ÊLIH - Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Omer Kûlplû, diyar kir ku wan bernameya xwe ya pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan betalkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, derbarê betalkirina pîrozbahiyên Newrozê de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlplû, di civînê de axivî û wiha got: “Ji bo vîrûsa Korona (Kovîd-19) me bernameyên xwe yên Newrozê yên bi girseyî betal kirin. Ji bo me tenduristiya gelê me girînge. Me jî ji bo vê yekê bernameya xwe betal kir. Em baş dizanîn ku Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd pir taybete. Lê em naxwazin ku tendirustiya gelê xwe bikin di xeteriyê de. Ji ber vê me bernameyên xwe yên li taxan jî betal kirin. Em ji bo tevahiya mirovahiyê dibin derbasbûyî be. Em bang dikin ku bergiriyên cîdî ji bo vê vîrûsê bên girtin.”