinê re hat girtin. Li kampê ku zêdetirî şeş salan di bin ambargoyê de ye, 12 hezar kes dijîn ku piraniya wan ji Şirnex û Colemêrgê ji ber polîtîkayên valakirina gundan û sepandina cerdevantiyê di salên 1990'î de koçber bûne. Kamp ku bi piranî ji jin û zarokan pêk tê, di sala 1998'an de ket bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY).
Ji 10'ê Nîsanê vir ve ambargoya li ser kampê hîn girantir bûye. Redkirina nûkirina nasnameyên welatiyan, kêmbûna dermanan, astengkirina materyalên înşaetê û qedexeyên derketina ji kampê krîza mirovî ya li herêmê girantir dike. Di demeke wiha de ku ambargoya PDK û hikûmeta Iraqê berdewam dike, 10 welatiyên ku ji bo xebatê çûn derveyî kampê li Bexdayê hatin binçavkirin. Ciwanên Mexmûrê yên hatin girtin 19 roj in di bin çavan de ne.
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yamanê der barê ambargoya li ser wargehê de nirxandin kir.
'LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NE'
Nûdem Yamanê got: "Her kes dizane, demeke dirêj e ambargo li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê heye. Di demên dawî de, ji ber vê ambargoyê em bi zehmetiyên pir cidî re rû bi rû dimînin. Girtina niştecihên kampê di rêya wan a ber bi Iraqê ve zextê li ser kampê zêde dike. Ew îdîa dikin ku ji bo karkerên me yên ku diçin ser kar prosedurên diyarkirî hene ku heke ew van proseduran bişopînin, dê tu pirsgirêk çênebe û dê di kampê de êdî tu pirsgirêk çênebin. Tevî vê yekê, karkerên me yên ku bi heman rêbazan diçin ser kar tên girtin. Ev pêkanîn bi tevahî dijmirovî ne. Ciwanên ku ji bo xebatê diçin Bexdayê û bajarên din, tevî ku nasnameyên xwe nû kirine jî, bi helwestên tawanbarkirinê re rû bi rû dimînin û tên girtin. Komeke ciwanên ji Mexmûrê ku li ser kar bûn, di serdegirtinên bi şev de hatin binçavkirin. Em nizanin çima an jî bi çi hincetê ev ciwan hatine binçavkirin. Sedema binçavkirina wan bi gelemperî wekî ku dîroka nûkirina nasnameya wan derbas bûye tê gotin. Lêbelê, pirsgirêkên ji ber wan rû dane wekî sûc li ser me disepînin û em wekî ku me sûc kiriye tên nîşandan. Ev pêkanînên ku hatine ferzkirin wekî beşeke ji ambargoya ku bi salan e li ser kampê hatiye ferzkirin berdewam dikin."
'PIRSGIRÊK HÊ NEHATINE ÇARESERKIRIN'
Nûdem Yamanê destnîşan kir ku hikûmetê bi nebicîhanîna sozên xwe ambargoyê kûrtir kiriye û got: "Amûrên înşaetê nayên qebûlkirin ji bo nava kampê. Niştecihên kampê ji bo avakirina xaniyan amûrên pêwîst nînin. Ev pirsgirêk hîn jî bi awayekî berbiçav nehatiye çareserkirin. Şandeya me ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê çûbû hevdîtinê bi wan re, di rêya vegerê de hat girtin. Piştî ku şande hat berdan, wan sozê dabûn me bi cih neanîn. Hîn jî tu guhertineke erênî çênebûye. Her carê bi rêbazên cuda ambargo li ser kampê tê ferzkirin û ev rêbaz tên domandin. Ev girtin, bi taybetî yên ku karker û niştecihên kampê hedef digirin, bandorên neyînî yên cidî li ser kampê dikin. Em di vê pêvajoya ambargoyê re derbas dibin."
'DIXWAZIN KAMPÊ JI JIYANÊ XALÎ BIKIN'
Nûdem Yamanê wiha domand: "Sala nû ya xwendinê nêzîk dibe û bi perwerdeyê re, dê hewcedawiyên zarokan hebin. Pêdiviya dibistanan bi amûran heye, lê em nikarin van pêdiviyan dabîn bikin. Ji ber ku ambargo heye. Em di ketin û derketina kampê de bi her cure zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Em bi taybetî di warê tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin. Di kampê de nexweşên kronîk û yên giran hene, lê kamp nikare dermanên wan dabîn bike. Hewl didin ku kampê ji jiyanê xalî bikin. Em vê kampê pir baş nas dikin. Ev kamp ??ku 30 sal in hatiye bi awayekî rêxistinî dijî û bi vîna xwe li ser pêyan maye, dê li hember van gef û zilman li ber xwe bide. Berxwedan û têkoşîna me dê heta ku pêvajoya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bigihîje armanca xwe berdewam bike."
MA / Zeynep Durgut