MÊRDÎN - Li Kerboranê komeke ciwanan dema ji pêşiya sehaya futbolê re derbas dibûn, bi hinceta ku gotine “Ên dilîzin cendirme ne”, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Dîmenên kêliya ciwan dihatin derbkirin derket holê.
Dîmenên 4 ciwanên di 21’ê Cotmehê de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji hêla bi dehan polîsan ve hatin derbkirin derketin holê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; komeke ciwanan dema li Taxa Bahçebaşiyê ji pêşiya sehaya fubtolê derbas dibûn, di navbera xwe de axivîn û gotin kesên maçê dilîzin cendirme ne. Li ser vê yekê, polîsekê ji bo ewlehiya polîsên maç dikirin nobet digirt jî ji ciwanan re got “Hûn çima dibêjin ev cendirme ne” û çêr li ciwanan kir. Ciwanan jî bertek nîşanî polîsê çêr dikirin da û nîqaş derket. Di vê navberê de, polîsên tîmên taybet ên di sehayê de jî derketin, rahiştin çekên xwe û tevî bi dehan polîsên sivîl û yên biunîforma êrişî ciwanan kirin û derb kirin. Polîsan, ciwanê bi navê Îlhan Çelîk ê bertek nîşan da li erdê dirêj kirin û derb kirin. Çelîk li erdê hate dirêjkirin, gaza îsotê avêtin serûçavên wî û bi darê zorê desteserkirin. Polîsan, piştre jî Çelîk birin sehayê û li vir jî derb kirin.
DÎMENÊN TUNDIYA POLÎSAN HATIN KIŞANDIN
Piştî ku malbata Çelîk deng bihîstî û hatî sehayê, zarokê xwe ji nav lepên polîsan derxist. Piştre jî çûn nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergirt. Çelîk, tevî sê ciwanên din giliyê polîsan kir. Tundiya polîsan li ciwanan kirî kêlî bi kêlî hatin kişandin.
'POLÎS CIWANAN SOR DIKIN’
Bavê Çelîk, Zekî Çelîk bûyer vegot û ev tişt anî ziman: “Gaz avêtin devê kurê min û pêhn li serê wî xistin. Zarokan tenê di navbera xwe de henek kirine û tevek jî qeydkirî ne. Tu tiştek nekirine. Di qeydan de diyar e. Ev 15 roj in polîs li navçeyê bênavber pirsgirêkan derdixînin û ciwanan sor dikin. An ev yek bi plankirî ye, yan jî haya amirên milkî jê tune ye. Heke haya wan jê hebe mudaxile nakin. Mala min dora 400-500 metreyan ji sehayê dûr e. Lê me qêrîna zarokê xwe bihîst û em çûn wir. Me dît ku zarokê me derb dikin.”
Çelîk, diyar kir ku rewşa hatiye jiyîn rewşeke cidî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Polîsên ku peywira wan parastina ewlehiya welatiyan e, her tim bi ciwanan re şer dikin û wan derb dikin. Banga min ji bo partiyên siyasî û rayedarên dewletê ew e ku bêdeng nemînin. Em zarokên xwe ne ji bo ku polîs wan derb bikin mezin dikin. Bila her kes bizane ku ev ne tenê pirsgirêka malbata min û malbatên din e.”
MA / Ahmet Kanbal