ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîn li dar xist û geşedanên dawî nirxand. Gunay, anî ziman ku ji ber ew tenduristiya civakê û gel esas digirin mîtîngên pîrozbahiya Newrozê betal kirine û got: "Em ê ruh û girseya Newrozê bibin qadên pîrozbahiya 1'ê Gulanê. Em ê ruhê Newrozê û 1'ê Gulanê bikin yek. Gelê me bi sedan salan Newrozê pîroz dike. Dizane dê çawa pîroz bike."
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di nava hefteyê de nirxand. Ebrû Gunay, ewil polîtikayên AKP'ê yên şer û kaosê rexne kir û wiha got: "Em ê li dijî şer aştî, li mirinê jiyanê û dijî tecrîdê azadiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû kesên aştî u demokrasiyê dixwazin û bang li hemû rêxistinên demokrasiyê dikin ku helwesta xwe ji aştî, demokrasî û diyalogê pêş bixin. Em carek din AKP'ê hişyar dikin. Em dixwazin bi lez dest ji van polîtîkayên şer berdin. Ev şer û polîtîka zerarê dide civaka Tirkiyeyê. Israra di vî şerî û van politikayan de zerarê dide pêşeroja Tirkiyeyê. Divê bi lez dest ji polîtîkaya dijminantiya Kurdan berden. Divê dest ji polîtîkayên Sûryeyê berdin."
'JINAN MOHRA XWE LI QADAN DA'
Gunay, bal kişand ser pîrozbahiya 8'ê Adarê jî û wiha axivî: "HDP' amade ye ku xeta demokrasî û aştiyê pêş bixe. Hefteya borî hefteya 8'ê Adarê bû. Tirkiye bû şahidê çalakiyên rengîn û bi coş. Em carek din jinan silav dikin. Jinan bi çalakî û daxwazên xwe mohra xwe li hefteya borî xist. Li hefteya pêş me jî cejna Nerozê heye. Newroz ji bo hemû gelan cejna roja nû û Roja raperînê ye. Lê em bivîrûsa Corona rû bi ru ne."
EMÊ COŞA NEWROZÊ Û 1'Ê GULANÊ BIKIN YEK'
Gunay, anî ziman ku ji ber vîrûsa Corona mîtînga Newrozê taloq kirine û wiha berdewam kir: "Vîrûsa Corona li hemû cîhanê belav bûye û li Tirkiyeyê jî hat dîtin. Ji ber vê yekê me pîrozbahiya Newrozê ya bi girseyî ji nûve nirxand. Ji ber fikarên heyî me tenduristiya gel esas girt. Me biryar da ku Newroza ku bûye malê gelan îsal ji ber tenduristiya gel taloq bikin. Ev ji bo me biryarek pir zahmet bû. Em ê coşa Newrozê bibin 1'ê Gulanê û Coşa Newrozê di pîrozbahiya 1'ê Gulanê re bikin yek. Newroz cejna berxwedanê ya sedsalan e. Roja raperina gelan e. Cejna gel e. Gel dizane dê çawa Newrozê pîroz bike. Gel dê Newroza xwe li mala xwe kolanên xwe pîroz bike. Bi şiklê rîska vîrûsê li ber çavan bigire dê Newroza xwe pîroz bike. "
AKP DETBÎRAN NAGIRE
Gunay, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî vîrusa Corona jî rexne kir û got: "Pergala heyî ku gel di nava şer, alozî, kaosê de dihêle, li hemberî van gefên li dijî tenduristiyê gel bê tedbîr dihêle. Wezareta Tenduristiyê jî li gorî tê xwestin tedbîran nagire. Em dixwazin xebatên xwe zelal û aşkere bimeşîne û tenduristiya gel esas bigire. "
DIVÊ HEMÛ GIRTÎ BÊN BERDAN
Gunay, bal kişand ser rewşa girtîgehan jî û wiha bi dawî kir: "Me helwesta hikûmeta AKP'ê ku tenê xwe esas digire, di erdheja Wanê û gelek geşedanên civakî û xwezayî de dît. Em dixwazin ku hikûmet bi lez dest ji berjewendiyên xwe yên siyasî berde û xizmeta li dijî vê vîrûsê bê pere bide. Dîsa ji ber vê vûrûsê divê hemû girtî serbest bên berdan. Em naxwazin tenduristiya gelê xwe têxin talûkeyê. Gelê me bi sedan salan Newrozê pîroz dikin. Gelê me dizane dê çawa Newrozê pîroz bike. Dê li kolan û malên xwe pîroz bikin."