AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanî cezakirina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli da û xwest demildest were berdan.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî cezakirina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û pişt re hat girtin, li avahiya Egîtîm Senê ya Şaxa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên platformê yên ji rêxistinên civakî yên sivîl pêk tên beşdarî civînê bûn. Hevserokê Şaxa 1’an a Egîtîm Senê ya Amedê Sadrettîn Kaya daxuyanî da û got sepanên qeyûm binpêkirina mafê hilbijêran e û bi awayek dij hiqûqî ceza li Mizrakli hatiye birîn. Kaya da zanîn ku daraz li dijî civakê bûye gefek mezin û xwest daraz dest ji van pêkanînên xwe berde. Kaya got cezakirina Mizrakli nayê qebûlkirin û xwest demildest were berdan û vegere ser wezîfeya xwe.