AMED - TJA’yê, bal kişand ser xeteriya vîrûsa Koronayê û xwest ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hemû girtiyên nikarin xwe biparêzin bên berdan.
Tevgera Jinên Azd (TJA), derbarê vîrûsa Koronayê ku li tevahiya cîhanê belav bûye de daxuyaniyek nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku vîrusa di serîde xwe li bajarê Çînê Wuhan nîşan da ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê (WHO) ve wekî şewbeke gerdûnî hat pênasekirin û bal kişand ser xeteriya vîrusê. TJA'yê anî ziman ku divê dewlet butçeya ji bo şer vediqetînin ji bo tendirustiya gelan veqetînin û ji ber veşartina rastiyê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane û jiyana wan ketiye xeterê.
'GIRTIYAN BERDIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişnadin ser rewşa girtiyan a ji ber vîrusê û hat xwestin ku di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda giran de ye divê hemû girtî bên berdan. TJA'yê di berdwamiyê de wiha got: "Divê penaberên ku ji ber vîrusê jiyana wan di xetê de ye bigirin cihên ewle û ewlehiya wan bê girtin, zema li alavên paqijiyê tê kin bê astengkirin û hemû wesayitên ragihandina giştî û cihên giştî ku bi komî kes lê rûdinên bên dezenfektekirin. Ger ku AKP û MHP bi awayê têrker di vî warî de ewlehiyê negirin wê ji tiştên neyînî ku bên kirin berpirsiyar bên girtin. Em dibêjin ku bila gelê me guh bide hişyariyên di warê vîrusa koronayê ji aliyê pisporan ve tên kirin."
'JI BO JIYANEK AZAD'
TJA'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser îptalkirin bernameya Newrozê jî û ev tişt got: "Em dibêjin ku îptalkirina pîrozkirina bernameya Newroza ku me bi bedelên giran bi dest xist ji bo me gelekî zor û zahmet bû. Lê em di tu şert û mercan de dest ji têkoşîna xwe ya li dijî Dehakên zilimkar a ji bo jiyaneke azad bernadin."