* Di doza Seyîthan Dûrdû de ku bi windakirina delîlan bû rojev, nexşeya "herêma qedexe ya leşkerî" jî hat guherandin. Di nivîsa dawî de ya berpêşî dadgehê hat kirin, berevajî krokiya berê hat derpêşkirin ku Dûrdû li qada "qedexe" hatiye kuştin.
* Rêveberê IHRNGO'yê Mehmûd Emîry-Moghaddam diyar kir ku ji ber ku her kesên li Îranê dijî tiştên bi salan hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtine, Jîna Emînî bûye sembol û got: "Tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' xaleke werçerxê bû û ji hemû xwepêşandanên din ên ku me di 40 salên dawî de dîtine cuda bû. Li gorî berxwedanên berê, ew berxwedanek bû ku her kesî di xwe de dihewand."
* Parêzer Eşber Yagmûrderelî got: "Azadiya Abdullah Ocalan rewşek e ku bi hebûna xwe giraniyekê li aştî û demokrasiya Tirkiyeyê bar dike. Ji bo vê yekê, divê mafê hêviyê bê şert û merc bê bicîhanîn."
* Cotkarên Agiriyê yên ku diyar kirin ku teyrokê li gulberojên wan xistiye, ji ber lêçûnên zêde bi gilî gazinc in.
* Şêniyên Bestayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî ekokujiyê ya li Herêma Bestayê bûn, daxwaza rakirina qedexeya 36 salan kirin û gotin ku ew dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin.
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)
* ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)
* Dê li Enqere û Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş de çalakî bên lidarxistin. (13.30)